Gazên serayê
Gazên serayê, gazek e ku enerjiya radyanê di nav rêza infrasor a termal de vedihewîne û belav dike ku dibe sedema bandora serayê.[1] Gazên serayê yên sereke yên di atmosfera dinyayê de, dûkel a avê (H2O), karbondîoksît (CO2), metan (CH4), nîtrooksîtê (N2O) û ozon (O3) e.[2] Dema ku gazên serayê nebûna, germahiya navînî ya rûyê erdê dê li cihê 15°C (santîgrat) ê, −18°C, (santîgrat) bûya.[3][4][5] Xeyn ji astmosfera dinyayê li atmosferên Venus, Mars û Tîtanê jî gazên serayê hene.[6]
Xebatên mirovî ji destpêka Şoreşa Pîşesaziyê ve (li dora sala 1750an) tansiyona karbondîoksîtê ya atmosferê ji sedî 50 zêde kiriye, ji sala 1750an vir ve ji 280 ppm-an heta sala 2022an, gihîştiye 421 ppm-an.[7] Herî dawîn berê 3 milyon sal giraniya karbondîoksîtê di atmosferê de wiha zêde bûye.[8] Ev zêdebûn tevî vegirtin zêdetirî nîvê karbona heyî ya ku ji aliyê cûrbecûr jêderên karbonê yên xwezayî ku tê vegirtin, di çerxa karbonê de pêk hatiye.[9]
Li gorî rêjeyên belavbûna gaza serayê ya heyî, dibe ku germahî bi 2°C (santîgrat) zêde bibe, ku Panela Navdewletî ya Guherîna Avhewa ya Neteweyên Yekbûyî (IPCC) dibêje sînorê jorîn e ku heta sala 2050an ji astên "xetere" dûr bikevin.[10] Piraniya belavbûna karbondîoksîtê ya antropogenîk ji şewitandina sotemeniyên fosîl, bi taybetî komir, neft û gaza xwezayî, digel tevkariyên zêde yên ji hilberîna çîmentoyê, hilberîna zibilê, birînên darên daristanan û guhertinên din ên di karanîna axê de tê.[11][12]
Gazên serekeyên serayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gazên serayê yên sereke (GSS) ku bi xwezayî di atmosferê de hene ev in:
- Dûkela avê (H2O) û dilopên ava ewrê ku ji %72 ji bandora serayê ya xwezayî berpirsiyar in. Germbûna gerdûnî herikîna avê zêde dike ku erd pê zuha dibe ku bandora serayê zêde dike û okyanûsan germ dike.
- Karbondîoksîd (CO2) ku ji %65ê bandora serayê ya antropogenîk berpirsiyar e ku ji sala 1750an vir ve 47% zêde bûye.
- Metan (CH4) ku ji %17 bandora serayê ya antropogenîk berpirsiyar e ji ber potansiyela germbûna gerdûnî ya bilind, 34 qat ji ya bandora CO2 ya 100 salan de, wekhev e.
- Oksîda nîtros (nîtrooksîd) (N2O).
- Ozona troposferîk (O3)
Gazên serayê yên pîşesaziyê jî Halokarbonên wiha vedihewînin:
- hîdrokloroflorokarbonên, wekî HCFC-22 (bi freon).
- Kloroflorokarbonên (CFC).
- Hîdroflorokarbonên (HFC).
- Karbon tetraflorur (CF4);
- Sulfur heksaflorur (SF6) ve trîflorometîl sulfur pentaflorur (CF3-SF5)
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 17 çiriya paşîn 2018. Ji orîjînalê (PDF) di 17 çiriya paşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 13 çiriya pêşîn 2022.
- ↑ "NASA GISS: Science Briefs: Greenhouse Gases: Refining the Role of Carbon Dioxide". web.archive.org. 12 kanûna paşîn 2005. Ji orîjînalê di 12 kanûna paşîn 2005 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 13 çiriya pêşîn 2022.
- ↑ Karl, T. R. (5 kanûna pêşîn 2003). "Modern Global Climate Change". doi:10.1126/science.1090228.
{{cite journal}}
: Cite journal requires|journal=
(alîkarî) - ↑ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 26 çiriya paşîn 2018. Ji orîjînalê (PDF) di 26 çiriya paşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 13 çiriya pêşîn 2022.
- ↑ "Water Cycle - Science Mission Directorate". web.archive.org. 17 kanûna paşîn 2009. Ji orîjînalê di 17 kanûna paşîn 2009 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 13 çiriya pêşîn 2022.
- ↑ "Download Limit Exceeded". citeseerx.ist.psu.edu. Roja wergirtinê: 13 çiriya pêşîn 2022.
- ↑ "Carbon dioxide now more than 50% higher than pre-industrial levels". www.noaa.gov (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 13 çiriya pêşîn 2022.
- ↑ "Climate Change: Atmospheric Carbon Dioxide | NOAA Climate.gov". www.climate.gov (bi us-EN). Roja wergirtinê: 13 çiriya pêşîn 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: unrecognized language (link) - ↑ US Department of Commerce, NOAA. "Global Monitoring Laboratory - Carbon Cycle Greenhouse Gases". gml.noaa.gov (bi American English). Roja wergirtinê: 13 çiriya pêşîn 2022.
- ↑ Hausfather, Zeke (4 kanûna pêşîn 2020). "Analysis: When might the world exceed 1.5C and 2C of global warming?". Carbon Brief (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 13 çiriya pêşîn 2022.
- ↑ US EPA, OAR (12 kanûna paşîn 2016). "Global Greenhouse Gas Emissions Data". www.epa.gov (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 13 çiriya pêşîn 2022.
- ↑ "AR4 SYR Synthesis Report Summary for Policymakers - 2 Causes of change". web.archive.org. 28 sibat 2018. Ji orîjînalê di 28 sibat 2018 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 13 çiriya pêşîn 2022.