Girê Mozan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Girê Mozan, ji aliyê bakur de
Nexşeya Girê Mozan

Girê Mozan, cihê bajarê Urkeş ya huriyan, şûnwarekî dîrokî û arkeolojîk yî girîng e ko dikeve Rojavaya Kurdistanê, li Sûriyê.

Cih[biguherîne]

Vekolîna li Girê Mozan ji sala 1984an ve dibin birêvebiriya Marilyn Kelly-Buccellati û Giorgio Buccellati de berdewam dike. Xerîte piraniya cihê vekolînê diyar dike. Dirêjayiya girê bilind nêzîkî 600 metrî ye, bajar û derdora wî nêzîkî 1500 metrî ne û bilindayiya gir ji erdê 28 metr e. Li gor vê êdî ev cih di dema boşiya xwe de dibe yek ji mezintirîn cihan li tevayiya Sûriyê, di salên hezarê sisiyan de yên Berî Zayînê. Ji bilî mezinbûnê rasitiyke dinî balkêş, ya Girê Mozan heye, ew jî homojeniya radeya niştecihbûna wê ye: weke ko em dibînin, delîlên darîçav, yên niştecihbûnê vî cihî diyar dibin, ji serê gir bigire ta binê wî û ta derdorên derve yên bajêr jî, hê ji hezarên sisiyan ve yên Berî Zayînê.

Herêm[biguherîne]

Deşta Xabûr li rojhilatê Sûriyê roleke sereke di pêşveçûna avakirina bajarvaniya kevn de leyistiye. Dibe ko wê di hin radeyan de bûye hemberê bajarvaniya bilind, ya Sûmeran li deşta heryane li başûr. Çandinî yek ji faktorên vê pêşveçûnê ye. Herêm weke îro, di heyamên berê de jî bi xêr û bêr bû. Çandiniya bi ava baranê her û her têrê dikir û pêwist nedikir, ko cotkar zeviyên xwe avbidin. Bi saya vê axa bi bereket, bajarên nû peydebûn, û hê di destpêka dîroka şaristaniyê de ev bajar mezinbûn. Bajarên mezin weke Chuera, Birak, Mozan û Leylên şahidên diyar, yên vê yekê ne.

Mirov dikare bi ewlekarî bibêje, ko sedema sereke ya mezinbûna hêza bajarekî weke Girê Mozan, cihê bajêr bû. Ew cih kilîta bazirganiya di nav çiyayên Anatoliyayê de, ev çiyayên bi madenê sifir (û dibe ko bi pîlê jî) zengîn û bajarvaniya mezin li, ya başûr de bû. Di vî warî de çiyayê Mêrdînê, yê di dîmenê Mozan de pir darîçav e, nîşan e; hejmara mezin, ya tiştên bronzî, di vekolînên me de, dibe ko delîlên giringiya Mozanê kevnare bin, çawa ko dergehê bazrganiya maden bû di dîroka Sûriyê ya kevn de.

Dîrok[biguherîne]

Weke hîpotêza kar, em goman dikin ko Mozan digehe bajarê kevnar Ûrkîş, yê ko li vê herêmê diket û ji mêj ve tê goman kirin, ko li cihê girê bajarê Amûdê be. Ji dema ko me karîbû, em xwe bispêrine rastiya, ko girêdana Ûrkîş bi girê Amûdê ve şaş e, em dibînin ko hemû argumentên ji bona Amûdê û Ûrkîş hatibûn bikaranîn li ser Mozan (ko li nêzîkî Amûdê girê herî mezin e, yê ji dema sê hezar salî ve BZ) û Ûrkîş pêktên. Tevlî ko armanca vekolînên piştre ew bû, da diyar bikin, ko Mozan ne Ûrkîşa kevnar e, lê dîse ev cih û profîlê navenda Hûriyên kevnare li hev tên: Hişkere ye ko Mozan sê hezar salên BZ gehabû radeya xweyî bilind, û du hezar sal BZ melûl bûbû û dawî gişt di nîvê du hezarsaliya BZ de wêran bûbû.

Sê hezar salên BZ heyama Ebla li rojava ye, û heyama Marî û Sûmeran li başûr e. Dibe ko rengekî taybetî ji çanda wêyî materyalî (arkîtektûr û nemaze sîramîk) bi destpêka bajarvaniya Hûriyan ve girêdayî be, çaxê ko Ûrkîş weke navenda siyasî û olî, ya sereke dihate naskirin. Di hebûna bajarvaniya Hûriyan de, ya sê hezar salan BZ de hinekî dîtinên cuda hene. Lêbelê dawiya dawî ko mirovên heyamên berê, yên li Mozan dijîn bigehine çi resenî jî, dîse rastî ew e, ko li vir bermayên bajarvaniya sûriyî kevnar darîçav in.

