Gerardus 't Hooft

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

{{jînedank |wêne=Gerard 't Hooft.jpg |sernavê_wêne=Gerardus 't Hooft]]

Gerardus 't Hooft (jdb. 5ê tîrmeha 1946an li Den Helder) fizîknasekî Holandî ye. Sala 1999î bi tevî Martinus J.G. Veltman, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gerard 't Hooft perwerdeya xwe ya amadeyî sala 1964î li Dalton Lyceum li Den Haag bidawî dike. Heya 1966î li zanîngeha Utrecht, perwerdeya matematîk û fîzîkê dibîne. Sala 1969î perwerdeya xwe ya bilind jî li heman zanîngehê dike.

Bo demekê kurt li Harvard û Stanfordê dimîne û sala 1977î li Utrechtê dibe profesor. Wekî profesorekî mêvan sala 1981î diçe Caltech, sala 1988î zanîngeha Boston û 1989î jî diçe zanîngeha Duke.

Saka 1972î bi Albertha Anje Schik re evînmarî bûye (zewiciye) û bi navên Saskia Anne û Ellen Marga du keçikên wî hene.

Xebat û girîngî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di zanînên li ser qûarkan de reformên nû pêk aniye. Teoriyên Yang-Mills ên derbarê birrînên sîmetrîk ên spontan îsbat kiriye. Dîsa bal kişandiye ser angaşta qûantan a bi navê azadiya asîmptotîk.

Bi tevî Leonard Susskind li ser Gravîtasyonteorî rawestîne û prînsîpên holografîk keşfkirine. Ew endamê akademiyên keyserî yên Beljîk û Holandî ye. Herwiha endamê akademiya zanistî ya fransî ye jî.

Asteroîd 9491, bi navê wî Thooft hatiye binavkirin.

Hin ji berheman (ne bi zimanê Kurdî ne)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]