Germahî (fizîk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Germahî di fîzîkê û termodînamîkê da yek ji saloxetên fîzîkî yên her pergalekê ye û bi zimanê xwero wekî sarî û germahiyê dihêt hestkirin. Dema di navbera du tiştan da çi veguhastineka germayê neqewimit, ramana wê ew e ko têhna herduan bi qasî hev e.

Germî navincîn anko mueddela wizeya (enerjiya) liva ya molekulên keristeyekî ye. Ev livîn ligoreyê keristeyî dihêt guhartin. Di reqan da mumkin e tenê velerzîneka atoman bit. Lê di gazeka mînakî da, livîn mumkin e hatin-û-çûneka azad ya molekulên wê gazê di simtên cidacida da bit: zivirîn an velerzin. Pileya azadî ya molekulan çend zûdetir bi wesa jî têhna keristeyî zûdetir e.

Têhn bi hestkirinê jî dihêt pîvan. Ew hest dikin ka tişt "gerim" an "sar" in. Lê ev hest ne gelek deqîq û bawerbar e. Dema em jibo çend deqîqeyekan destê xwe bikîn nav aveka gelek sar û qerisî da û paşî di gavê da destên xwe bikîn nav aveka sar da, em dê hest bikîn ko me destên xwe kirine nav aveka gerim da. Anko hestên me dikarin me bixapînin. Lewma amîr û alavên pîvana têhnê hene ko ji bandora germayê liser keristeyî mifayê dibînin. Gerimkirina keristeyî ne tenê têhna wî tiştî zûde dikit, ew hindek bandorên dî jî li saloxetên fîzîkî yên keristeyî dikit ko bi sanahî û bi hûrî dihên pêvan. Dema têhn bihêt guhartin, keriste çirvdiçit an dipuşit, şiyana keristeyî jibo gehandina karevayê kêmtir an zêdetir dibit, û heta dawiyê. Lewma amîr hene ko van guhartinan bi hûrî dipîvin û em wan wekî têhinpîv anko termometer bikardiînin.

Germpîvên malan çirveçûn û puşîna şileyekê di nav lûleyeka şîşeyî da dipîvin. Dema têhin zêde bibit şileyê rengîn di nav lûleyê da dipuşit û qedereka zêdetir ji valahiya nav lûleyê tijje dikit û em hijmareka zêdetir dixwînin.

Germpîv bi gelek awayan hatine pilandin anko dercederecekirin. Niha li tevaya cîhanê (çend welatekên mîna Emrîkayê û Miyanmarê nebin) pileyên Selsiyus dihên bikarînan. Lê li Emrîkayê pileyên Farinhayt li kar in. Pirraniya zanistvanên cîhanê, parek ji yên Emrîkayê jî, zêdetir pileyên Kelvin bikardiînin, ko di koka xwe da her pileyên Selsiyus in, lê sifira Kelvin 273.15 pileyan ji sifira Selsiyusî kêmtir e.