  • 5000 sal BZ Tel Xalaf
  • 4000 sal BZ destpêka Birak û Leylên; bandora Sûmeran
  • 3000 sal BZ destpêka Mozan û Chuera
  • 2500 sal BZ sûrha bajêrî hundur li Mozan; serê girê Mozan; pûtxana BA li Mozan
  • 2300 sal BZ Akadan Birak bindestkirin
  • 1800 sal BZ Heyama Xabûr: Herêma C1 li Mozan; serê girê Marî û Leylên
  • 1500 sal BZ Heyama nûzî: Herêma BH li Mozan; wêranbûna Mozan

Sûrha Bajêr[biguherîne]

Di bingeha jêr de, girê bilin bi sûrheke mezin hatibû rapêçan. Me li du cihên gir, yên cuda vekolabû, herêma K û S1. Mixabin, ko ew li ti deran bi mezinaya xwe, ya ko bêgoman di wextê xwe de çavên serdanvanan didagirt, nayê dîtin. Dîwarên sûrhê gelekî stûr bûn, ew ji kelpîçan hatibûn avakirin û dibe, ko bingeha wê gehabû latê ( hê dive bi vekolanê were derxistin), û bircên zêrevaniyê jî li hawîrdor di sûrhê de hatibûn avakirin. Kaşekî bilindî lihevhatî ji nav bajarê nizim dirabû û digeha binê sûrhê (çawa mirov bi rengekî ferehtir di kelehên heyama navîn de dibîne, weke li keleha bi nav û deng, ya Helebê); di dora vî girî de, dibe ko sengerekî ferehî tijî av jî hebû, lê eger wilo be jî, hê em di vekolanên xwe de negehanê. Dereng, di dawiya sê hezar salên BZ de, xwiya dike ko bajar tev dikeve bin rûdana jibîrkirinê, ji wê jî hew erkê parastinê yê gir dimêne û senger bi ax û kevirên ji avayiyên bajêr, yên hêrivtî tê dagirtin. Di parçê, ko me kolayî de, me kavilê embarekê dît, ew ji cihekî ji hundurê bajêr hatibû dagirtin û bi xitmeke giring hatibû muhrkirin, dibe ko xitma li ser derî be, dema wê jî ji nîvê sê hezarê sisiyan yên BZ ve ye (Destpêka Xanedaniya III).

Ji ber berdewamiya ferehbûna demografî, gerek e bihatana xwiyakirin, ko sûrheke din di wê demê de li derbedrê bajêr hatibû avakirin: di vî warî de lêkolîn ne bi misogerî hatine piştrastkirin jî, lê ferehbûneke ko dora bajêr tev dorpêç dike, tê dîtin. Di her radeyê de bêşik e, ji lêkolînên me û ji lêgerînên li herêma derveyî bajêr, ko ew jî parçekî ava bû ji bajêr, û ko ew jî tevayiya girê bilind ji heyama sê hezarên sisiyan yên BZ ve ye. Li herêmekê li derveyî bajêr, goristaneke hemdem hate dîtin û tê de jî komeke giranbuha, ya firaxên ji sîramîk û bronz hatine dîtin. Bo agahiyên nû li ser vê mijarê hûn dikarin kovara"Das Bild der Wiessenschaft" bixwînin.

Peykertiraşiya hezarsalên sisiyan BZ[biguherîne]

Di cihekî şewitî de, hema hinekî li pişt mihraba pûtxanê, me peykerê şêrekî dît. Peyker ji kevn bû û li gor delîlên stratîgrafî ew ji nîvê hezar salên sisiyan yên BZ ve ye. Peykerên şêran di embarên peykerên Sûmeran de têne dîtin, yên ko adetên wanî hunerî ji heyama şêrê me ne, lê stîlê wan ji hev cuda ye. Sûmeran şêr bi riheke darîçav dineqişandin, ew rih bêhtir weke berstika cilên heyama navîn bû, û kêm weke pirça ber sînga şêran bû. Gelekî stîl didane çavên şêran, weke ko yên hunermend ti caran şêr nedîbin! Dibe ko şêrê meyî Mozan ne weke yê hevrikê xweyî başûr şahîk be, lê ew ji wan bêhtir weke şêrekî rastî ye. Neqşên pirça sînga şêrê Mozan, tevlî ko hinekî gijol e jî, lê ew weke pirça rastî xwiyadike, lep bi xwe jî hatine neqişandin. Bi gelemperî mirov yekser di şêrê Mozan de têkeliyê di nav spehîtiya hesan û jîndariyê de dibîne, ko ew têkelî li derên din, di wê heyamê de kêm bû. Dibe ko bi tenê du şêrên ji Ûrkîş, yên niha li Motropolitan û Louvreyê ne dikarin bibin hempayê şêrê Mozan. Ev şêrên bronzî bi awayekî reyalîtir hatine neqişandin û bi destên peykertiraşên jêhatîtir hatine çêkirin, lê mirov di wan de şengî û jiyandariyê, weke ya di şêrê Mozan, dibîne.

