Gotûbêj:Telekomunîkasyon

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Dûreragihan hat beralîkirin)

Peyvên çêkirî[çavkaniyê biguhêre]

@Avestaboy Gelo te ev peyv li kû dît? --Balyozxane (gotûbêj). 23:43, 4 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav@Balyozxane: Tu çawanî ? Başî ? Ez bi derew peyvan çê nakim . Ji ber ku ziman xirab ne be . Bi kurdî ji bo peyva telekomunakasyon hemwateya dûreragihan jî he ye . Yek ji yewnanî tê û peyva din jî tam kurdî ye . Peyva dûreragihan di sepana ( app ) O -Ferheng he ye . Wîkîferheng û çend malperen din jî vê peyvê nas dikin. Gelo tu dikarî di gotarê de peyva telekomunakasyon jî ber alî bikî ? Ji ber ku kesê ku telekomunakasyon dinivîsê vê gotarê jî bibîn e. [1] [2] Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 10:14, 5 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Baş im mala te ava! Tu çawa yî? Li ser wîkîferhengê gelek peyvên kopîkirî hene ku mixabin çavkaniyên wan tine ne. Heger bi rastî lê binêrî, ji xeynî wan du rûpelên ku te nîşan dan ti çavkaniyeke din tine ye. Ez naxwazim zêde ser mijara biçavkanîbûnê biaxivim ji ber ku zimanê me di rewşeke gelek xirab de ye. Tu bi xwe bifikire ser vê mijarê. Qewet be ji te re! Silav û rêz. --Balyozxane (gotûbêj). 13:02, 5 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalê @Balyozxane: ! Bi rastî zimanê me zimanekî dewlemend e. Mixabin zimanê Kurdî di bin stem û zordariyê de ye. Ji bo fêrbûna ziman kêm materyal he ne. Her du alfabeyên cuda jî asteng in. Wek mînak kurdên Tirkiye/Bakurê Kurdistanê nikarin ferhengên kurdî yên bi tîpên erebî bixwînin. Mesela peyva Hûrpêl ji bo mîkropêl jî ji bo min nû bû. Paşê min vê peyvê li Wîkîferhengê dît û min li pirtûkxaneyê jî di ferhenga Salah Sadallah de vê peyvê xwend.-'Avestaboy (gotûbêj) 14:36, 5 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Salah Sadallah bi xwe di pêşgotina ferhenga xwe de dibêje wî bi saya pêşgir û paşgiran gelek peyv çêkirin. Ferhenga wî ji aliyê zanistî ve kêrî ti tiştî nayê. Wekî ferhenga kurdî ya xeyalî ferz bike çêtir e. Ji ber peyvên ku wî çêkirine, peyvên kurdî yên xwemalî di ferhenga wî de jî dikevin gumanê. Ti kes bi qasî Salah Sadallah zirar nedaye ferhengdaniya kurdî. --Balyozxane (gotûbêj). 14:43, 5 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Ez difikirim ku ew ne rast e. Peyv ji ezmên nakevin û ji aliyê mirovan ve jî çêdibin. Wek mînak peyva telefon ji aliyê fîzîknas û dahênerê alman Philipp Reis ve hatiye çêkirin. Avestaboy (gotûbêj) 15:06, 5 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Peyvek tê çêkirin. Bi çêkirina wan pirsgirêk nîne. Lê zimanekî ji peyvan çêkirî çênabe. Heta ku peyva çêkirî di nav xelkê de bi berbelavî nayê bikaranîn mirov nikare vê peyvê têxe ferhengan. Wîkîpediya jî ne dûrî vê qaîdeyeyê. Divê pêşî em peyvên ku gelek tên bikaranîn biemilînin. Kengî peyv xilas bûn ku em nikarin mebesta xwe bi peyvên heyî îfade bikin, hingê em ê wê peyva çêkirî bi kar bînin. Telekomunikasyon peyveke berbelav e. aa.com.tr/kk anfkurdi.com sverigesradio.se jinhaagency yazidis.info diyarname hakikatadalethafiza.org/ku ozgurpolitika kurdped Nikarî dûreragihan li ser wîkîferhengê û wîkîpediyayê bi kar bînî --Balyozxane (gotûbêj). 15:28, 5 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Ew qas ne hêsan e. Herwiha di nav gel de peyvên wek qelem û kitêb ji peyvên pirtûk û û pênûs bêtir tên bikaranîn. Digel vê yekê jî di medyayên kurdî de peyvên ku herî dawî hatine gotin ( pirtûk û pênûs ) zêdetir tên bikaranîn. Peyv ne tenê ji hêla mirovên asayî ve têne afirandin.Û eger em peyvên wek dûreragihan bi kar neynin wê demê em neçar in ku meraq bikin çima kes peyvê nizane. Mirov zanîn a xwe ji çavkaniyên cuda distîne. Wîkîpediya dikare gelek tiştan biguherîne. Min li ser Facebookê dît ku hin kesan gotarên ku min nivîsandibûn wekî çavkanî bikar anîn. Avestaboy (gotûbêj) 15:47, 5 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Ne hewce ye ku Wîkîpediya xeletiyên medyaya kurdî dubare bike. Gelek kes medyaya kurdî naşopînin ji ber ku ew bi zimanekî çêkirî diaxivin. Peyvên qelem û kitêb peyvên kurdî yên xwemalî ne. Bi sedan sal di kurdî de tên bikaranîn. Tenê jiber nîjadperestiya peyvan ger em van biguherînin ne baş e. Wekî tirkan, em jî zimanê xwe ji peyvên deynkirî "paqij bikin" û li vir "xwerû bi kurdî" binivîsin dê ti kes ji me fêm neke. Herwiha Armanca Wîkîpediyayê ne guhartina zimên e. Li vir em agahiyên rast bi rêzimaneke rast û hêsan bigihînin xelkê bes e. Ez ji vê nîqaşê gelek aciziyam êdî. Înşela min xwe dabe fêmkirinê. Soza dawî: ger tu peyveke çêkirî bi kar bînî û kesek were navê rûpelê biguhêre, ti mafê te namîne ku tu li pêşber dikevî. --Balyozxane (gotûbêj). 22:14, 5 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Tu çima ji niha ve min gef dikî? Dîsa dixwazim bêjim. Hemû peyv bi destê mirovan hatine çêkirin (helîkopter, telefon û hwd.). Heke mirov peyvekê ava bike ne hêma nijadperest in. Sedemên cûda hene ku mirov peyvên xwe bikar tînin. Mînak di zimanê almanî de bi hezaran peyv hene ku ji aliyê mirovan ve hatine çêkirin. Ew gelek caran ji peyvên biyanî hêsantir têne fêm kirin. Dema ku Fransî computer re dibêjin ordinateur ewna nîjadperest in? Berî ku tu bi gefê polîsê zimanî dilîzî, divê tu dîroka zimanan bixwîne . Avestaboy (gotûbêj) 23:49, 5 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]