Gosho Aoyama

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Gosho Aoyama (2006)

Gosho Aoyama (bi japonî 青山 剛昌, Aoyama Gōshō, * z. 21'ê pûşperê 1963 li Daei ( îro Hokuei, Prefektoriya Tottori ) mangavanekî (xêzkarê manga) Japone .

Gosho Aoyama mangaya xwe ya yekemîn di sala 1986an li ser sernavê : Chotto Mattete (ちょとまってて) weşand. Ji berhemên wê herî navdar li hindê din : Yaiba, Magic Kaito û Detektîv Conan tên hesibandin. Bi taybet Detektiv Conan rojane bi 94 bandên mangayê ,896 beşên rezefîlm û 21 fîlmên sînemayê Aoyama navnetewî navdar kir û pereyî jî biserkeftî bû. Di sala 2000an ew li ser siraya sêyemîn yê kesên privat japonî yê herî pere distînin , di sala 2001 ew siraya şeşemîn bû û di sala 2006an ji wekî Rumiko Takahashi mangavanê wê herî rind pere distînin.

Di sala 1993an Aoyama ji bo Yaiba Xelata Shogakukan Manga yê 38mînê di kategoriya zarok distand û ji bo Detektîv Conan ewî di kategoriya Şonen (Shonen ) Xelata Shogakukan Manga yê 46mînê distand.

Gosho Aoyama li ber xêzkirina mangayan jî çalak Kendo û beyzbolê dileyze. Her wiha jî ew ne tene fanê goga pê ew him jî fîlm û romanên polisiye ye (bi taybet romanên Sherlock Holmes ) wê ew bi fîgûran û motîvan gelek caran di naveroka Detektiv Conan jî bi kar anî.

Di 5' ê gulan 2005 Ayoma bi Minami Takayama zewici bû wê di koma popê Two-Mix stranbêje û dûblajvane rezefîlmên anime ye , di nav wande ewî Conan jî dûblaj dikir û di rêzefîlm de jî pêşwîsteyekî wê hebû. Di berfanbara 10 'ê 2007 de rojnameyên japonî derbarê teleqa wan de dinivîsin .

Berhem[biguherîne]

  • Chotto Mattete (1986)
  • Magic Kaito (ji sala 1988)
  • Yaiba (1989)
  • 3rd Base 4th (1993)
  • Aoyama Gōshō Tanpenshū (1994 und 2011, banda kurteçîrokan )
  • Detektîv Conan (ji sala 1994)
  • Tell Me A Lie (2007)

Çavkanî[biguherîne]

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a li ser Wîkîpediyaya almanî pêk tê.