Gert Fritz Unger

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji G.F.Unger hat beralîkirin)
Gert Fritz Unger
BernavG.F.Unger, G. F. Bucket ,A. F. Peters
PîşeNivîskar
Zimanê nivîsinêAlmanî
Netewe Almanya
Şêweyê wejêyîWestern
Tevgera wejêyîWestern
BandorbarMark Twain, Jack London ,Louis L’Amour
biguhêreBelge

Gert Fritz Unger, bi kurtahî G.F. Unger, ( z.23 adara 1921 li Wrocław (Breslau), Polonya; m. 3ê tebaxa 2005 li Weilburg, Almanya ) nivîskarekî alman bû kuê bi taybet bi romanên gavan û çermsoran tê nasîn.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Unger yekem car endezyariya mekanîkî xwend û pîşeya hesinsazê fêr bû. Di dema ciwaniya xwe de ew di dawiya salên 1930î avjeniyê de bû şampiyonê ciwanan yê alman. Bi van şertên baş ên laşî û teknîkî û ji ber - li gorî wî - bangeşeya cezbker Unger bi dilxwazî xwe serhildêr, Unger bi dilxwazî ​​di destpêka şerê cîhanî yê duyem de xwe ​wekî mekanîkê torpîd di hêza keştiya binavê de tomar kir û paşê ew ket di dîliya brîtaniyê. .Piştî vegera wî li Almanya ew li hêrema Ruhrê mal bar dikir û pêşiyê de ew li Gelsenkirchenê wek montajker û pîşekar xebitî .Yek ji peywirên wî yên pêşîn veherandina demjimêra kestî ya avahiya şaredariyê li Buerê bû. Dûvre ew berpirsê projeyên mezin cem pagîrdaniya Siemensê bû.

Di sala 1949 de Unger di pêşbaziyeke ji aliyê Nordwestdeutscher Rundfunk ji bo çîroka xwe ya polisyeya bidengê xelata yekemîn qezenc dikir. Lema ew di wexta xwe ya serbest de ew bi nivîsandina romanan destpê dikir û konsantrasyona wê li ser romanên gavan û çermsoran bûn.

Pêşiyê ema ew seva zemanê xwe di hêza deryayê de çîrokên wê li ser deryayê dileyzin nivîsand. Ji bo lêpirsîna weşangerê xwe ew romana xwe ya yekemin bi gavan nivîsand. Di weşanxaneya Uta Verlag de, Unger li ser rêzeromanên Billy Jenkins, Tom Prox û Pete xebitî û yekem rojava xwe ya serbixwe nivîsand.

Ji sala 195an de nivîskarî pîşeya wê ya yekemîn bû. Di sala 1960an de Unger ji Hêrema Ruhrê de ji Weilburg li Hessenê mal bar dikir. Ji sala 1972an de romanên wê ji aliyê Bastei-Verlag (weşanxane) di siraya wê Western-Bestseller von G.F. Unger û ku bi gelek wêneyên derdankê ji aliyê wênesaz Vicente B. Ballestar weşandî bûn.

Di sala 1973an de G.F. Unger ji aliyê wêşanxaneya Zauberkreis Verlag rêzeya bi xwe hildida.

Di zemana serfiraziya xwe ya xebatî Unger bi qasî her hefte romanek nivîsand. Paşê ew tek 6 roman di salê de nivîsand ku pêşiyê wek pirtûkên berîkê weşandî û paşê wek romanên lênûsk dîsa çapandî bûn.

Di 3' ê gelawêje 2005an de G.F.Unger bi 84 salî ji nexweşiyeke kurt û zor ve dimir.

Piştî mirina Unger ji aliyê Bastei Verlag de di ber nûçapên du rêze wek romana lênûskê weşandî bûn û rezeyekî wek pirtûka berîkê bi nivîsandina romana nû weşandî bû. Ew romanan ema ne behsa mirina nivîskar kiri bûn. Hemî ji wan destnivîsan bûn ku Unger berî mirina xwe temam kiribû.

Kirdarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhemên Unger ji aliye weşanxaneyên têvel wek mînak Zauberkreis, Pabel, Indra û Kelter weşandî ne. Unger pêşiyê ji bo pirtûkxaneyên pereyî pirtûkên bi deyn nivîsand. Ew pirtûkxaneyan darayî biserkeftin bûn. Paşê ew romanên Unger wek romana lênûskê dîsa çapandî bûn. Wexta marketa pirtûkên berîk darayî roleke mezin dileystin Unger li vir da jî cih girt .Ji xeynî romanên wê berê wek mînak „Billy Jenkins“ û „Tom Prox“, li ku ew 25 lênûsk nivîsand, dikar be ko tenê yek ji romanan („Skull-Ranch“ Band 1) wek romanê lenûskê weşandî bû.Tevî ku îmaja Unger wek nivîskarê romanên lênûskê bû, normalî 742 romanên wê pêşiyê wek pirtûkên bi deyn û pirtûkên berîkê weşandî bûn. Bi tenê çapên paşê wek romanên lenûskê çapandî bûn.

Di ber navê xwe yê rastî Unkar çendek bernavk bi kar anî wek mînak G. F. Bucket an jî A. F. Peters. Ew ema şaşbaweriyeke belavbûyî ye li ku hemû bernavk bi kurtahiya G.F. yê Unger e. Wek mîna bernavkên G. F. Barner, G. F. Wego û G. F. Waco ji aliyê Gerhard Friedrich Basner ve tên bi kar aniyê.

Ji seva çapa wê ya giştî yê berhemên wê ve ew dibû nivîskarê romanê gavanê navdartirîn wê bi zimanê almanî nivîsand. Ji ber berhema zêde ya çapên wî, ew bû nivîskarê herî serketî yê almanîaxêv ku westernan nivîsand, di heman demê de ew digel Thomas Jeier û Alfred Wallon, nivîskarê almanê yekane yê westernan e ku berhemên wî wekî werger li Dewletên Yekbûyî hatine weşandin. 742 romanên rojavayî, di nav hev de, ji zêdetirî 300 mîlyon kopiyan derbas dibe. Romanên Unger eger bi kesa seyem tê vegotin û paşê dema niha de nivîsandî ye, di gava ku kesa yekem vedibêje paşê roman dema borî de nivîsandî ye. Romanên wê derbarê serlehengê gavan dikin ku namûsa xwe diparêzin û didomînin. Li gorî Unger, western "tekoşîna tenê ya y mêrek li dijî çarenûsê ye.

Li gorî vegotinên xwe, Mark Twain, Jack London û Louis L'Aour di nav îdolên wêjeyî yên Unger de bûn.[1].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Gert Fritz Unger – Wikipedia". de.m.wikipedia.org (bi almanî). Roja gihiştinê 14 hezîran 2018.