Girara subha
Girara subha, subhapîlaw, savara bi mewij cure pîlaweke gelê mehelmî ye, derbasê pêjgeha kurd jî bûye.
Tirpana asîmîlasyonê li viya jî ketiye
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Vê xwarinê jî para xwe ji asîmîlasyonê Tirkiyeyê girtiye, navê wê jî hatiye tirkîzekirin. Heya salên 1970'yê li Rihayê her kesê bi navê subha binavdikir. Piştî qedexekirinê saziya zimanê tirkî (TDK) navê wê kir üzümlü pilav (pîlawa bi tirî). Lê rihayiyan nedikarîn vê navê bilêvbikin üzümlü kirin üzlemeli.
Înstîtuta patentê ya tirk ev xwarin bi navê üzlemeli türk pilavi bipatent kiriye. Di rastiyê de ne xwarineke kurdî ye, ne jî tirkî, xwarina gelê cîran mehelmiyan e. Mirov nikare xwarina bipatent bike, bike milkê dewlet û neteweyan. Xwarin milkê tevahiya mirovahiyê ye.
Ferhengok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Subha, bi erebî navê hebikên dişibin moriyê, tiriyê ye
- Subha, dema di navbera taştê û navrojê de ye. Bi erebî ji vê demê re subha dibêjin
- Subha, nûr û ezamet
- Subha, nimêja nafîleyê û dia
Berkeliya subhapîlawê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 2 SA (stekana-qedeha avê) riz (birinc)
- 3 SA ava goşt
- 4 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê malê
- 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
- 1 KX xwê ji bo nermijîkirina birincê
- 250 gr tîkegoşta mihê (ji pîlê, bêbez)
- 1 SA noka xaşandî
- 1 SA mewija zer
- 1/2 SA dims (mot)
- 1 KÇ (kevçiyê çayê) darçîn
- 1 KÇ ava lîmonê
- 3 SA av
Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nokê ji êvar de bikin nava avê bila nermijî bibe. Birincê di bikin nava ava kelî, heya sar bû tê de bihêlin. Bi çend avan bişon, bidarivînin. Rûn bidin ser agir, birincê tevlî bikin, biqelînin. Ava goşt berdin navê, 3 deqe di agirê gurr, 3 deqe di agirê normal û paşê jî di agirê nizm (kêm) de bikelînin.
Nokê bixaşînin, bipişirînin, ango qalikên wê bigirin. Bişon, bidarivînin. Mewijan bişon.
Goşt bi tevî hinekê avê bidin ser agir, heya ava xwe kişand bihêlin. 3 SA avê û 1 KÇ ava lîmonê berdin ser, heya nermijî bû bikelînin.
Nok, mewijê tevlî bikin. Paşê jî dimsê û heya tehma xwe girt bikelînin. Beriya ku ji agir daynin, îsota reş û darçînê pê werbikin.
Pîlawê li binikên servîsê belav bikin, quşxaneya goşt, nok, mewij û dimsê jî li ser pîlawê parve bikin.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |