Here naverokê

George Frederick Harris (wênesaz)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
George Frederick Harris
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Mirin
Hevwelatî
Keyaniya Yekbûyî ya Brîtaniyaya Mezin û Îrlendayê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe

George Frederick Harris (30ê çiriya pêşîn a 1856an – 14ê hezîrana 1924an) wênesazekî wêlsî yê portreyê û dîmenan bû. Ew li Birmingham, West Midlands, Keyaniya Yekbûyî ji dayik bû.[1]

Harris piraniya jiyana xwe li Merthyr Tydfil, Wêlsê derbas kir, berî ku di sala 1920 de koçî Awistralyayê bike.[2] Ew li Sydney, Awistralyayê ji ber kulbûna masûlkeya dil û pişikkuliyê mir.[1]

George Harris di tebaxa 1882an de li Chelmsfordê (Essex,Keyaniya Yekbûyî) bi Jemima Reid Bowmen re zewicî. Du zarokên wan hebûn:Claude û Ethel Harris.Piştî hevberdanê, ew di sala 1901an de bi Rosetta Elizabeth Lucas re zewicî û ji wan re neh zarokên din hebûn. Di nav zarok û neviyên wî yên navdar de keça wî Pixie O'Harris, ku nivîskara pirtûkên zarokan û wênesaz bû û neviyê wî Rolf Harris, ku hunermend, muzîkvan û wênesaz bû.[2]

Harris, berî ku di sala 1920 de koçî Awistralyayê bike, li Kardîf, Wêlsa Başûr,serok û sekretêrê Civaka Hunerê ya Wêlsa Başûr[3] bû û li Merthyr Tydfilê karsaziyeke portreyê û wênegiriyê birêve dibir.[4]

Harris mason bû û di dema merasîma vekirina wê ya di sala 1896an de, Ustadê Damezrîner ê Fforest Lodge No. 2606 li Treharrisê bû.[5][6]

Muzexaneya û Galeriya Hunerê ya Cyfarthfa Castle li Merthyr Tydfilê berhevoka portreyên George Frederick Harris digire.[4] Du tabloyên George Frederick Harris ji salên 1893 û 1896 di sala 2005 de ji aliyê mala mezadê Bonhams ve hatin mezadkirin.[2] Îro zêdetir ji 40 tabloyên ku wekî berhemên Harris tên hesibandin li destê saziyên giştî an berhevokên hunerî yên giştî ne.

  1. ^ a b "Harris, George Frederick". Rootsweb (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 hezîran 2025.
  2. ^ a b c "Sale of Rolf's grandfather's art" (bi îngilîzî). 17 hezîran 2005. Roja gihiştinê 16 hezîran 2025.
  3. ^ Holden, Robert. "George Frederick Harris & Jemima Harris Divorced, Children, Joint Family Tree & History - FameChain". Cultural Advice (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 hezîran 2025.
  4. ^ a b "Merthyr Tydfil Museum & Art Gallery | Artist Biographies". www.artbiogs.co.uk (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 hezîran 2025.
  5. ^ "Fforest Lodge, No. 2606". The Freemason's Chronicle (bi îngilîzî). 7 çiriya paşîn 1896. Roja gihiştinê 16 hezîran 2026.
  6. ^ "History of Fforest Lodge No. 2606" (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 hezîran 2026.