Gotûbêj:Destpêk/Arşîv 3

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Arşîv 1 Arşîv 2 Arşîv 3
2011 - 2020

Wikipediya Kurdî bo telefona destan

Dema we xweş hevalno! Ev çend meh in ez Wikipediya Kurdî bi telefona xwe ya destan bikartînim. Ez lewra versiyona Mobîl a Wikipediya Kurdî bikartînim, lê wer xuya dike ku hinek kêmasî hene: versiyona wê şaş dixebite, hinek xeter e. Kes dikare hinek sererast bike gelo? Ji niha de gelek spas! :-)--Ferrus 16:26, 24 rêbendan 2011 (UTC)

Çêbû: Bug 27457 + werger
bnr. http://ku.m.wikipedia.org/ --Ghybu 17:26, 23 avrêl 2011 (UTC)

replacement file @Commons

Wêne:P history-lightblue.png is going to be deleted at Commons as copyright violation. They are suggesting to replace the file with Wêne:P_history_violet.png. Thanks. Billinghurst 02:16, 13 adar 2011 (UTC)

Wikipedia in Tatar

Dear friends, may I ask you to add a hyperlink to our Tatar Wikipedia (http://tt.wikipedia.org) to yourr Front page. Tatars - are turkic nation living in Tatarstan Republic, second biggest nation in Russian Federation. hope to hear from you soon. sincerely yours, Muhtac 21:00, 20 adar 2011 (UTC)

web-portal bi zimanê "Aramî"

Silav hevalên hêja, em ditin li ser rûpela "wikipedia" bi Kurmanjî kû adresa portal'an bi Zazakî û soranî hene. Tiştek rind e, lê çima portalê "bi Aramî" tûne ye? Ez fêhm nakim jiberkû Aramiyên ji li kurdistan dijin, û ev ji mafê wan in. [1] Gelê Kurd gelek dewlemend e, û pir zimanên Kurd hene. Kurmanjî Soranî Dumilî Aramî(=Asûrî=Keldanî) Goranî Lorî...--Alsace38 21:27, 26 adar 2011 (UTC)

Hevalno, Înstîtuya Kurdî ya Parîsê dest bi dîjîtalîzekirina pirtûk û kovarên xwe dikir û mirov gelek ji kitêban bi formata pdf dikare bar bike. Eve malpera pirtûkxaneyê: http://bnk.institutkurde.org/?l=ku Bila tukes bê kovara Hawarê nebe! Bi silavên germ --MikaelF 06:26, 20 gulan 2011 (UTC)

Ser xêrê be!

Pirseke min heye hevalê hêja. Ji bo gelek zimanan Rûpela Kaniya gund hatiye afirandin ku bikarhêner pêşniyar û ramanên xwe parve dikin de Wîkîpediya di zimanên wa de baştir û pêşketî be. Gelo çima ya Kurdî nîne? --Gomada 18:12, 23 gulan 2011 (UTC)

Erê, pêwîst e :) bnr. jî: ویکیپیدیا:دیوەخان (Wîkîpîdiya:Dîwexan)--Ghybu 17:35, 23 gulan 2011 (UTC)
Hevalê hêja, hizreke pir rind e; belê, çima Kaniya gund/Dîwanxaneya me tune ye? Mixabin, zanîna min tune ye, Ghybu tu karî arîkariya me bikî? Hertim serkevtin! --MikaelF 08:06, 25 gulan 2011 (UTC)
Mixabin, kurmanciya min rind nînin…--Ghybu 14:26, 28 gulan 2011 (UTC)
Hevalno min destpêkek çêkir , ez bawerim bêhtir berfirehkirin hewce ye. Bimînin di xweşiyê de --Gomada 21:38, 31 pûşper 2011
Gelek spas!--Ghybu 18:04, 3 pûşper 2011 (UTC)
Silav Gomada gelekî spas ji bo vî karê te. Navê wê "Kaniya gund" rind e? Erê hûn dikarin çend navên alternatîv ên bi kurdî pêşniyaz bikin... Dîwan, Dîwanxane, Mêvanxane... --MikaelF 09:47, 16 pûşper 2011 (UTC)
Kekê min ê bigota te gotiye. Di chanda me de kafêxane nîne. Kûltûra devkî dide nîshandan ku kurdan berê pirr kafê vedixwaribûne (qehweger, qehweya xwe digerand) lê bi tesîra ereb û tirkan me wergerandiye chay. Li gundên Kurdistanê pirranî kafêxane û mêvanxane nînin. Kurd mêvanên xwe di malên xwe de dihewînin. Wîkîpediya tirkan "serê kaniyê" gotine, lê yê me li serê kaniyê ewchend suhbet nayên kirin. Yek jî hin nabêjin gund, dibêjin dew, dewê, dihê ûêd. Av pirr e li Kurdistanê. Xelk bo dora avê nakevin rêzê. Helbet cihên, gundên wiha hene. Jin di riya bêriyê de suhbet dikin. Mêr li ser xaniyan, palê di bin siya darê de. Shivan û berxvan li shevînê. Heger hûn ji min bipirsin, dîwan bash e. Mêvanxane tune li cem me. Dîwanxane jî zêde ye. Dîwan bi xwe +xaneyek e. Li bênderan jî suhbetên xebatê tên kirin. Heger em wekî paleyan bin, ji siya darê shêrîntir tune. Siya darê jî dibe. Dîwana wîkîpediya Kurdî gelek lê tê. Aha min jî nêrîna xwe got. Sipas bo keda we.. --Bablekan 10:06, 16 pûşper 2011 (UTC)
Birêz Bablekan, bi xwendina pêşniyazên te pirr şad bûm :)) Li bin siya darê, bi min jî pirr xweşik tê!! Tu her bijî --MikaelF 11:12, 16 pûşper 2011 (UTC)
Silav hevalno, hûn dikarin navê we pirr ecibandî hilbijêrin. Ev ne pirsgirêk e. Dîwan , Kaniya gund , Siya darê hwd. Lê tiştekî dixwazim bêjim wekî ku min li ya Îngilîzî nêrî , hewcebûna me wê bi peyvek mîna Kaniyên din an jî Dîwanên din çê be. Ji ber ku di nivîsandin û wergerandina vê beşê de ne tenê şaxek heye. Şaxek xwediyê 5 çiqilan e. Dibe ku bêhtir jî çêbibe. Lewma navekî ku were jimartin be (bi wate û hejmarî) çêtir e. Rast e Siya darê dibe ku li xweşiya we çû be , lê mînak em nikarin bêjin li Siyên din an jî Darên din binêre. Ji ber ku ev wateya tişta em dixwazin bêjin nade.Wekî min gotî pirsgirêk ji bo navan nîne ev der Wîkîpediya Kurdî ye lewma pêwîste gelek tişt li gorî Kurdewarî werin hilbijartin. Lê ji bo bikaranînê çiqas baş be wilqas kêm pirsgirêk çêdibin. Li her zimanekî de cur bi cur nav lê hatiye kirin. Kaniya gund , Meydana gund , Sûk, Portala civakê hwd... Gomada 14:49, 16 pûşper 2011 (UTC)
Gelekî spas dostên hêja Ghybu û Gomada ji bo çêkirina vê Dîwana xweşik! --MikaelF 09:46, 24 pûşper 2011 (UTC)


Pêşniyar

Dîwan (7)

1. Kaniya Gund ("Li hemû Kaniyên Gund û arşîvan bigere"; Kaniyên Gund ên din)

2. Meydana Gund ("Li hemû Meydanên Gund û arşîvan bigere"; Meydanên Gund ên din)

3. Siya Darê ("Li hemû beşên Siya Darê û arşîvan bigere"; beşên din ên Siya Darê)

4. Dîwanxane ("Li hemû Dîwanxane û arşîvan bigere"; Dîwanxaneyên din)

5. Mêvanxane ("Li hemû Mêvanxane û arşîvan bigere"; Mêvanxaneyên din)

6. Sûk ("Li hemû Sûk û arşîvan bigere"; Sûkên din)

7. Dîwan (here Dîwanê) ("Li hemû Dîwan û arşîvan bigere"; Dîwanên din) ✓ 

  • --MikaelF 12:08, 17 pûşper 2011 (UTC)
  • --Bablekan 12:49, 17 pûşper 2011 (UTC)
  • --Gomada 17:21, 17 pûşper 2011 (UTC)
  • --George Animal 15:48, 17 pûşper 2011 (UTC)
  • --Ghybu 14:06, 22 pûşper 2011 (UTC)

8. Bênder ("Li hemû Bênder û arşîvan bigere"; Bênderên din)

9. ...

Parastina rûpela "Kurd"

Gelo rûpela bi navê Kurd çima hatiye parastin? Em dikarin vê rûpelê biguherînin asayî û normal û ne parastî bikin ji kerema xwe re? --MikaelF 09:19, 16 pûşper 2011 (UTC)

