Girê Mirazan
![]() Bermahiyên Girê Mirazan | |
![]() | |
Cih | Xirabreşk, Parêzgeha Rihayê, Tirkiye |
---|---|
Koordînat | 37°13′23″Bk 38°55′21″Rh / 37.22306°Bk 38.92250°Rh |
Cure | Peristgeh |
Dîrok | |
Avakirin | Hezarsala 10em b.z. |
Terikandin | Hezarsala 8em b.z. |
Heyam | Neolîtîka A heta B |
Agahiyên cihê | |
Vedîtin | 1963 |
Roja kolandinê | 1995–heta îro |
Arkeolog | |
Rewş | Baş parastî |
Navê fermî | Göbekli Tepe |
Cure | Çandî |
Krîter | (i), (ii), (iv) |
Destnîşankirin | 2018 (kombûna 42em) |
Hejmara referansê | 1572 |
Terefa dewletê | Tirkiye |
Herêm | Rojhilata navîn |
Girê Mirazan[1][2][3] an Xirabreşk[4] / Xerabreşkê[5] (bi tirkî: Göbeklitepe "Girê navikê / Girê navokê"), cihekî arkeolojîk ê neolîtîkê ye ku li nêzîkî gundê Xirabreşkê yê Rihayê ye[6] û dibe cihê bermahiyên perestgeha herî kevn a cîhanê be.[7]
Dirêjiya vî girê destçêkirî 15 metre ye, tîreya wî nêzîkê 300 metre ye,[8] û nêzîkî 760 metre ji asta behrê li jor e. Ev du qonaxên bikaranînê dihundirîne. Li gorî arkeologê alman Klaus Schmidt, kaşif û vekolerê vî girî, armanca bikaranînê civakî yan dînî bû[9] û ji hezarsala 10ê-8ê b.z. maye.[10]
Di qonaxa yekem de, ya ku di dema Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic A) de pêk hatiye, stûnên kevirî yên bi şiklê T-yê hatine çikandin — ev stûn megalîtên herî kevn ên dinyayê ne.[11] Dîroka van megalîtan hatiye diyarkirin ku ji sala 9.500 b.z. mane û ev megalît 5.500 sal ji bajarên yekem ên Mezopotamyayê û 7.000 sal ji Stonehengeê mezintir in.[12] Di qonaxa duyem de, ya ku di dema Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic B) de pêk hatiye, stûnên çikandî biçûktir in û li odeyên çargoşeyî yên bi zemînekî kirêc de radiweste.
Ji 200î zêdetir stûn nêzîkî di 20 çemberan de bi rêya lêkolînên jeofîzîkî ve hatine kişfkirin (heta gulana 2020an). Dirêjiya her stûnan nêzîkî 6 metre ye û giraniya wan digihîje 10 tonan. Li erdî, qulên taybet hatine kolandin û her stûn li wan qulan hatine rûniştandin.[9]
Piştî dema Neolîtîka B ya berî Cervaniyê, Girê Mirazan hatiye terikandin. Hûrguliyên armanca avahiyê ne eşkere ne. Ji sala 1996an ve kolandin ji aliyê Înstîtûta Arkeolojiyê ya Almanî ve berdewam dike, lê beşên mezin hîn jî nehatine kolandin.
Girê Mirazan di 2018an de ji aliyê UNESCOyê ve wekî Kelepora Cîhanê hatiye destnîşankirin.[13]
Konteksta kronolojîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girê Mirazan di dema Neolîtîka berî Cervaniyê de (qonaxa herî pêşîn a serdema neolîtîkê) hatiye avakirin û mirov lê dijîn, ku dîroka wê di navbera 9600 b.z. û 7000 b.z. de ye.[14] Neolîtîka berî Cervaniyê di dawiya Pleîstosenê (Serdema Qeşayê ya dawîn) de dest pê kiriye. Di dema Neolîtîka berî Cervaniyê de "destpêka jiyana gundan li Asyaya Başûr-Rojavayê"[15] û li cîhanê yekem jîngehên mirovan ên mayinde hatine pê.[15][16] Gundên Neolîtîka berî Cervaniyê ji komên xaniyên kevir an kerpîçan[15] û carinan jî avahiyên abîdeyî yan "civakî" ên girîng pêk dihatin.[16]
Tê texmînkirin ku şêwejiyana şêniyên Girê Mirazan nêçîrvanî û komkerî bû lê belê şênî herî kêm demekê li gundan dijiyan.[17] Dîsa jî heta niha delîla jiyana li gundan nehatiye dîtin. Bi rêbaza radyokarbonê, dawiya Qonaxa III dikare li dîroka 9000 b.z. were diyarkirin, lê belê hin arkeolog hîpotez dikin dibe ku devera bilindkirî di 10.000 b.z. an pêştir de, yanî di dawiya Pleîstosenê de wekî navendeke dînî hatibe bikaranîn.[çavkanî hewce ye]
Li gorî texmînên arkeologan ji bo derxistana stûnên giran ji kanên keviran û barkirina 100-500 metre heta gir nêzîkî 500 kes hewce bû.[18] Giraniya stûnan 10-20 ton bû.[19]
Dîroka vedîtin û lêkolînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî kişfkirinê, girê ku Girê Mirazan li ser e, ji aliyê xelkê ve wekî cihekî pîroz dihate dîtin.[2][20]
Girê Mirazan yekem car ji hêla Zanîngeha Stembolê û Zanîngeha Chicagoyê ve bi rêya lêgerînên arkeolojîk di sala 1963an de hatiye dîtin.[21] Arkeologê amerîkî Peter Benedict tarîxa amûrên kevirî yên ku ji gir hatine berhevkirin wekî Neolîtîka A ya berî Cervaniyê diyar kiriye[22] lê perçeyên jorîn ên stûnên bi şiklê T-yê wek kêlikên gorê xelet nîşan daye û bawer kiriye ku goristaneke Bîzansê li serî qonaxa pêşdîrokî heye.[23] Li ser gir ji zû ve çandinî dihate kirin, û çend nifşên niştecihan bi gelemperî ji bo paqijkirina zêviyê kevir bar kiribûn û li cihekî kom kiribûn. Dibe ku loma tebeqeyên jorîn ên gir xirab bûn. Herwiha dibe ku carinan cotkar hewl dabin ku hin stûnan bişkînin, ji ber ku bi xeletî bawer kiribûn ku ew kevirên normal in.[9]
Li çiriya pêşîn a 1994an,[24] arkeologê alman Klaus Schmidt, ê ku berê li Newala Çorî dixebitî, li cihekî din digeriya ku bikolîne. Wî lîteratura arkeolojiyê ya li ser wê herêmê nirxandiye, rastî vegotina kurt a lêkolînerên Chicagoyê ya ji sala 1963an li ser Girê Mirazan hatiye û biryar daye ku vî cihî ji nû ve vekolîne. Ji ber ku berê avahiyên bi heman rengî li Newala Çorî dîtibû, wî ihtimala ku wan kevir û stûnan berî dîrokê mane nas kiriye. Wî di sala 1995an de dest bi kolandinê kiriye û di demeke kurt de yekem stûnên mezin ên bi şiklê T-yê derxistine.[9] Schmidt li ser navê Muzeya Rihayê û Înstîtûta Arkeolojiyê ya Almanî heta mirina xwe (2014) kolandinan bi rê ve birine. Ji hingê ve, lêkolîna Înstîtûtê li ser gir ji hêla Lee Clare ve tê birêvebirin.[13] Kolandinên vê dawiyê bi qasî yên Schmidt mezin nînin, bi gelemperî li ser belgekirin û parastina cihên ku berê hatine kolandin disekinin.[25]
Avahîsazî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Girê Mirazan şiklekî geometrîk dişopîne. Ev şikil sêgoşeyek e ku her goşeya wê wekhev in û dorpêçên A, B û D bi hev ve girê dide. Ev tê vê maneyê ku kesên ku Girê Mirazan ava kiriye, herî kêm xwedî zanîna geometriyê ya seretayî bûn. Lêgerîneke ji sala 2020an bi navê "Geometrî û Plankirina Avahîsaziyê li Girê Mirazan" (bi inglîzî: Geometry and Architectural Planning at Göbekli Tepe) dide pêş ku dorpêçên A, B û D hemû ji kompleksekê pêk tên û tê de hiyerarşiyek heye ku dorpêça D li herî jor e. Ev lêgerîn red dike ku her dorpêç yek bi yek hatine avakirin û bikaranîn.[26]

Kanên keviran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Platoya herêmê ji ber erozyon û kanên keviran guheriye, ku ev guherîn hem di serdema Neolîtîkê hem jî serdemên klasîk de pêk hatiye. Çar coyên ku dirêjiyên wan 10 metre û berfirehiyên wan 20 santîmetre ne li başûrê platoyê hene. Ew co wek bermahiyên kanên kevnare tên şirovekirin ku qalibên çargoşeyî jê hatine birin. Ihtimal e ku têkiliya wan bi avahiyeke çargoşeyî ya ku tenê bingeha wê hatiye heta îro heye. Tê gotin ku ev avahî bermahiyên birceke nobedariyê ya romayî ye, lê ew tenê texmînekê ye.[27] Avahiyên li platoyê bi gelemperî encama derxistina keviran ji kanan e. Ew kan wek cihên derxistina kevirên gewre yên avahisaziyê hatine bikaranîn.
Gir[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li rojavaya gir, şiklekî mîna şêran hatiye dîtin. Li vî cihî parçeyên kevirê hestê û kevirê kilsî zêdetir hene. Ji ber vê yekê tê gotin ku ew der wek cureyekî kargeheke heykelan dihate şixulandin.[28]
Herwiha platformeke ku hatiye qutkirin û bi du qulan ku van stûnan hildida û sehneyeke pehn heye. Ev platform kompleksên ji Qonaxa III teqabil dike. Navê "kompleksa E" lê hatiye kirin. Ji ber ku dişibin avahiyên li Newala Çorî, ev kompleks carinan wek "Mabeda Kevirî" jî hatiye binavkirin. Zemîna wê bi dîqetî hatiye tiraşîn û pehnkirin. Li bakura rojavayê ya vî cihî qulên wek sarincan hene ku tên bawerkirin parçeyeke kompleksa E ne.[29]
Qonaxa III[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di vê qonaxa ewil a dîroka girî de cara pêşîn dorpêçên girover tên dîtin. Tîreyên wan ji 10 metreyê heta 30 metreyan diguhere. Taybetmendiyên wan yên herî girîng ev e ku li vir kevirên kils yên bi şiklê T-yê di nava dîwarên stûr yên hindûrîn de hatine danîn. Heta niha çar avahiyên girover mîna wan ji binê axê hatine derxistin. Lêgerînên jeofizîkî diyar dikin ku 16 dorpêçên din, di her yekê de heşt stûn hene, bi temamî 200 stûn di bin axê de ne. Ev stûn ji nêzîkî 100 metre dûr hatine anîn.[30]
Di navenda her çemberê de du stûnên ku ji yên din dirêj in rû bi rû radiwestin. Li serê çemberan banek hebû yan tinebû ne diyar e. Kursiyên kevirî yên ji bo rûniştinê hatine çêkirin di hundirê de hatine dîtin.[31] Gelek ji van stûnan bi pîktogramên neberbiçav û rolyefên heywanan ve hatine xemilandin. Dibe ku ev pîktogram sembolên pîroz ên ji herkesî ve dihate zanîn temsîl bikin, ku pîktogramên mîna van li neqşên şikeftên Neolîtîkê yên din de jî tên dîtin. Rolyef guhandarên mîna şêr, ga, beraz, rovî, xezal û ker; mar û xişokên din; xêzikên mîna tevnpîrk û çûk nîşan didin. Di wexta çêkirina vê avahiyê de xwezaya wê ihtimalên cuda bû, ku tê de daristanên ku van heywanan dijîn jî hebûn. Ji ber rûniştina însanan û çandiniyê ev der êdî bûye çol.[9]

Çend şiklên wekî mirovan jî li hunerê Girê Mirazan de heye. Li ser hin stûnên bi şiklê T-yê destên însanan hatine neqişandin, lê belê li gorî vekoler Schmidt ew mirovan (an jî belkî xwedawendan) temsîl dikin. Kevirên asoyî yên li jorê stûnan li gorî Schmidt milên mirovan temsîl dikin, ku tê maneya serên stûnan tinebûn.[32] Bi çi taswîrê (xwedawend, mirov, pêşiyên wan) ev stûn hatine çêkirin nayê zanîn.
