Here naverokê

Gianni Vernetti

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gianni Vernetti
Image dans Infobox.
Endama/ê Encûmena Nûneran a Komara Îtalyayê (d)
-
Undersecretary of State (en)
-
Member of the Senate of the Italian Republic (d)
-
Endama/ê Encûmena Nûneran a Komara Îtalyayê (d)
-
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Polîteknîk a Torînoyê (en) (heta an)
Statale di Milano (en) (heta an)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Partiyên siyasî
Partiya Demokratîk (en)
Democracy Is Freedom – The Daisy (en)
Federation of the Greens (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper

Gianni Vernetti (jdb. 27 çiriya paşîn 1960) siyasetmedar û rojnamevan û nivîskarê îtalî ye.

Vernetti di 27ê çiriya paşîn a 1960î de li Torino, Îtalyayê hatiye dinyayê. Di sala 1985an de li Zanîngeha Polîteknîk a Torînoyê beşa Mîmariyê mezûn bû. Di sala 1987an de ji Zanîngeha Polîteknîk a Mîlanoyê doktoraya xwe di warê eolojiya bajarî de wergirt.

Di navbera 1993 û 1999an de ew bû cîgirê şaredar ê bajarê Torinoyê.

Vernetti di 2001 û 2008an de wekî endamê Encûmena Nûneran a Komara Îtalyayê (Camera dei deputati) di lîsteya L'Ulivo de hat hilbijartin.[1]

Di 2006an de ew wekî senatorê Komara Îtalyayê hat hilbijartin û di hikûmeta duyem a Romano Prodi de bû cîgirê wêzîrê karên derveyî (Vice Ministro agli Affari Esteri).[2]

Di warê xebata wî yê siyasî û diplomatîk de, wî bala xwe daye peywendiyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistana Iraqê de û gelek caran serdana Hewlêrê kiriye.[3]

Ji sala 2020an vir ve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vernetti ji gulanê 2020 ve nivîskarê rojnameya îtalî La Repubblica ye û gelek gotar û raporên wî yên derbarê krizên cîhanê, şerê navbera demokrasiyan û hêzên otorîter û şerên stratejî yên Rusya, Îran û Çînê de dinivîse.[4]

Ew mildarê opozîsyona welatên otorîter wekî Rusya, Çîn û Îranê ye. Herwiha ew piştgiriya Ukraynayê dike li dijî êrişa Rûsyayê, demokrasiya Taywanê diparêze û alîkariya Îsraêlê dike li dijî gef û êrişên Îran û hevalbendên wê Hemas û Hizbula û Hûsî.

Vernetti bi rojnamevan Laura de Donato re zewicî ye û çar zarokên wan hene.

  • Dissidenti. Da Aleksei Navalny a Nadia Murad, da Azar Nafisi al Dalai Lama: incontri con donne e uomini che lottano contro i regimi ("Dissidenti. Ji Aleksei Navalny heta Nadia Murad, ji Azar Nafisi heta Dalai Lama: hevdîtinên bi jin û mêrên ku dijî rejîmên otorîter têkoşin"). Mîlano: Rizzoli, 2022. ISBN 978-88-1-716162-6
  • Il nuovo Grande Gioco. Dal Giappone all’Ucraina: viaggio lungo la frontiera fra libertà e autoritarismo. Solferino Libri, Milano, 2025. ISBN 978-88-282-1798-5

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

(îtalî) Malpera fermî