Bikarhêner:Erdal Ronahi pirske (admînistrator/burokrat ew e)… Silav--Ghybu 12:51, 16 pûşper 2011 (UTC)
Spas --MikaelF 15:59, 16 pûşper 2011 (UTC)
Hevalno min li lîsteya rêveberan nêrî ne hevalê Mikael ne Ghybu ne jî Bablekan ne burokrat an jî rêveber in. Ez dibe qey hevalên rêveber ne gelekî çalak in. Ev projeyeke ku hewcebûna wê bi lêguhdarbûnê heye. Lewma ez dibe 6 rêveber/burokrat ji bo wîkî ya Kurdî kêm in. hevalên her tim çalak (aktîf) , (mînak Mikael, Ghybu , Bablekan ) divê bibin rêveber û burokrat. Dibe ku hevalên burokrat qet ne vegerin wîkî lewma pêwîst e her tim rêvebernên din hebin. Ez şaş bim hûn dikarin serast bikin. Çawa burokrat/rêveber tên hilbijartin? --Gomada 17:36, 17 pûşper 2011 (UTC)
Silav hevalno,
bi min jî ev polîtîkaya ku di Wîkîpediya me de dtê weşandin, bi min ne rast e. Di wîkîya me de tu burokrat/ an jî andmînistratorên çalak tune ne, lê belê ev di wan wîkîyên din de ne wisa ye, ji ber ku amîn/bûrokrat hew qa çalak in ku (mînak Wîkîpediya elmanî) ne vandalîzm, ne jî pirsgirêkên ku li jor hatine nîqaş- û şîrove kirin. Mînak ez gava ku nû di Wîkîferhenga kurdî de aktîv bûm, hew qa rûpelên ku divên werin jêbirin û hew qa pirsgirêk hebûn, herçend e ku heval Ferhengvan ê ku di wir de admîn/koordînator bû. Ez nizanim, gelo heval Ferhengvan van polîtîkan nasdike an jî naznake. Qetwet be ji were. George Animal 15:46, 17 pûşper 2011 (UTC)

Nêrîna we bo gotarên nîjadkujî, komkujî, tevkujî

Komkujî ne jenosîd (genosîd) e. Jenosîd, nîjadkujî ye. Di wîkiya me de ev gotar dît, jenosîd. Komkujî, kujtina komekê ye. Azeriyan komekê xelkê ermenî, ermeniyan jî komek ji azeriyan kujtine. Kes behsa jenosîda azeriyan an ermeniyan nake. Holokost, jenosîda ermeniyan jenosîd e, lewra li vir xwestine ûrtê wan biqelînin, gena wan jena wan, neslê wan ji holê rabikin. Bi ya min wiha ye: Nîjadkujî (jenosîd e), komkujî (qetlîam, Helebce, Enfalan), tevkujî (kujtina gelek kesan, qetlîamên biçûk, tevkujiya 33 kurdan ango bûyera Mustafa Muglali kiriye) ye. Ez ê van gotaran bixebitim, lê hûn çi dibêjin? --Bablekan 16:56, 17 pûşper 2011 (UTC)

Û yek jî xêra xwe kê dikare ji min re şablon an grafîkek bo gotara Lîsteya hêzên çekdar ên cîhanê bar bike daku ez lê bixebitim? Heya ez fêrî van şablonan û kategorîkirinan bibim.. Sipas bo keda we.. --Bablekan 14:29, 20 pûşper 2011 (UTC)

Bikaranîna herfê mezin (girdek)

Gelî hevalno, nuha berî 80 salan e kurd hînî rastnivîsîna girdekan bi tîpên latînî bûne. Di pirtûka R. Drambiyan a bi navê Ber bi emrê teze de: kitêba xwendinê zimanê kurmancî, ya ku di sala 1931'ê de li Rewanê hatibû çapkirin bi vî awayî dinivîse:

Di vê 80'yemîn salvegera çapkirina vê kitêba hêja de, aya Wîkîpediyayê jî bikaribe van sê rêzikên kurt û kurmanc bipejirîne? Mesela: Memo, Zînê, Qoser, çiyayê Agirî, çemê Dîcle, behra Wanê, Kurdistan... Lê belê, navên meh û rojan, navên ziman, navên qewm û neteweyan, navên baweriyên olî bi tîpa biçûk (hûrdek) tên nivîsandin, bo mînak: avrêl, yekşem, kurd, alman, zaza, zimanê kurdî, soranî, almanî, nisêbînî, êzidî, elewî, bisilman, eşîra milan û hwd.. silav --MikaelF 11:18, 18 pûşper 2011 (UTC)

Spas hevalê delal, min ji vê hişyarîkirina te sûd wergirt. Îro şûnde ezê dîqet bikim da ku wana li gor rastnivîsa kurdî binivîsim. Destê te sax be heval silav :)--Bibliophile 11:20, 19 pûşper 2011 (UTC)

Nûçeyên Wîkîpediyayê

Sor nehêlin, bikin şîn. Pela serî ye, lê nayê. Ango gotarên xam-nexebitî nehêlin. Heger nînin jî, negirin markajê bila sor nexûyên. Ji xwe me gotina xwe kiriye yek, di pela serî de tenê nûçeyên li Wîkî tên, bar dikin. Polîtîk û slogan û qaydeyê me rojhilatanavîniyan nabe. Demekê min jî bar dikirin, înkara pênûsa min ma ez ê dîsa jî bikim. Xebat baş.. --Bablekan 12:26, 29 pûşper 2011 (UTC)

