Gavrilo Princip
Xuyakirin
Gavrilo (Gavre) Princip (bi sirbî: Гаврило Принцип; * 13ê tîrmehê/25ê tîrmehê 1894 li Oblyay nêzîkî Bosansko Grahovo, Bosna; m. 28ê nîsanê 1918, Terezîn) Sirbekî ji Bosnayê ye ku çalakiya kuştinê li dijî mîrê Awûstûrya-Hûngarya Franz Ferdinand pêk anîbû.
Wekî tê zanîn ev çalakî bû sedem ku Şerê Dinyayê yê I. destpêbike. Wî ev çalakiya xwe li Sarajevoyê di 28ê hezîranê 1914î de lidarxist. Piştî bûyerê tê girtin û di zîndanê de ji serma û birçîbûnê bi nexweşiya tûberkûloza hestiyan dikeve û jiyana xwe jidestdide. Ji aliyê hin Sirban ve hîn jî wekî lehengekî tê dîtin.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |