Here naverokê

Gerstêrk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gerstêrkên li dora rojê digerin

Gerstêrk, gerestêr, hesare, rojger, rojgerk, rojgeran, rojgêran, seyare, exter[çavkanî hewce ye] cîsimên esmanî yên Rojbendê ne ku li dor Rojê dizivirin.

Li goreyî Yekîtiya Navneteweyî ya Stêrnasiyê, desteka fermî jibo navlênanên stêrnasî, gerstêrk ji bo dozena Rojêa me wiha dihêt pênaskirin: gerstêrk keristeyekê esmanî ye ko (a) têra giranhêza (gravity) xwe bariste hebit da bikaribit li rastî sertûyê req bin dest bikit û awayekê hevseng ji hevsengiya Hîdrostatîk anko nêzîkî groveriyê bi xwe ve bigrit, (b) li ser dewseka diyarkirî li dor rojê bizivrit û (c) derdora dewsa xwe pakij kir bit.

Dema mirov bi çavan li stêran dinihêre, li esmanan diçûrisin, ronahiya wan vêdikeve û vedimire. Ji ber ku ew gelekî dûr in û ronahiya wan lawaz e, ew ronahî di rê de dişikê. Ji ber vê jî mirov dibêje qey stêrk vêdikevin û vedimirin. Lê gerstêrk ne wisa ne. Ronahiya wan sabît e, ronîtir xuya dikin.

Li goreyî vê pênaskirinê, dozena Roja me 8 gerstêrk hene: Tîr, Gelawêj, Erd, Behram, Bercîs, Keywan, Uranûs û Neptûn.

Gewşînên Gerstêrkan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Rêz Nav Çapa Ekvatorî Bariste Periyoda gerê
(roj)
Hejmara peykê Xwariya Tewereyê Pêkhateyên Mehwayê

(Atmosfer)

1. Tîr 0.382 0.06 58.64 0 0.04° kêmtirîn(asgarî)
2. Gelawêj 0.949 0.82 −243.02 0 177.36° CO2, N2
3. Erd 1.00 1.00 1.00 1 23.44° N2, O2, Ar
4. Behram 0.532 0.11 1.03 2 25.19° CO2, N2, Ar
5. Berçîs 11.209 317.8 0.41 67 3.13° H2, He
6. Keywan 9.449 95.2 0.43 62 26.73° H2, He
7. Ûranûs 4.007 14.6 −0.72 27 97.77° H2, He, CH4
8. Neptûn 3.883 17.2 0.67 14 28.32° H2, He, CH4
Wateya Rengan:   Gerstêrkên bejayî   Dêwê gazê   Dêwê Cemedê .

Vedîtina Gerstêrkek Ku Dibe Sedema Bileztir Zivirîna Stêrka Xwe!

Gerstêrkek mezin ku li derveyî menzûmeya Şemsî ye, hin nêzîkê stêrka xwe ye ku bi gera xwe ya li dora stêrka mak, leza zivirîna wê diguherîne.

Mişterî yan heman Jupiter Girêdana arşîvê 2013-07-11 li ser Wayback Machine ku mezintirîn gerstêrka menzûmeya Şemsî ye, bala gelek stêrknasan kişandîye ser xwe û di zanista stêrnasiyê da hin wê wek Gerstêrk*Stêrk bilêv dikin. Ya rast ew e ku Mişterî û gerstêrkên wek wê, hin mezin in ku xwediyê taybetmendiyên stêrkan in û tenê kelîna dendikî di nav wan da pêk naye.

Hin lêkolerên zanîngeha Prınceton[girêdan daimî miriye]’ê bi hevkariya çend navendên din yên lêkolînan, karîne gerstêrkek pir pir ecêb bibînin. Mezinahiya wê 1.34 qasî Mişterîyê ye û fasileya wê ji stêrka mak jî, pir nêzîktir e ji ya Etarud, Tîr yan heman Mercury, ji Tava me. Navê vê gerstêrka sosret HATS-18[girêdan daimî miriye]’e ye. Fasileya wê ji me, 2100 sala Ronahîyê ye û bi lezeke ecêb li dora stêrka xwe digere. Leza wê ya li dora stêrka wê, hin zêde û mezin e ku tenê rojeke 24 seetî ji wê gera li vedora stêrka xwe, pêwîst e.