Qonaxa II[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Afirandina dorpêçên çember ên di qonaxa III de piştre di qonaxa II de cihê xwe da çêkirina odeyên çargoşeyî yên piçûk. Avahiyên çargoşeyî li hemberî avahiyên çember valahiya heyî baştir bi kar tînin. Ew bi gelemperî bi derketina neolîtîkê re têkildar in,[33] lê stûnên bi şiklê T-yê, taybetmendiya sereke ya dorpêçên kevnare, di vir de jî hene. Ev diyar dike ku avahiyên qonaxa II ji bo çanda wan heman fonksiyonê pêk dianî, ihtimalên wek pîrozgeh.[34] Qonaxa II li Neolîtîka B ya berî Cervaniyê de ye. Bi riya metoda radyokarbonê dîrokên wan di navbera 8800 û 8000 b.z. de hatiyê nîşankirin.[35] Stûnên bi şiklê T-yê bi dirêjiya heta 1,5 metreyê di navenda odeyan de cih digirin.[36]
Stûneke kevirî ya ku dişibe totemekê di 2010an de qonaxa II ya li Girê Mirazan hatiye vedîtin. Ew 1,92 metre bilind e. Di totemê de sê şikl hene, ya herî jorîn lawirek, ihtimalên hirçek, û li binê wê jî şiklekî mîna însanek. Ji ber ku peyker xesar dîtiye, şîrovekirina wê bi tevahî ne zelal e. Parçeyên totemeke din a mîna wê jî nêzîkê 20 sal berê li Newala Çorî hatibû dîtin. Di heman demê de, qonaxeke Girê Mirazan a kevntir hin peykerên têkildar ên ku heywanên li ser serê mirovan nîşan didin hene.[37]
Qonaxa I[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Qonaxa I parçeya herî jor ya girî ye. Ev qonaxa herî tenik e, ku ji tortên sist ên ji ber erozyonê çêbûye pêk tê.
Li dora destpêka hezarsala 8an b.z. Girê Mirazan girîngiya xwe winda kiriye. Pêşveçûna çandinî û kedîkirina ajalan li jiyana mirovahiyê ya li herêmê rastiyên nû pêk anîne, û "Bexçeyê heywanan a Serdema kevirî" (gotineke Schmidt a bi taybetî li ser Qonaxa III, Dorpêça Dyê) çi girîngiya xwe ji bo civaka xwe ya kevn a nêçîrvan û komker hebû winda kiriye. Lê belê, ev cih nehatiye terikandin û jibîrkirin da ku hêdî hêdî ji hêla hêmanên sirûştî ve werin hilweşandin, dewsa wê, her dorpêça gir bi zanebûnî di binê 300-500 metresêcar herî û keviran de hatiye binaxkirin, pê re girekî çêkirî bi piranî ji perçeyên keviran û amûrên kevirî pêk tê çêkirine. Di cihê dagirtî de gelek hestiyên heywanan û hetta yên mirovan jî hatine dîtin.[38]
Girîngî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Girê Mirazan ji hêla hinekan ve wekî vedîtineke arkeolojîk a xwedî girîngiyeke mezin tê dîtin ji ber ku ew dikare têgihiştina qonaxeke girîng a di pêşketina civaka mirovan de bi kûrahî biguherîne.[39] Hin lêkolîner bawer dikin ku avakirina Girê Mirazan dibe ku bûbe alîkar di pêşketina şaristaniya bajarî ya paşîn de, an jî, wek vekolêr Klaus Schmidt got, "Pêşî perestgeh hat, paşê bajar."[40]
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Arkeolog Cemal Özçelik "Kêmasîya ku li Girê Mirazan derketîye holê bêdewletbûna kurdan e" Girêdana arşîvê 2021-06-02 li ser Wayback Machine
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
- ↑ Kosen, Hesen (24 tîrmeh 2019). "Girê Mirozan Rihayê dike navenda geshtyariyê". Kurdistan 24. Roja wergirtinê: 25 çiriya paşîn 2020.
- ↑ a b ""Kêmasîya ku li Girê Mirazan derketîye holê bêdewletbûna kurdan e" | Le Monde diplomatique Kurdî". diplo-kurdi.com. Ji orîjînalê di 2 hezîran 2021 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 27 adar 2021.
