Here naverokê

Galênos

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Galênos
Galênos
Navê rastî
Aelius Galenus
Jidayikbûnîlon z. 129
Bergama
Mirinm. 200 an 216
Roma
EsilYewnanî
PîşeBijîşk, fîlozof
Dê û bav
biguhêreBelge

Klaudios Galênos,[çavkanî hewce ye] Claudius Galenus, Aelius Galenus (bi yewnaniya kevn: Κλαύδιος Γαληνός, lat. Klaúdios Galēnós; jdb. îlon sala 129an – m. sala 200ê an  216an) an jî Galen[1] ku bi navê Pergamon jî tê zanin, li Împeratoriya Romê de bijîşk, birînsaz û fîlozof bû. Di serdema antîkê de aliyê lêkolinê de herî serkeftî bêguman Galênos bû. Galênos bandoreke mezin li ser dîsîplîna zanîstên ciyawaz wek anatomî, fîzyolojî, patolojî, farmakolojî û norolojiyê kir. Li ser fîlozofî û mantiqê de jî bandora wî hebû.

Galênos kurê Aelîus Nîcon e. Aelîus mîmarekî dewlemed bû. Zanîstî bala wî pir dikişand. Galênos perwerdeyeke berfireh hilda ku ew perwerde rêya fîlozofî û bijîşkî de kariyerên biserkeftî jê re vekir. Galênos bajarê Pergamayê kevnar (îro Bergama, Tirkiye) da hat dinê. Galênos beriya cihêbûna Romayê pir geriya û teoriyên ciyawaz li ser bijîşkî hin bû. Paşê jî Romayê de bijîşkê arîstokrat û çend împerator bû.

Têgihîştina Galênos ya anatomî û bijîşkî li serî de bandora teoriya humorîmzê de (Teoriya humorîzm an jî bi navê teoriya çar şile tê zanîn; zerava reş, zerava zer, xwîn, belxem) û bi bandora bjîşkên pêşketî wekî Hîpokrat de ma.

Ramanên Galênos herî kêm 1.300 sal bandoreke mezin li ser zanîstiya bijîşkî li rojavayê kir. Agahdariya anatomiya Galênos li ser dîseksiyon û analîza laşên beraz û meymûn pêk dihat. Lêkolin û dîseksiyonên li ser mirovan vê demê qedexe bû ji ber vê bo fehmkirina anatomiya mirov teşrîh û dîseksiyonên ajalan dikirin.

Galênos bo bêtir fêmkirin û naskirinê laşê mirov, ji xwendakarê xwe re her dem bo nêrîna û çûyîna cem laşê gladyatorên mirî an jî bi nêrîna miriyên ku were şuştin, cesaret dida. Ceribandina herî muhîm ya Galênos ku di nav gel de çêkiriye qîjkirina beraz bû. Ceribandina qîjkirina beraz ew bû ku dema Galênosî berazek jê dikir beraz qîjkirinê dest pê dikir û vê demê Galênos Jêyê dengê wî jê dikir an jî demarê wê jê dikir. Ji ber ku xelkê re nişan bide ku ew der kontrola dengê dike an ciyê deng e.

Agahdarî û melûmatên derheqê laşê mirov hetanê sala 1543an bênîqaş li ser agahdariya Galênos ma. Piştre dîseksiyonê mirovan bi dizî û eşkere hate çêkirin dema ku berhem û wêneyên laşe û organan hatin çixêzkirin û çap kirin agahdariyên Galênos pirsiyar dibû. Dema Andreas Vesalius di sala 1543an de berhemeke binavê De humani corporis fabrica [2] çap kir û otoriyeta Galênos pirsiyar bû û ceribandin û lêkolinên nû dest pê kir.

Teoriya Galênosî derheqê fîzyolojiya sîstema gera xwînê jî hetanê sala 1242an bênîqaş ma. Dema Îbn Nefîs pirtûka xwe ya "Şerh tasrih el-Qanûn li’îbn Sina" (Ravekirin û şiroveya qanûna Îbn Sîna) çap kir, agahdariyên nû li ser sîstema gera xwîne û gera xwînê ya pişikan de hate nivîsandin.[3] Bi pirtûkê wî va tê zanîn ku Galênos xwe him bijîşk him jî wek fîlozof didît. Sernavê pirtûka xwe re jî "Bijîşkên Herî Baş Him Fîlozof e" kirîbû.[4][5][6]

Nîqaşa navbera rêbaza rasyonalîst û eksprîmentalîstan bala Galênosî pir dikişand.[7] Rêbaza Galênosî li nav rebazên zanîstiyên ciyawaz de çavnêrî kirin, dîseksiyon, vîvîseksiyon nav vekirin û nêrîn bû.

Piraniya berhemên wî ji yewnaniya kevn de hatiye nivîsandin û zimanê dinê re ji yewnanî hatiye wergerandin. Hin berhemên wî jî xirab bûye û hatiye qeybkirin.

Herçiqas li ser dîroka mirina wî de nîqaş hebe jî, dema mirinê de Galênos herî kêm heftê salî bû.

Salên pêşî (129–161 p.z.)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê Galēnos ji peyva γαληνός, aramî, rehetî hatiye dariştin. Galênos jiyana xwe "li ser tesîra mêjî" de dişayesîne ku di îlon 129an p.z. de hatiye dinê. Bavê wî, Aelius Nicon, arîstokratekî dewlemend, mîmar û avaker bû. Ji bilî karê xwe meraqê wî li ser fîlozofî, matematîk, mantiq, stêrnasî, cotkarî û wêje hebû. Galênosî bavê xwe wek "gelek dilgerm, baş û xêrxwaz" taswîr dikir.

Wê demê Pergamon (îro, Bergama, Tirkiye) bajarek çandayî, kulturî û merkeza rewşenbîran bû. Wek Îskenderiye pirtûkxaneya wî jî hebû.

Galênos di sala 14 de nêzîkî fîlozofên stoaparêz û eflatunî bû, pêrwerdeya her du sîstema fîlozofiya esasî hilda û tê da sîstema fîlozofiya Arîsto û epîkûr hebû. Bavê wî bo Galênosî kariyerekî  fîlozofî an jî siyasî fikirî lê Galênos dibêje nezîkê 145an p.z. bavê wî xewnek dibîne û nav xewn de xwedayê bijîjkî (Asclepius, Aesculapius) xuya dibe û ferman dide ku Galênosî bişîne perwerdeya bijîşkiyê. Bavê Galênosî di sala 148an de dimire û Galenosê ew mîraseke mezin dihêle. Galênos bi emrê xwe yê 19 de azad û dewlemed dimîne. Piştre rê û nesîheta Hîpokrat dişopîne û bo perwerdeya xwe diçe Smîrna (îro Îzmîr), Corinth, CreteCilicia (îro Çukurova) û Cyprusê (îro Qibris) û li dawî de zanîngeha mezin ya Skenderiye re diçe. Zanîngehên ciyawaz digere û êkolên cudahî fêr dibe.

Di 157 de, 28 salî vedigere bajarê xwe yê Pergamonê û bijîşkê gladyatoran dibe. Nava 4 salan ku li Pergamonê dimîne; giringiya diyetê, tenduristî, paqijîzanî, tedbîrên pêşîgirtinê, anatomiya zindiyan, çaresariya şikestin û trawmayê hîn dibe. Di vî demê de him jî bijîşkiya teorîk û fîlozofî xebitî.

Salên paşî (162–217 p.z.)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Heykelek modern yê Galenos li bajarê xwe, Pergamon

Galênos di sala 162an de jibo bikaranîna hunera xwe ya bijîşkî çû Romayê. Bêtehemiliya û bêsebiriya wî li dijî bijîşkên din wî dixist nav talûke. Hin caran jî Galênosî tehdîd dikirin. Xwepêşandina wî li cem bijîşkên kêmhuner de hestên dijmintî ava dikir. Dema ku dijîtiya wî li gel arîstokratên bijîşkê Romî cidî bû, Galênos bo jiyanê xwe tirsiya û Romayê terk kir.[8]

Roma di sala 161ê de pir car daxilê şer bû. Marcus Aurelius û hevkarê wî Lucius Verus li bakurê de xelkê markomannî re şer dikirin.[9]

Li dema payîza 169an dema leşkerê Romayê dizivirîbû Aquileia epîdemiyeke webayê dest pê kir. Împeratorî Galênos gazî kir ku bizivire Romayê. Piştre bi fermana împerator li gel Marcus and Verus çû Almanyayê û li vir wek bijîşkê dadgehê kar kir.

Piştê vê biharê Împeratorî Galênos ji seferê azad kir lê li cem mîrasgirê împeratorî (Commodus) wek bijîşkê împeratorî hişt. Li dadgehê da Galênos zaf pirtûkên bijîşkî nivîsî. Lucius Verus di sala 169an da Marcus Aurelius jî sala 180ê da rûyê nexweşiya webayê mir.

Galênos bijîşkê Împerator Commodus ma û nexweşiyê wî pak kir. Li gorî Dio Cassius di sala 189an de li bin hikumraniya Commodus epîdemiya webayê qewimî û di Romayê de rojekî de 2000 kes kuşt. Ew îhtîmalekî mezin webayê çaxa hik Marcus Aurelius bû kû carek din dest pê dir. Piştre Galênos di hikumraniya împerator Septimus Severus de jî bijîşkê împerator bû.

