Gotûbêj:Almanya

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

> tebini, ev hejayen gohorina texin teda min di ven peywendi min ra biken: Nedyar2@hotmail.com

Almanya an Elmanya[çavkaniyê biguhêre]

Heval, çima "Almanya" radikî? Li gorî ferhenga mezintirîn (ya Înstituya Stenbolê) "Almanya" ye. Roj TV jî "Almanya" bi kar tîne. Dizanim gelek kes "Elmanya" jî dibêjin, ji ber wê her dû hebin! --Erdal Ronahi 17:05, 12 reşemî 2007 (UTC)

Google: Almanya + Xwe = 35.000, Elmanya + Xwe = 11.000.

Bi ya min jî rast e. Min gotibû "Germanistan" lê êdî kes guh nade. German+istan bêhtir bi Kurdî ye. Em êdî nikarin ji bandora Tirkî bifilitin, rewşenbîrên me yên Bakur nahêlin :) Em wekî kurdên Başûr jî nekin, ew navên biyanî bi bilêvkirina Îngîlîzî dinivîsînin. New Yorkê wekî "nîûyork", michiganê wekî "mîşîgan" dinivîsînin. De were safî bike.. De were di Wîkîpediya Kurdî de li gotarekê bigere.. Almanya rastir e ji Elmanya. Ji zimanê Fransî ye bi ya min û ji Tirkî ketiye zimanê me. Em û Tirk "kardeş" in hema bila wan çi gotibe bi ya wan be (Ev henek e). Texmîn dikim di Fransî de jî wekî "Alman" tê bilêvkirin. --Bablekan 17:39, 12 reşemî 2007 (UTC)

Ji xwe, ji "Alemannen" tê. Gelekî li derdora Freiburgê ye. --Erdal Ronahi 17:46, 12 reşemî 2007 (UTC)
Bi baweriya min (belkî ez çewt bim, Wîkîpedya bêje bi kerema xwe re), ji bo kurdên li bin bandora zimanê tirkî bilêvkirina ALMANYA hindek siruştir e, A a ye, E wek, biborin, E ya tirkî ye, lê ji bo kurdên dûrî vê kartêkirinê bilêvkirina ELMANYA siruşt e, çunku E wek Ayeke kurt e û A Aya dirêj e. Girîngtir tişt ev e ku li Almanyayê mirov bi almanî diaxive, an jî li Elmanyayê mirov bi elmanî xeber dide... an na? Silav MikaelF 18:40, 1 kewçêr 2007 (UTC)