Gotûbêj:Dêrika Çiyayê Mazî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çend Helbestên Li ser Dêrikê[çavkaniyê biguhêre]

Ji Qedrîcan re

I
Ey hevalo delalo, tu her tiştî dizanî
Di zimanê me kurdan tu wek melayê Xanî,
Tu xortekî çeleng î ez kalekî zemani
Dil û gerden şikestî bendewarê xizanî,
Xwedê te xweş bihêlî, tu xortekî ciwan î.

Erê rûyê te roj e, tava wê da diyara.
Devê te wek bişkoj e, nû derkevî ji xwe re.
Serê te kehruba ye, mû distinî ji me re.
Ayîneya Skender, çavê te bû li Dara.

Birhên te pîr zirav in her dû wek du kevana
Pozê te î çilakî, sade ji zêr û zîva,
Bejna te ya Siyamend li zozanê Farqînaa,
Sondê dixwim bi atêş bi wî xirqê kirîva,
Li ber tava te mane Zaz û tor û Brîva.

II

Dêrik çi xweş e bi dar û av e,
Ev ave, li her derê belav e.

Yek xab e belê, bihuşt û mawa.
Pir mişmiş û sêv û dar û selwa.

Pir gwîz û hejîr û xox û hinar,
Pir kanî û aş û av û cobar.

Yek dî heye pê dibên Kulêbê,
Gorî ne ji wê re Xurs û Şêbê.

Pir aveke sar û pak û şêrîn,
Pir dar û ber û gîyahe rengîn.

Bilbil digirî bi ah û zar e,
Daxwez bi xwe komala Hewar e.

Mizgîn didî ew heval û yare,
Qedrî ko li Şamê xwendewar e.

Çepkan dikutin dibên birawo,
Gorî te bibin xweh û birao

Cegerxwîn[1]

Di dema heşê min wenda dibûyî
Mizgînek ji min re hat û got: bixwîn
Min cegerperitî, min dilhilûyî,
Mêze kir ev mizgin i navê Cegerxwîn

Hevalê xoşewîst pesna gundê min,
Bi ah û keseran pêşkêş didî min.
Ji nû ve pêtek ar, da ser daxê min
Derd û kul tevdayîn tewşe Cegerxwîn!

Dêrik pir xweş e hêja ye pesnê;
Çi bikim nakev dest; ji ber vê xesmê
Bi dil birîndar in kurdên vê neslê
Ne ez û tu tenê hemî Cegerxwîn!

Ma Maden hindik e ji darên heran
Osmanye, Sêwerk, Mûşa-Serhedan.
Ji çayê Torozê het Deşî-Rewan,
Gi xabin! Hin çêtir bizan Cegerxwîn.

Dizanim tu zanî, welat giş xweş e,
Hin bajar hene ko tu lê na meşe
Mesela Elezîz çi lawkeleş e
Bidîta bi çavê şihrê Cegerxwîn.

Hevalo tu xweş bi; tim bi dilê xwe.
Welatê bihuştin tim bi sazê xwe,
Saz bikî di nava tilyên destê xwe
Da nezan bizanin tu yî Cegerxwîn.

  1. ^ Qedrîcan, Hewar Sal 1- 1932, Hejmar 12