Berhemên çapkirî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
De curandi ratione
Galenou apanta (1538)

Dibe ku Galênos bi qasî 500 rîsale nivîsiye[10] û berhemên wî 10 milyon peyv dihundirîne.[11] Îro em berhemên wî yê heyî binêrin 3 milyon peyv dihundirîne[12] lê em dizanin ku wexta hemû berhemê wî bihesibînin ew ji sisê da yek e.

Di sala 191ê de, li Perestgehê Aşitî da şewatek derket û gelek berhemên wî peyre bi taybetî berhemên wî yên fîlozofî şewitî.[13]

Dewra Xelîfeta Ebasî de (piştê 750 p.z.) zanîstên ereb bala xwe dan ser nivîsên yewnanî yên kevnar û ji yewnanî wergerandin ser zimanê erebî. Ji ber ku hin nusxeyên yewnanî hatine qeybkirin,[14][15] hin nusxe tenê bi zimanê erebî de heye.[16] Hin berhemên tenê bi latînî hin berhem jî bi zimanê yewnaniya kevin de heye.

Berhemên cudahî pir caran di nav berhemeke berfireh de hate topkirin. Yek ji wan berheman ji aliyê Karl Gottlobê Leipzig di navbera 1821-1833 hatiye çêkirin. Berhemê wî 122 risalê yê Galênos him bi latînî him jî yewnanî dihundirîne. Hejmara rûpelê wî 20.000 zêdetir e û 22 cild e.

Gelek berhemên Galênos di pirtûkxaneya dijital a Thesaurus Linguae Graecae de hatine topkirin. Çavkaniyeke din ê modern jî bi fransî Bibliothèque interuniversitaire de médecine Girêdana arşîvê 2014-04-21 li ser Wayback Machine e.

  1. ^ Derdilî, Bûrak (16 kanûna pêşîn 2023). "Etîmolojî û Kurtedîroka Ajalnasîyê - Nûhev Co. %100 Kurdî" (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 hezîran 2026.
  2. ^ Andreas Vesalius (1543). De humani corporis Fabrica, Libri VII (bi latînî). Basel, Switzerland: Johannes Oporinus. Ji orîjînalê di 1 îlon 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 tebax 2010.
  3. ^ West, John (1985). "Ibn al-Nafis, the pulmonary circulation, and the Islamic Golden Age". Journal of Applied Physiology. 105 (6): 1877–1880. doi:10.1152/japplphysiol.91171.2008. PMC 2612469. PMID 18845773.
  4. ^ Claudii Galeni Pergameni (1992). Odysseas Hatzopoulos (edîtor). "That the best physician is also a philosopher" with a Modern Greek Translation. Athens, Greece: Odysseas Hatzopoulos & Company: Kaktos Editions.
  5. ^ Theodore J. Drizis (Fall 2008). "Medical ethics in a writing of Galen". Acta Med Hist Adriat. 6 (2): 333–336. PMID 20102254. Roja gihiştinê 7 tebax 2010.
  6. ^ Brian, P., 1977, "Galen on the ideal of the physician", South Africa Medical Journal, 52: 936–938 pdf Girêdana arşîvê 2021-02-24 li ser Wayback Machine
  7. ^ Frede, M. and R. Walzer, 1985, Three Treatises on the Nature of Science, Indianapolis: Hacket.
  8. ^ D.E. Eichholz, 1951, Galen and His Environment, Greece & Rome 20 no. 59, Cambridge University Press, p. 60–71
  9. ^ Elizabeth C. Evans, 1956, Galen the Physician as Physiognomist, American Philological Association
  10. ^ James E. McClellan III; Harold Dorn. Science and Technology in World History: An Introduction. JHU Press; 14 April 2006. ISBN 978-0-8018-8360-6. p. 92.
  11. ^ Philip van der Eijk: Translating Galen  Girêdana arşîvê 2013-12-19 li ser Wayback Machine
  12. ^ Philip van der Eijk: Translating Galen Girêdana arşîvê 2013-12-19 li ser Wayback Machine
  13. ^ Houston 2003, r. 45-47.
  14. ^ Rosen RM. Review of Vivian Nutton (ed.) Galen. On My Own Opinions. Corpus Medicorum Graecorum 5.3.2 Galeni De Proprius Placentis. Bryn Mawr Classical Review August 24 2000
  15. ^ Nutton, Vivian (7 adar 1990). "The Patient's Choice: A New Treatise by Galen". The Classical Quarterly. 40 (1): 236–257. doi:10.1017/s000983880002694x. JSTOR 639325.
  16. ^ "Galen - Internet Encyclopedia of Philosophy". www.iep.utm.edu.