Images

In keeping with global policies regarding the use of images, I shall be deleting [2] every file that is not properly licensed, are not sourced, are not used and/or are copyright violations. I'll begin in 5 days. FYI! fr33kman 15:19, 14 tebax 2011 (UTC)

Wiki rename request

There is a rename proposal for the wiki. While the page might read "closure" it really is a rename request. You are more than welcome to comment on the proposal. -- Cat chi? 20:24, 14 tebax 2011 (UTC)

Pêşniyazeke ji bo guherandina navê Wikipedia kurdî bo "Wikipedia kurmancî" li Wikimediayê çêbûye. Ez bi xwe qet ne razî bûm ji vê pêşniyazê û min li vê derê [3] bersiv da. Bi dîtina min, ku.Wikipedia ensîklopediya kurdî ye, bi zimanê kurdî (kurdiya yekgirtî bi tîpên latînî) ye, ne bi zaravayê kurmancî. Hûn çi dibêjin? Mixabin, li vê rûpela pêşniyazê ya Wikimediayê bi tenê zimanê îngilîzî bi kar tînin, lê belê li wira nihêrînên xwe binivîsin bila bi kurmancî be jî. silav --MikaelF 07:26, 15 tebax 2011 (UTC)


Hi, I read your proposal of renaming the ku.Wikipedia, and I've given my opinion on the proposal page. I disagree with you, but above I have asked other editors to give their opinions as well. Yá'át'éé.. da' bináá'adaalts'ózí bizaadísh bee yáníłti'?--MikaelF 08:05, 15 tebax 2011 (UTC)

Min yek bikarhênerek ku di wîkîpediya îngilîzî de navdar e hinekê şopand, bi eslê xwe tirk e û ji bo kurdan xwedî hest û nêrînên dijmirovane û dijminane ye. Qîra xwe berdaye kurdan, gotaran de kurdan reş dike, agahiyên derew (lê bi ziravane) belav dike. Carnan derewên wî serê me jî diêşand. Bo mînak ew wêneya dîrokî ya qaşo Amed wekî bajarekê tirkomanan dida nîşandan. Em kurd wisa saf in min wêne jêdibir, hevalên me ji min re hêrs dibûn. Paşê em biserketin lewre wêne li Stenbolê hatibû wergirtin û çavkaniya wê hebû. Lê neba me dê çi bikira? Ez hêca ketim Facebookê wergera Facebookê ya kurdî tirk dikevinê xirab dikin. Heya bigire dijûnan dixin wergera wê. Dixwazim çi bêjim, mixabin tirk li wîkîpediyayê jî tirk in. Bi hemî dek û dolavan naxwazin kurd xwedî li ziman û paşeroja xwe derbikevin. Serê me ji xwe gelek bo soran-kird-zaza-dimil-kirmanc-kurmancê êşiya. Hêjano heger vira bikin kurmancî, lê ka kurdî? Kurdî çiye? Heger navê komekê zimanan e, wê gavê çima tirk ji ya xwe re dibêjin Wîkîpediya tirkî? Tirkî jî ne navê komekê zimanan e? Îngilîziya min gelek baş e lê dibe ku ew baş bi îngilîzî nizanibin, xêra xwe vê mînakê bidin, binivîsînin. Tirkî navê komekê zimanan e.. --Bablekan 11:17, 15 tebax 2011 (UTC)
Spas Bablekan ji bo bersiva te. Sibê ezê bersiv bidimê, îro ez naxwazim. Wekî din, ji kerema xwe re tu dikarî li ser Wikimedia Commonsê, ne li ser Wîkîpediya kurdî, wêneyên xwe bar bikî. Divê em arşîva wêneyan paqij bikin û wêneyên bê lîsans êdî êdî jê bibin. Mixabin, lîsansên ku me li vê derê dane, ne bes in. Ne dijwar e; de here rûpela Commonsê, xwe tomar bike, pişt re wêneyê xwe bar bike û navê wî kopya bike li ser gotara xwe.. roja te bi xêr be --MikaelF 11:51, 15 tebax 2011 (UTC)
Sipas kekê Mîkael. Min dît hinekê tevlîhev e, ji ber wê li vir bar kir. Gelo pêwîst e mirov li vir ji xwe re profîleke nû çêbike? Bi profîla Bablekan û şîfreya xwe dikarim? Bi kurtî heya demekê ji min re hêrs nebe, heya ez fêrî bûm:) Xebat xweş.. --Bablekan 12:21, 15 tebax 2011 (UTC)
Belê, profîla Bableka û şîfreya xwe bi kar bîne, min wisa çêkiriye (bnr: [4]; Cîrano jî [5]). Emê bere bere hîn bibin... --MikaelF 12:51, 15 tebax 2011 (UTC)