Li herêma pûtxanê ferşekî kevirî hate dîtin, ew ji her dû aliyan ve neqişandî bû. Li aliyekî vî abîdeyê bi serê xwe, neqşandineke neadetî hebû, ew komeke lawiran bû, hemû jî di haleta lebatê de bûn. Ev jî cudabûneke tûj di nav mijara lawirên xaçkirî de, yên ji aliyê hunermendên sûmerî li başûr dihatin neqişandin. Li cem wan lawir ji ber teşeyê xwe giring dihatine dîtin, ji ber vê yekê jî wan ew bi awakî sîmetrî û gelekî bêliv bi cih dikirin. Di ferşikê me de neqş ne bi bang, lê bêhtir bi awakî xwezayî hatine çêkirin, ew jî dihêle mirov biheste, ko ev komek ji garana lawiran e.

Bi mijara xwe, aliyê din ji ferşik hê balkêştir e. Yekî cotkar, haletê wî li pey dewarên cot di dest de ye û kûçikek di ser re hatiye danîn. Cotkar di dawiya dîmenekî de hatiye danîn û li pişt wî cihekî ferehî vala hatiye hiştin. Ev herêma ferehî vala, xêzên qurçikî, yên ber bi jêr de beldike. Tiştê din jî yê ko dihêle ew bêhtir dramatîkî be, lingê cotkarî ji erdê tê hildan e, ew weke ko ji qurçikê hatibe. Ev berveçûna bi pêş de, bi ling, laş û serê cotkar ber bi pêş ve hê xurtir dibe û lebt di lingên dewêr de jî xwiyadike. Dîmenê ji ferşikê Mozan bi levanîna xwe, gelekî ji hunerê hevrikê xwe li başûr pêşketîtir e, yên ko li ber xwe nedidan lebatê bi awakî wilo dramatîkî bineqişênin.

Sîramîk[biguherîne]

Dema sîramîkê pêşî ta yê dawî, ko li Mozan hatine dîtin bi tenê drêjayiya hezar û pênc sed salî dikişêne. Sîramîkên herî kevn ( destpêka sê hezar salên BZ) firaxên xweşikî rengê pirteqanî bûn, ew ji hudurû ve neqişandî bûn (weke ko li jor tê dîtin). Ji ber ko cara pêşî Sir Mallowan ew li taqê kûr, yê pêncan li Nînewa dabûn naskirin, êdî navê Nînevîte V li wan hatibû kirin. Teşeyên pêşî, yên firaxên hatibûne çêkirin, cêr bûn û piyaleyên piçûk bûn, ko dibe ji bona vexwarinê dihatin bikaranîn. Piştre cêrên mezintir dihatin çêkirin, lêbelê êdî ew nema ji wê kîla baş bûn.

Di dema dawiya Nînevîte V de, berhemekî nû ji sîramîkên gelekî rind dihate çêkirin, ew bi Firaxên madenî bi nav dibûn, ji ber ko bi şewtandina kîlê rengê alavên madenî bi wan diket. Firaxên madenî li vê herêma Xabûr hatine afirandin û pê bazirganî bi bakur û başûr re dihate kirin. Firaxên bi vî rengî li herêmeke fereh têne dîtin. Texlîtekî din ji sîramîk li herêmê bi ferehî tê dîtin, ko êdî navê Firaxên xabûrî lê bûye. Ew texlît digehe destpêka du hezar salên BZ, û ji ber kemberên ferehî ji rengên qaweyî û sorî tarî li dora firaxan, ew hesanî têne naskirin.

