Fermana Zerdeştiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Fermana Zerdeştiyan, birêkûpêkî jiholêrakirina bawermendên Zerdeştîtîyê, tunekirina îbadetxaneyên wan, helandin û biçûkxistina vê olê ye. Ferman carnan bi birêveberiya desthilatdariyan, carnan jî bi civakî bûne.

Beriya Îslam li Kurdistan û welatên din ên îraniyan (fars, belûcî ûêd) belav bibe, li van deran ola Zerdeştiyê serdest bû. Zerdeştî bi ol û çanda bav-kalên xwe li ber xwe didin. Şerên têr xwînî derdikevin. Şerê kurdan an herêma Kurdistanê bi ereban re nêzîkî 100 salan dideme. Kurd ola nû bi dilê xwe napejirînin.

Gava Îslam biserdikeve jî şer ranawestin. Împeratorên ereban ku wê demê xurt û desteser bûn, fermana Zerdeştiyan dertînin. Bi sedhezaran Zerdeştî tên kujtin an koçberkirin. Pirtûkxane, agirgeh, dibistanên olî û zanistî, wêne, peyker, înstrumentên muzîkê, rezên cotyarên [[şerab]ê çêdikin ûêd tên rûxandin.

Serdarên ereban, bi navê Îslamê baca hejmarê, baca seriyê li Zerdeştiyan zêde dikin. Bi viya dixwazim aboriya wan bikujin, wan hewcedar bikin.

Michael Stausberg di pirtûka ya bi navê : Die Religion Zarathushtras.- Ola Zerdeştîtî Bend 1. Stuttgart, 2002, r. 267'yê de behsa bûyerekê li Xoresanê dike. Komekî Zerdeştî bi darê zorê tên ser ola Îslamê. Lê dîsa jî ji fermanê nafilitin. Tên girtin û kujtin. Xizmên wan diçin serdana meqamê rayedar ku giliyan bikin. Li wir hemî dibin misilman, lewara rayedar ji wan doza baca seriyê dike û ev bac ji bo misilmanan nîne.

Li ber sûrên Amedê di berxwedanan de bi dehhezaran kurd hatine kujtin. Tenê di nava hefteyekê de zimanên 25.000 kurdan jêkirine ku kelîme-î şehadet nedianîne. Gelek ji van komkujiyan ji aliyê dîroknasên Îslamê yên wê demê hatine nivîsîn.

Împeratoriyên misilmanan di çerxa demê de desteser dibin, Zerdeştî wekî oleke paganî tê dîtin. Zerdeştî xwe vedişêrin, li çiyayan dicivin. Hêdî hêdî dihelin. Komên li ber xwe didan jî rastî pêkutî, biçûkxistin, xizanî û kujeriyan dihatin. Marîbûna (zewac) misilman û Zerdeştiyekê qedexe bû.

Hin Zerdeştî ji bo canê xwe û êla xwe azad bikin, cihûtî, xrîstiyanî qebulkirin. Lewra Quranê hebûn û ola wan nas dikir, a Zerdeştiyan nasnedikir. Ev jî dibû sedem ku Zerdeştî dejenere bîbe. Hinekan pîroziyên Zerdeştiyê û Îslamê nêzîkê hev kirin, herdu ol şibandin hevûdu. Gelek mezheb, baweriyên nû derketin holê.

Zerdeştiyên ji ber fermana reviyan çûn Hindistan, Pakistanê jî nekarîn li wir bi giştî ola xwe biparêzin. Niha kêm Zerdeştî mane û Zerdeştiya niha jî ne orjînal e, gelek tiştên din tevlî bûne. Di despêka sedsala 20 de carnan bûyerên mezin diqewimîn li dijî Zerdeştiyan. Komara îslamî ya Îranê rewşa jiyan wan d serî de baştir kir. Lê di salên 2000'î de ku êdî hejmara Zerdeştiyan gelek kêm mabû, pêkutî zêde bûn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • John R. Hinnells: Zoroastrians in Britain: the Ratanbai Katrak lectures. University of Oxford, Oxford 1985, S. 3/4 Online bei google.books)
  • Christopher Partridge: Das große Handbuch der Weltreligionen, S. 246/47 Online bei Google Books
  • Michael Stausberg: Die Religion Zarathustras. Band 2. Kohlhammer 2002.