Silav Brayno. Min beshdariya we peshniyar kir. Niha dem u wext min gelek tenik u kem e. Ji kerema xwe listek ji hendek gotaran ku bi Kurdiya Sorani an Kurdiya Bashure hatine nivisandin ce bikin u li wir de binivenin. Sipas.--Kak Language 07:22, 13 rezber 2011 (UTC)

Berêz Kak Language, to çonî? Hîwîdarim to bash bî. Gelekî sipas ji bo keda te û ji bo parastina projeya Wîkîpediya kurdî. Îro min çend nîmûneyên cuda shandin bo rûpela nîqasha Wikimedia li ser vê pêshniyaza guherandina navê Wîkîpediya kurdî bo Wîkîpediya kurmancî. Dîsan gelekî sipas û her bijî! --MikaelF 08:59, 14 rezber 2011 (UTC)
Sipas braye mine heja. Tu cawani kak Mikael? Ez her tishtek bikim jibo parastina kelepur u mirasa mirov dikim, zimane Kurdi ji beshek ji mirasa mirov e. Sipas jibo ew nimuneyan ku te shandin bo we rupele. Her serkevi u biji.--Kak Language 06:20, 18 rezber 2011 (UTC)

Hello, I think it would really help your cause on Meta if you would provide a few links to articles written in dialects other than Kurmanji. Or perhaps you have a guideline somewhere stating that all forms of Kurdish are permitted here. Or if you've never bothered to write one, perhaps this might be a good occasion. --Terfili 20:49, 13 rezber 2011 (UTC)

Hello Terfili, I have provided a couple of links to articles in Central Kurdish, Southern Kurdish and Zazaki/Dimilî. On the frontpage of the Kurdish Wikipedia we are welcoming anyone to participate, be what dialect may be! Templates are also added to pages where either Central Kurdish or Southern Kurdish is used. Thank you for taking interest in the Kurdish language. Silav (greetings)--MikaelF 09:08, 14 rezber 2011 (UTC)
@Terfili: Thanks for your benevolent participation. In the lack of a standard Kurdish form not much users are interested in contributing to such an inclusive project as Wikipediya Kurdi. I also, due to the matter of time, found it best to promote the standardization process instead of taking part over here. But anyways as far as we lack a standard Kurdish and there are guys such as formerly called "White-Cat" (proposer of the rename request) whom only the Omniscient knows what their exact intention might be (since he, for instance, possesses zero knowledge about Kurdish language in practice but also insistently involves himself in such a request-people usually do not make mock of themselves in this way unless they were either biased or so ignorant), I think editors such as me are to resume their contribution in various Kurdish varieties until the emergence of a standard Kurdish language.--Kak Language 06:20, 18 rezber 2011 (UTC)
Hevalno, ji kerema xwe herine Dîwana me(Kurdish Village pump) û li wir nîqaş û ramanên xwe parve bikin. Spas.—Gomadapeyam 10:30, 18 rezber 2011 (UTC)
Brayno kerem kin u beshdariya peshniyara min, li ser guherandina hendek peyven Wikipediya Kurdi ji Kurmanji bo Sorani anji Kurdiya Bashur, li Diwana Me bikin. Sipas.--Kak Language 07:56, 18 rezber 2011 (UTC)

Nîqasha li ser guhertina navê Wîkîpediya kurdî bo Wîkîpediya kurmancî li vir http://meta.wikimedia.org/wiki/Proposals_for_closing_projects/Closure_of_Kurdish_2_Wikipedia berdewam dibe. --MikaelF 06:58, 4 kewçêr 2011 (UTC)

Hejmara miriyan ya leşkerên tirk çima kêm hatiye nivîsandin li cihê nûçeyan de?

Hûn li gor daxwiyaniya Sererkaniya tirkan diçin an li gor daxuyaniya PKKÊ tevdigerin ? Cuneytewrares 18:10, 22 kewçêr 2011 (UTC)

Heval ya pêşî em ne di nav şer de ne. Lewma em nikarin hejmara ji sedî sed rasteqîn binivîsin. Hejmara hatî nivîsadin wê rojê li gorî ajansên biyanî hatiye nivîsandin. Ew hejmar dikare bibe 81 yek jî, lê ne pêwîst e, herroj heman nûçe werê guhertin. Herwiha heke me li gorî serekerkaniya tirk nûçe çêkiribane divê me vireke mezin ji bo windahiyên gerîlayan kiribane. Lê herkes dizane ew propagandaya dewleta tirko ye. Ya duyem ji kerema xwe ji bo pirs û nîqaşan Dîwanê bikarbîne. —Gomadapeyam 20:12, 22 kewçêr 2011 (UTC)

Article request: en:Iraqi Airways

Hi! Would anyone mind making a Kurdish language version of en:Iraqi Airways?

The airline has a website at: http://www.iq-airways.com/index.php?language_id=8 ... that is supposed to be in a Kurdish dialect.

I would also like to request en:MaDonal

Thank you WhisperToMe 15:48, 30 kewçêr 2011 (UTC)

how does the language converter works here?

