Gotûbêj:Dad

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Dadwerî hat beralîkirin)

Silav hevalno. Bi zanîna min hiqûq bi Kurdî dad û ne dadwerî ye. Gelo hûn çawa difikirin ?

Barkirina Dadwerî 01-2023[çavkaniyê biguhêre]

Dengdan di 24.01.2023 de dest pê kir û di 07.02.2023 de bi dawî bû.

Sedem: Hiqûq zêdetir tê bikaranîn. --Balyozxane (gotûbêj). 23:04, 23 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Deng[çavkaniyê biguhêre]

Hiqûq[çavkaniyê biguhêre]

  1. Hiqûq baştir e. --Balyozxane (gotûbêj). 23:02, 23 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
  2. Ya rast "Hiqûq" e, "dadwerî" tê maneya "hakem". -- Bikarhêner (gotûbêj) 23:14, 23 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
  3. Hiqûq êdî baş e. Ev peyama bêîmze ya Penaber49 (gotûbêjbeşdarî) e.
  4. Hiqûq. -- Guherto (gotûbêj) 17:37, 25 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Dadwerî[çavkaniyê biguhêre]

Dad[çavkaniyê biguhêre]

  1. Dad di zimanê formal de baş e. Hiqûq jî baş e, lê ez "dad" dibêjim, ne "kurdiya akademîk" e. --MikaelF (gotûbêj) 21:58, 24 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
  2. Ez dibêjim bila peyvên dad, dadger, dadmendî, dadgeh hvd werin bikaranîn. Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 19:40, 25 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
  3. Dad bi helwesta min wek sernav çêtir e. Gelek peyv bi peyva dad hene wek mînak Dadgeh , Dadmendî , Dadger hwd. Peyv jî ne peyveke xeyalî ye. Mesela bi zimanê farisî jî heye (dadgah). Avestaboy (gotûbêj) 00:33, 25 kanûna paşîn 2023 (UTC).[bersiv bide]
  4. Qasî ku dizanim di nûceyên rojname û televîzyonên ku min dîtiye de bêhtir peyvên "dadgeh" û "dad" têne bikaranîn. Ferrus
  5. Dad peyveke kurdî û îranî ye û gelek peyv ji dadê çêdibin. Divê em rehên peyvan biparêzin. Ji ber wê DAD Mohajeer

Gotûbêj[çavkaniyê biguhêre]

Silav @Avestaboy: @MikaelF: , @Penaber49: , @Ferrus: , @Bikarhêner: , @Gomada:, @Ghybu:, @Guherto:, @Biyolojiyabikurdi: Fikir?--Balyozxane (gotûbêj). 23:03, 23 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

 Şirove Heta ez niha dizanim dadwerî çewt e. Dadwerî li gorî çavkaniyên min tê wateya edalet an dadgerî. Hiqûq an dad rastin . Avestaboy (gotûbêj) 23:13, 23 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Êvar baş @Balyozxane: Ma dengdan tenê ji bo peyvên dadwerî û hiqûq heye? Ger wekî alternatîvek peyva dad jî bibe ezê dengê xwe bidim. Wekî din ez dixwazim bêalî bimînim. Avestaboy (gotûbêj) 19:47, 24 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav@Avestaboy. Min sernavê Dad jî lê zêde kir. Dikarî dengdanên din de jî sernavê tu jî çêkî. Êvar baş! --Balyozxane (gotûbêj). 20:29, 24 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

 Şirove Ferhengeke Hüseyin Özdemir heye (2014) Türkçe-Kürtçe Hukuk Sözlügü ya ku di nav weşanên Belge de derketiye, lê min nedîtiye. Yeka din ev e, ji aliyê mamosta Husein Muhammed ve li ser înternetê hate belavkirin, Mafname: Ferhenga peyvên dadwerî ya Kurdî-Îngilîzî. Husein Muhammed hem zimannas û hem jî parêzer e. Li Dihokê Kolîja Yasa (College of Law) heye ku beşeke Zankoya Dihokê ye. Di vî warî de bila em hin çavkaniyan jî bi kar bînin. Silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 10:24, 26 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav @MikaelF Ferhenga Têgihên Hiqûqê heye komxebatek e. Em vê ferhengê wek Standard bigrin ne çêtir e? --Balyozxane (gotûbêj). 10:47, 26 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Erê, tu rast dibêjî. Mixabin min ew nedîtiye; gelo li cem te ye? MikaelF (gotûbêj) 18:55, 26 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Xebatên Husein Muhammed jî gelek baş in, ji bo min referans in. MikaelF (gotûbêj) 18:59, 26 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF Belê ez jî gelek rêz ji Muhammedî digirim lê belê xebatên komî ji bo kurdî tiştek nedîtî ye. Çend kurd werin cem hev û bêyî ku şer derkeve, qerarek bigirin. Haho Pêkenok --Balyozxane (gotûbêj). 19:32, 26 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Gelo li ser hiqûq û dad çi dibêjin? MikaelF (gotûbêj) 19:42, 26 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF Navê kitêba xwe kirine Têgihên hiqûqê ma wekî din çi bibêjin :D Li cem min kitêb tine ye lê dibe ku li cem hevalê Bikarhêner (g · b · a) hebe. Ka em li hêviya wî bin --Balyozxane (gotûbêj). 19:47, 26 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Di Ferhenga Têgihên Hiqûqê de temamê peyvên bi "hiqûq"ê wekî "hiqûq" derbas dibin. Di ferhengê de peyvên wekî "dadger" û "dadgeh" hatine bikaranîn, lê li şûna "hiqûq"ê "dad" nehatiye bikaranîn. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:15, 26 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

 Şirove @MikaelF: , @Balyozxane: Li gorî çavkaniya min min dadwerî Hakimlik e . Dadwer mesela varyanteke peyva dadger e . Bi min peyva dad û hiqûq rastin . Herdu peyv derbasdar in. Berhemeke kurdî ku 100 % standart e tune . Avestaboy (gotûbêj) 17:02, 26 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]