- ↑ Çîroka Girê Miraza behsa çi dike?, roja wergirtinê: 30 gulan 2021
- ↑ "XIRABREŞK - (Girê Miradan/Navokê) Göbekli Tepe". www.saradistribution.com. Roja wergirtinê: 31 gulan 2021.
- ↑ "Hunermend çûn Xirabreşkê". trtnuce.com. Roja wergirtinê: 31 gulan 2021.
- ↑ Bakırcı, Çağrı Mert (30 çiriya paşîn 2019). "Göbeklitepe Neyi Saklıyor? İnsanlık Tarihi İçin Neden Bu Kadar Önemlidir?" (bi tirkî).
- ↑ "Gobekli Tepe - the World's First Temple?". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 31 gulan 2021.
- ↑ Schmidt 2009.
- ↑ a b c d e Curry 2008.
- ↑ Oliver Dietrich; Jens Notroff (2015). "A sanctuary, or so fair a house? In defense of an archaeology of cult at Pre-Pottery Neolithic Gobekli Tepe". In Laneri, Nicola (ed.). Defining the Sacred: Approaches to the Archaeology of Religion in the Near East (bi îngilîzî). Oxbow Books. r. 75. ISBN 978-1-78297-685-1. Roja wergirtinê: 22 gulan 2020.
- ↑ Sagona, Claudia (25 tebax 2015). The Archaeology of Malta (bi îngilîzî). Cambridge University Press. r. 47. ISBN 978-1107006690. Roja wergirtinê: 25 çiriya paşîn 2016.
- ↑ Archeology; article; The Guardian on-line; (2008); assessed February 2021
- ↑ a b Centre, UNESCO World Heritage. "Göbekli Tepe". whc.unesco.org (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 1 tîrmeh 2018.
- ↑ Gresky, Haelm & Clare 2017.
- ↑ a b c Banning 2002.
- ↑ a b Watkins 2017
- ↑ The Guardian report 23 April 2008
- ↑ "Which came first, monumental building projects or farming?". Archaeo News. 14 kanûna pêşîn 2008.
- ↑ Taracha, Piotr (2009). Religions of second millennium Anatolia. Eisenbrauns. r. 12. ISBN 978-3-447-05885-8.
- ↑ "The guard of Göbeklitepe, humanity's 'ground zero'". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). 27 adar 2018. Roja wergirtinê: 5 nîsan 2021.
- ↑ Peter Benedict (1980): Survey Work in Southeastern Anatolia. In: Halet Çambel; Robert J. Braidwood (ed.): Prehistoric Research in Southeastern Anatolia I. Edebiyat Fakültesi Basimevi, Istanbul, pp. 151–191.
- ↑ Schmidt 2011.
- ↑ "Turkey's Ancient Sanctuary". The New Yorker. Roja wergirtinê: 26 tebax 2017.
- ↑ "Expedition Magazine - Penn Museum". www.penn.museum. Roja wergirtinê: 4 adar 2021.
- ↑ Kazanci, Handan (8 adar 2020). "Turkey: Conservation, not excavation, focus in Gobeklitepe".
- ↑ Haklay, Gil; Gopher, Avi (gulan 2020). "Geometry and Architectural Planning at Göbekli Tepe, Turkey". Cambridge Archaeological Journal (bi îngilîzî). 30 (2): 343–357. doi:10.1017/S0959774319000660. ISSN 0959-7743.
- ↑ Schmidt 2006, r. 105.
- ↑ Schmidt 2006, rr. 109–11.
- ↑ Schmidt 2006, r. 109.
- ↑ Schmidt 2000b, rr. 52–3.
- ↑ Mithen 2004, r. 65.
- ↑ Schmidt 2010, rr. 244, 246.
- ↑ Flannery & Marcus 2012, r. 128.
- ↑ Schmidt 2010, rr. 239, 241.
- ↑ Schmidt 2009, r. 291.
- ↑ Schmidt 2009, r. 198.
- ↑ The Göbekli Tepe ‘Totem Pole’. News & Notes from the Göbekli Tepe Research Staff – 2017-03-01
- ↑ Schmidt 2010.
- ↑ Symmes 2010.