Is there anyone who can tell me how the language converter here works? Kurdish is written in Arabic based writting system as well as Latin writting system. Would someone explain how it works for this site? --Khangul 13:17, 19 reşemî 2012 (UTC)

See Transliteration Project (Kurdish converter- download)--Ghybu 14:58, 19 reşemî 2012 (UTC)

Îslam Maddesi

Silav. Ben fazla Kürtce bilmiyorum ozden Türkceden yaziyorum. Bu yeni bir Sablondur: http://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eablon:%C3%8Eslam - onu lütfen bu Maddeye kayd edin insallah. Daha güzel görünür. -- Yasinop

Gotara hefteye, sterk?

Bu Vikipedide seckin madde gibi birsey yokmu? Günün veya haftanin seckind maddesinin üzerinde hep bir yildiz filan olmasi gerek. -- Yasinop

Capital Letters for Names

I wonder why you don't use Upper-case for the first letters of names? Like "Avrel" instead of "avrel", or "Kurdî" instead of "kurdî". (Sorry to write in English, I'm a Sorani speaker, understanding Kurmanci but not able to write.)

Silav, look at Bikaranîna herfê mezin (girdek) above. It's a simple rule, easy to to learn and easy to remember. The later editions of Zana Farqînî's Ferhenga kurdî-tirkî-kurdî of the Kurdish Institute does also follow this rule. --MikaelF (nîqaş) 05:35, 16 avrêl 2012 (UTC)
Thanks for your reply. But this type of writing, no matter by whom it is recommended, is explicitly false. Look at other Latin-based-alphabet languages' regulations and standards, not any other language follows this rule. It's completely unacceptable. Why not debate on it? Since we don't have an official language regulator, or language academy for Kurdish, I think we can depend on our own standards. Kurdish, at the moment is not capable of writing in, while not yet standardised, we can at least keep a bottom line of largely accepted standards for Latin-based orthography.

اپسیلون (nîqaş) 17:08, 1 gulan 2012 (UTC)

Remark: « not any other language follows this rule » : the French language (la langue française or je suis français (I'm French)) or Spanish language (Idioma español) follows this rule…--Ghybu (nîqaş) 17:30, 1 gulan 2012 (UTC)
Silav.. Except from English, French (and so Turkish), and German, which have their different own standards as to the use of Capital letters, most other languages, including Kurdish, follow the simple rule above in Latin-based script, it's also used by the Institutes in Istanbul and Amed. It's positive to see, that you as a Soranî speaker bring this Latin script issue up, and surely by writing articles in the Kurdish Wikipedia, for which you care, we can see that you have a genuine interest in Kurdish orthography and language. Zor supas. Le bîr meke, kak Epsîlon, lêre le Wîkîpedyay kurdî detwanî be soranîş binûsî. Bimîne şad u bextewer --MikaelF (nîqaş) 06:54, 2 gulan 2012 (UTC)

You should write Kurd . Don'twrite kurd or kurdistan. Write Kurd Kurdistan 'Kurdi. Don't say me Institutes in İstanbul and Amed use small capital letters or don't say me this writer use small letter. Why you write in small this is kinda disrespectful. Respect KURDISTAN KURD KURDİ!!!

@Kurdistan49: Bikaranîna tîpên mezin û tîpên biçûk li gel rêzgirtinê ti têkilî nîne. Di ensîklopediyan de mirov bi awayekî bêalî Kurdistan, kurd, kurdî, kurmanc, tirk, ereb, Kobanî (cih), kobanî (nîştecih), Badînan, badînî, Azad (nav), azadî û hwd dinivîse. --MikaelF (gotûbêj) 11:22, 12 tebax 2020 (UTC)

"Kurdistan", " Kurd ", "Kurdî" binvîsin. Dev ji nivîsandina "kurd", "kurdî" berdin. Xilas. Kurdistan49 (gotûbêj) 12:12, 12 tebax 2020 (UTC)

@Kurdistan49: Gelek çavkanî dibêjin wek "kurd" û "kurdî" binivîsinin. Çavkaniyên te hene ji bo gotinên te? -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:04, 12 tebax 2020 (UTC)

Tû çatkî çavkanîya. Çima tû Kurd nînî. Mezin binvîse bila here çi dirêj dikin nizanim çavkanî dibêjin nizanim enstutî dibêjin. Ez Kurdim binîhire mezin dinvîsim . Kurd, Kurd, Kurdî, Kurdistan. Kurdistan49 (gotûbêj) 07:08, 14 tebax 2020 (UTC)

You should write Kurd . Don'twrite kurd or kurdistan. Write Kurd Kurdistan 'Kurdi. Don't say me Institutes in İstanbul and Amed use small capital letters or don't say me this writer use small letter. Why you write in small this is kinda disrespectful. Respect KURDISTAN KURD KURDİ!!! Kurdistan49 (gotûbêj) 07:09, 14 tebax 2020 (UTC)

Sterk on the article of month or week?