Jiber çirî, bariste û leza wê ya ecêb, di her gera xwe ya li dora stêrka xwe da, li ser rûbera stêrkê, bandorên hilkişîn û daketina pêlan (Cezr û Med ) dayndide. Ev yek jî li ser navenda hêza stêrkê, bandorê dike. Ya rast di navbera stêrk û gerstêrkê da meydaneke kaşokî çêdibe ku dibe sedema kaşbûna Pêldaketina han ya li ser vedora ser rûbera gerstêrkê. Ev yek tam dişibe bandora megneta nêzîkê rûpelek ku perçeyên hesina li ser wê ne.

Leza vê gerstêrkê ecêb, hin zêde ye ku di her 28 saln da, deqeyek ji dema zivirîna wê ya li dora stêrka mak, kêm dibe û ev deqîqe jê re qeyd(save) dibe. Bandora dualî ya vê stêrk û gerstêrkê, dibe sedema guhartina leza zivirîna dicihêxwe û ya veguhestinê ku fenomeneke pir nû ye. Lêkoler, hêwîdar in ku lênêrînên ku li ser pergalên stêrk û gerstêrkên navbirî tên kirin, bibin sedema dîtina sirrên peydabûna pergalên gerstêrk û menzûmeyên Tavîn.

Jêder: bigbangpage.com

newscientist.com

popularmechanics.com

https://arxiv.org/abs/1606.00848

Vedîtina Mezintirîn Gerstêrk Di Menzûmeyeke Cotstêrkî Da

Eger hûn li Şekla Felekiya Teyredeyan yan heman Sûreta Felekiya Makiyan (Constellation of poultry) baş binêrin hûnê li mezintirîn gerstêrka keşfbûyî ya ku li dora du stêrkan da digere, rast werin. Helbet ronahiya vê gerstêrka ecêb pir pir kêm e loma jî bi çavê merivan naye dîtin.

Ev gerstêrk wekî gerstêrka Tatooine Girêdana arşîvê 2013-07-31 li ser Wayback Machine ya ku di fîlma Şerê Stêrkan da hatîye nîşandan e û du Tavên wê jî hene. William Welz ê stêrknas ji zanîngeha eyaleta San Diego di meqaleyek xwe da wiha dibêje: Dîtina gerstêrkên ku li dora du stêrkan digerin pir pir ji dîtina yên ku tenê li dora stêrkekê digerin dijwartir e. Dema geryana Gerstêrkên cotstêrkî, ya li dora Tavên wan, rêkopêk û tekûz nîne û di dema zivirîna xwe da jî, hereketên cihê û kûr di vedora xwe da, pêktînin.

Yekem car Lawrence Livermore, stêrknasê SETİ bû ku bi vê meselê hesya lê hingî jibo şirovekirina çawaniya gera han ya li dora du stêrkan re, qe ne çend sal pêwîst bûn. Lêmêzekirina hin ji stêrnasên amator yên li KELT[girêdan daimî miriye] ê(The Kilodegree Extremely Little Telescope) jî bû sebeba vedîtina gerstêrka KEPLER 1646b. Gerstêrka han di fasileya 3700 sala ronahî ji me da ye û temênê wê herî zêde 4.4 milyar sal e, temenê wê dişibe ya Goga Erdê lê bariste û mezinahiya wê dişibe ya Muşteriyê(Jupiter). Herd stêrkên wê jî dişibin Tavê, yek hinek jê mezintir e û ya din jî hin jê biçûktir e.

Dema Zivirîna gerstêrka navbirî ya li dora vedorên herd stêrkên wê, 1107 rojan e ku zêdetir e ji 3 salan. Ev dema zivirînê, zêdetirîn dema geryana gerstêrkeke derveyî menzûmeya Şemsî ya li dora Tavên xwe ye. Cihê ku ew lê ye, ciheke wisa ye ku jiyan dikare li wûr hebe lêbelê jiber ku gerstêrka gelek terikî, yanê KEPLER 1647b[girêdan daimî miriye], ji gaze çêbûye, ew bixwe nikare bibe cihek wisa ku jiyan lê hebe lê ev gerstêrk xwediyê çend heyvên mezin in ku jibo jiyanê pir pir cihên misayîd in.

Hêjayê gotinê ye ku temenê Kakêşana Riya Kadizê, 13.21 Milyar sal e.

Jêder: dailygalaxy

bigbangpage.com

http://exoplanet.eu/catalog/kepler-1646_b/

Herwisa binêre

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wîkîferheng Wîkîferheng: gerstêrk – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir