Fîs, Licê

Fîs
Ziyaret
Fîs li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Fîs
Fîs
Koordînat: 38°20′0″Bk 40°33′44″Rh / 38.33333°Bk 40.56222°Rh / 38.33333; 40.56222
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehDiyarbekir
NavçeLicê
NahiyeXîzan
Bilindahî
1.015 m (3330 ft)
Nifûs
 (2012)
312[1]
Koda postayê
21700
Koda telefonê(+90) 412
Map
biguhêreBelge

Fîs (bi tirkî: Ziyaret) li başûrê rojavayê Licê li ser riya Amedê 60 km ji Licê dûr e. Gund li başûrê deşta Fîsê hatiye avakirin. Gundekî bejî ye. Fîs bi xerabeyên Daqnanos tê nas kirin. Li ser riya Licê û Amedê qehweya Deşta Fîsê heye. Ciyê sekna rêwiyan e. Xwarinxane û çayxane li wir hene. Partiya Karkerên Kurdistanê jî li gundê Fîsê hatiye damezrandin. Wek îdare Fîs bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Gundî bi kurmancî dipeyîvin. Ji salên 50 yî ve li gund dibistan heye. Dewletê navê Ziyaret lê kiriye.

Li gundê Fîsê di roja 27ê çiriya paşîn a 1978an de PKK hat damezrandin.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe[2]
2012 312
2000 205
1990 741
1985 543

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2012, ji orîjînalê di 23 nîsan 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 15 hezîran 2014
  2. ^ Yerelnet, Ziyaret, ji orîjînalê di 14 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 tebax 2012