Why is on the article of the weeks (gotara hefteye sterk) no star on the right side over the article? -- Seyyed-Baran Ali

Wikipedia bi zarava Kirmanckî

http://incubator.wikimedia.org/wiki/Wp/kiu/Pela_Seri --Alsace38 (gotûbêj) 18:09, 24 kewçêr 2012 (UTC)

Problem di Wîkîferhengê de

Hevalên hêja,

Mirov niha nikare di Wîkîferhengê de rûpelên nû çêke yan jî yên heyî biguherîne. Ragihandineke wiha dide: "Çewtiyeke navxweyî [69fe91a3] 2013-02-07 09:01:56: Fatal exception of type MWException"

Em çi bikin, çawa û ji kû alîkariyê bixwazin?

Bi silavên germ re --Zanistvan (gotûbêj) 09:13, 7 reşemî 2013 (UTC)

Silav, Binêre: bug 44748 --Ghybu (gotûbêj) 16:45, 7 reşemî 2013 (UTC)

Navê portalê wikipedya

Silav hevalên hêja, problemek mezin heye li nava hemû malperan a bi kurdî. Li gorî min navê wikipedia "kurdî bi kurmancî" çetir e, ango "Hûn bi xêr hatin li malpera wikipedia Kurdî-Kurmancî. Herweha emê dixwazin navek nû jo bo wiki-zazakî "Şima Xêr Ameyî li wikipedya Zazakî-Kirdkî-kirmançkî-Dimilkî" ?? Ne wisa?? --Alsace38 (gotûbêj) 10:07, 6 gulan 2013 (UTC)

Rêziman

Silav Ez ji resma Rastnivîsandina birêz Arif Zêrevan (Bingehên Rastnivêsandina Kurdî (Kurmancî) kelkê werdigirim. Ev rêziman di sayta www.nefel.com di beşa daxistina pirtûkan de bi dest dikeve. Bi ya min ew herî serrasttir e. Sipas Îrec Mêhrbexş (gotûbêj) 14:24, 9 pûşper 2013 (UTC)

Li ser malpera "nefel.com" jî navên zimanan hûrek hatine nivîsandin, bnr. Tewanga navdêrên zimanê kurdî--Ghybu (gotûbêj) 14:31, 9 pûşper 2013 (UTC)

Gotara hefteyê

Di rûpela destpêkê gotara hefteyê heye. Gelo em dikarin cejna heft saliya vê gotarê pîroz bikin. An jî hefteya me çima xilas nabe?!!!! An jî ev gotar çima naguhere¿ gotarên hefteyê ên xelkê 7 rojan bêtir namînin lê yên me bi salan di cî de dimînin. Herger?Îrec Mêhrbexş (gotûbêj)

Kerem bike, gotareke rind binivîse, bila bibe gotara hefteyê. Ji ber ku bikarhêner kêm in û gotarên baş nayên nivîsandin, me guhertina gotara hefteyê daye sekinandin.—Gomadapeyam 16:13, 17 pûşper 2013 (UTC)

Silav!

Qey gotarek e rind û hilbijartî di Wîkîpêdiya Kurdî da tine ye? Ramî (gotûbêj) 01:47, 8 tîrmeh 2013 (UTC)

Di nav gotarên nû hatine çêkirin de tine ne. Ger hebin, tu dikarî pêşniyar bikî. Herwiha hûn dikarin wêneyên hefteyê jî pêşniyar bikin. Binêre;

Kêmaniya gotarên Wîkîpêdiyayê kurdî

Bi rastî Wîkîpêdiya kurdî xizan e. Bêhtir 17 hezar bikarhênar û nêzî 20 hezar gotar hene û hew.

Lê mixabin! ez wanî dibêjim.

Ramî (gotûbêj) 13:32, 9 tîrmeh 2013 (UTC)

On the English Wikipedia, we started a project called TAFI. Each week we identify underdeveloped articles that require improvement. Our goal is to use widespread collaborative editing to improve articles to Good article, Featured article or Featured list quality over a short time frame.

This is all about improving important articles in a collaborative manner, and also inspiring readers of Wikipedia to also try editing. We think it is a very important and interesting idea that will make Wikipedia a better place to work. It has been very successful so far, and the concept has spread to the Hindi Wikipedia where it has been well received.

We wanted to know if your Wikipedia was interested in setting up its own version of TAFI. Please contact us on our talk page or here if you are interested.--Coin945 (talk) 17:48, 2 September 2014 (UTC)

Zaravayên Kurdî

Divê hun Kurmancî jîdi nav beşa zaravayên Kurmancî de binivîsin. Tunebûna Kurmancî dibe ku bibe sedema şaş fahmkirinê.

Kurdino..