Di nav sîramîkên herî dawî de ( ji nêzîkî sala 1500 BZ) piyalên risimandî hene, yên bi navê Firaxên nûzî hatine naskirin û ew gelekî, çi li qesr û qûnaxan û çi li avayiyên cemawerî be, her li bareş û her li baxerbê Mozan jî peyde dibin. Ji ber ko ev heyama dawî ye, ya niştevaniya Mozan, êdî ew nema li herêmê têne dîtin, lê teşeyên wan nazik in û motîvên wan xweser in (li jor xwiya ne) .

Pûtxana şêr[biguherîne]

(Pûtxana BA) Avayiya sereke di gir de hate vekolan: emê nefermî navê " Pûtxana şêr" (nîşana fermî "pûtxana BA" ye) li gor peykerekî piçûk, yê şêr ko li cihekî bel di hundurê avayiyê de hatibû dîtin, lê bikin. Fazên destpêkî, yên avakirinê (Faza A1a), ko hema bêje bi tevayî di vekolînan de hatiye vekirin, mirov dikare bigehêne nîvê sê hezar salên BZ ( Destpêka Xanedaniya III di mijara Mezopotamiya de). Ew struktûreke mezin e (15 x 24.5 m), mirov ji başûr di ser rampeke bêdûzan re derbasî dibe. Serdanvanên derbasî eywanê dibûn divabû di rêke gelekî kûr ve herin, hingê bala wan diçû ber bi rexê rastê ve, li wir li cihekî hinekî navendî, lateke mezinî (gişt 1 x 1.5 m) stûnî hatibû danîn. Xwelî di kortikeke di serê wê de hate dîtin, û cokek jê diherikî nav cêrekî ko di erda xênî de hatibû çandin. Tê gomankirin, ko ew masa pêşkêşkirina goriyan ji xwedê re bû.

Guhertina modelê berê bû sedma avakirina du dîwaran li pey hev, û ber bi dawiya vê eywanê ve. Dîwarê pêşî zirav bû û ji kevir bû, ew yekser li pişt masa goriyan bû, û yê mezin ji kelpîçan bû, û nêzîkî dîwarê paş bû. Ev dîwar di şûna perda pişt şanoyê de bûn (faza A1b, li plan binere!). Peykerê şêr nêzîk li banî di nav kavilê dîwêr de hate vedîtin, û dibe ew di pûtxanê de di nav koma peykerên, ko nûneriya payebilindiya xwedê dikirin be. Herdû dîwarên dirêj, yên pûtxanê nêzîkî 1.6 metrî stûr in, û herdûyên kin du caran ji wilo stûrtir in. Dîwar ji kelpîçan hatine avakirin û bingeha wan gehaye latê. Berazên pala dîwaran û bircên anîşkan avayiyê bi hêz dikirin û ev hemû didine xwiya kirin, ko dive di asoyê heyama kevnare de, ew be cihê desthilatdariya bingehî li herêmê. Nêzîkî 100 parçên bronzî li herêma pûtxanê hatine dîtin.

Erê, ne bi gewdê xwe, lê Mozan "Pûtxana şêr" li Sûriyê ji wê heyamê ji yên herî mezin e, ferehiya wê gişt weke, avayiya Pûtxana D li Ebla û Aussenbau û Steinau I li Chuera ye ( dibe ko ew jî weke pûtxanên tîpên atîs bêne hijmartin). Lê di wextê ko pûtxana Ebla li gor stûrbûna dîwarên xwe ji hundurû ve gelekî zirav bû, avayiyên Mozan (dibe ko Chuera jî) ji hundurû ve gelekî fereh bûn (gişt 9 m fereh). Ev kêşeya avakirina banê xênî derdixe meydanê. Ji nû ve avakirina avayiyê, li gor lêkolînên kûrî endazyarî, dipejirênin, ko dibe formeke destpêkî, ya banên sêçikî hatibe bikaranîn (çawa li jor tê dîtin).

Sê fazên din, yên avakirnê hatine naskirin, ya dawî ji heyama Xabûr ve ye (nêzîkî 1800 BZ). Vê yekê kir ko danîna avayiyan bi awakî radîkal were guhertin, dibe ko bi rastî ev be sedema ko êdî ew hê ji dawiya sê hezar salên BZ ve, hew weke pûtxanê hatibe bikaranîn.

Di vekolînên bi sînor de, çend srtuktûrên piçûk li herêma bakur û rojhilatê pûtxanê hatine dîtin, dibe ko, ew bi erkê xwe bi pûtxanê ve girêdayî bin û dibe, ko ne wilo be jî. Li cihekî ji wan, ew ferşikê bi dîmenê cot û cotkar neqişandî, û yê garana dilivî hatine dîtin.

Çavkanî[biguherîne]