- ↑ Schmidt 2000.
Bîbliyografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Banning, Edward B. (2002). "Aceramic Neolithic". In Peregrine, Peter N.; Ember, Melvin (eds.). Encyclopedia of Prehistory, Volume 8: South and Southwest Asia. Kluwer Academic/Plenum Publishers.
{{cite encyclopedia}}
: CS1 maint: ref duplicates default (link) - Curry, Andrew (2008). "Göbekli Tepe: The World's First Temple?". Smithsonian. Cild November 2008. ISSN 0037-7333.
{{cite magazine}}
: CS1 maint: ref duplicates default (link) - Flannery, Kent; Marcus, Joyce (2012). The Creation of Inequality. Cambridge MA: Harvard University Press. ISBN 978-0674064690.
{{cite book}}
: CS1 maint: ref duplicates default (link) - Gresky, Julia; Haelm, Juliane; Clare, Lee (2017). "Modified human crania from Göbekli Tepe provide evidence for a new form of Neolithic skull cult". Science Advances (bi îngilîzî). 3 (6): e1700564. doi:10.1126/sciadv.1700564. ISSN 2375-2548.
{{cite journal}}
: CS1 maint: ref duplicates default (link) - Mithen, Steven (2004). After the Ice:A global human history, 20,000–5000 BC. Cambridge MA: Harvard University Press. ISBN 0-67401570-3.
{{cite book}}
: CS1 maint: ref duplicates default (link) - Schmidt, Klaus (2000). "Zuerst kam der Tempel, dann die Stadt." Vorläufiger Bericht zu den Grabungen am Göbekli Tepe und am Gürcütepe 1995–1999". Istanbuler Mitteilungen (50): 5–41.
{{cite journal}}
: CS1 maint: ref duplicates default (link) - Schmidt, Klaus (2000b). "Göbekli Tepe, Southeastern Turkey. A preliminary Report on the 1995–1999 Excavations". Palèorient (Çapa CNRS). Paris (26.1): 45–54. ISSN 0153-9345.
{{cite journal}}
: CS1 maint: ref duplicates default (link) - Schmidt, Klaus (2006). Sie bauten die ersten Tempel. Das rätselhafte Heiligtum der Steinzeitjäger (bi elmanî). München: C.H. Beck. ISBN 3406535003.
{{cite book}}
: CS1 maint: ref duplicates default (link) - Schmidt, Klaus (2009). "Göbekli Tepe. Eine Beschreibung der wichtigsten Befunde erstellt nach den Arbeiten der Grabungsteams der Jahre 1995–2007". In Schmidt, Klaus (ed.). Erste Tempel – Frühe Siedlungen. 12000 Jahre Kunst und Kultur, Ausgrabungen und Forschungen zwischen Donau und Euphrat (bi elmanî). Oldenburg: Florian Isensee. ISBN 978-3899955637.
{{cite book}}
: CS1 maint: ref duplicates default (link) - Schmidt, Klaus (2010). "Göbekli Tepe – the Stone Age Sanctuaries: New results of ongoing excavations with a special focus on sculptures and high reliefs" (PDF). Documenta Praehistorica (XXXVII): 239–56. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 31 kanûna paşîn 2012. Roja wergirtinê: 30 gulan 2021.
{{cite journal}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) CS1 maint: ref duplicates default (link) - Schmidt, Klaus (2011). "Göbekli Tepe: A Neolithic Site in Southwestern Anatolia". In Steadman, Sharon R.; McMahon, Gregory (eds.). The Oxford Handbook of Ancient Anatolia: (10,000-323 BCE). Oxford University Press. ISBN 978-0195376142.
{{cite book}}
: CS1 maint: ref duplicates default (link) - Symmes, Patrick (2010). "Turkey: Archeological Dig Reshaping Human History". Newsweek (bi îngilîzî).
{{cite news}}
: CS1 maint: ref duplicates default (link) - Watkins, Trevor (14 tebax 2017). "From Pleistocene to Holocene: the prehistory of southwest Asia in evolutionary context". History and Philosophy of the Life Sciences (bi îngilîzî). 39 (3): 22. doi:10.1007/s40656-017-0152-3. ISSN 1742-6316.
{{cite journal}}
: CS1 maint: ref duplicates default (link)