Here naverokê

Glycerius

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Glycerius
Jidayikbûn430 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dalmatia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin480s Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dalmatia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêNayê zanîn
HevwelatîRomaya Kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • Western Roman emperor (473–474) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Glycerius (Li dora 420 - Piştî 480) împaratorê Împaratoriya Romaya Rojava bû ku di navbera salên 473 û 474an de desthilatdarî kiriye. Glycerius di demeke tevlihev de, piştî mirina Olybrius derketiye ser textê Împaratoriya Romaya Rojava û serweriya wî tenê çend mehan berdewam kiriye.

Jiyan û desthilatdarî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Glycerius berê ku bibe împerator, wekê comes domesticorum (fermendarê parêzvanên qesrê) xizmet kiribû. Di 3ê adara 473an de bi piştgiriya generalê Romayî Gundobad li Ravenna wekê împerator hatiye hilbijartin. Piştre desthilatdariya wî ji aliyê Împaratoriya Romaya Rojhilat ve nayê qebûlkirin û împerator Leo I. wekê împeratorê rewa yê rojava piştgirî da Julius Nepos. Di hezîrana sala 474an de, Nepos bi leşkerên xwe êrîşî Îtalyayê kiriye û Glycerius bêyî şer ji ser textê împeratoriyê tîne xwarê.

Piştî desthilatdariyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî ku ji textê împeratoriyê hatiye xwarê Glycerius nehat kuştin, lê belê wekê metranê bajarê Salonayê (li Dalmatiyayê) hatiye erkdar kirin. Agahiyên li ser jiyana wî ya dawîn kêm in lê tê zanîn ku ew heta piştî sala 480an jiyan kiriye. Hinek çavkanî dibêjin dibe ku wî di sala 480an de beşdarî komployeke li dijî Nepos bûye lê ev ne teqez e.