Ji bo xwîna Pakrewanên Kurdistanê xêrxwaz bin... Ji bo xwîna Silêman Adê, Osman Dadalî, Ehmed Bavê Cûdî, Mişel Temo û bi sedan xortên Têkoşer ko li Seranserî Rojavayê Kurdistanê hatine Kuştin... Dixwazim bala hemû Kurdan bikêşînim ser xaleke pir giring (hemû Partî), Ew kesên ko li Welat Basî bûn, kurtêlxur bûn, Nokerên (E'mîl) Esedê Mezin û Beşar bûn, îro Roj li ser hesabê xwîna Şervanên Kurdan xwe wek Welatparêz didin xuyakirin... Hevalên PYD û Partiyên din ji evan kesan re hişyar bin... Ew nakokiyên di navbera we de gûr dikin... Ew ne kesine xêrxwaz in... Ne ji bo reşika çavên Kurdan û kêşeya Kurdî bi we re ne... Kurdên Qamişlo, Tirbesipiyê, Çil Axa, Girkê Legê, Hesekê, Dribêsiyê, Amûdê, Dêrikê, Serê Kaniyê, Kobanî, Efrîn(bi hebû bajarok û Gundê xwe) Kurdên Şamê û Helebê hişyarî ewan Noker û Basiyan bin, ewên ko di dema yên wek (Bavê Cûdî û Dadalî û Mişel Temo û Şêx Maşûq û têkoşerên wek (Zeki Heci, Dara Tîrêj, Şerîf û Masûm, Mistefa Oso, Bavê Serbest û Welîd Abdulqadir ...h.d) û bi sedan di bin êşkenceya (Muxaberatên Sûrî) de bûn, di heman çax de ew Xêrnexwaz sîxurên Rêjîmê bûn, û hin kes ji wan nuha derdikevin ser Tilivizyonan û hin jî bûne Nivîskar Noker û Emîlê mala Esed bûn an yên Muxaberatên wan bûn.. Heman Ew kes îro roj dev ji kirêtiya xwe bernedane û dîsa jî Kurdan bera hevûdu didin.. Kurdino cudahî di navbera we de nîn e, eger Partî pir in, tiştekî xwezayî ye ko heft reng Keskesorekê çê dikin, bila em ne tenê rengek bin... Bila em rengîn bin, lê bila ew reng hemû di rajeya(xizmet) rengê Spî de bin, bila ala aştiyê di destê me de be... Bila gotina me li himber dijminan yek gotin be... Bila xwîna Pakrewanan çarçoveya Yekîtiya me be... Kurdperwerino, Ev Xêrnexwazên ko li ser Tilivizyonan derdikevin, yan li ser xakê tevliheviyan dikin, yên ko berê Basî bûn, hin Mît bûn, dixwazin xwe li ser hesabê xwîna qehremanên Kurd (Pêşmerge û YPG û Girîla) bikin Kurdperwer, lê gava em yek bin ew tu caran nagihên armancên xwe... Gelekan ji wan nas dikim, dikarim navên wan jî binivîsînim û belav bikim, tekez hûn jî gelekan nas dikin... Ko Kurdistan bi çend Qirûşan difiroştin, îro roj li Ewropa xwe dikin Kurd û Kurdan li dijî hev radikin... ........................................................................................................................

Bi hêvî me civîna li Hewlêrê encamekê bide. Bi hêvî me serdana birêz Salih Mislim û şanedeyên her du Encûmenan ji bo Miletê Kurd bi encam be û Partiyên me di asta berpirsiyariya dîrokî de bin... Bijî liberxwedana Kurdan li Şingal û Kobanî... Şehîdên me rêz û rûmeta me ne... Têk biçin ew xwefiroşên ko dixewazin Partiyên Kurd li dijî hev şer bikin... Bijî ew xwîna pîroz ko ji bo xaka Kurdistanê dirije û dara Azadiyê av dide...

12.10.2014 Ezîz Xemcivîn

Derbare "wenêyê hefteyê" û "gotara hefteyê"de.

Selamun Aleykum. Navemin 'Bikarhêner'ê. "Wenêyê hefteyê" û "Gotara hefteyê" qet nay guherandin. Wa "Wêneyê hefteyê" kiriye "wêneyê sale". Him bi hevra viyane pikes bikin.Ev peyama bêîmze ya bikarhêner (gotûbêjbeşdarî) e.

Silav, mînaka çêkirin: Wîkîpediya:Wêneyê hefteyê / Wêneyê hefteyê/Pêşniyar û Wîkîpediya:Gotara hefteyê--Ghybu (gotûbêj) 08:39, 14 reşemî 2015 (UTC)

Silav Ghybu. Ez çekirin zede baş nizanim. Em bi hevra bixebitin û çebikin.

What language is this?

Is it? Antiv31 (gotûbêj) 01:32, 18 adar 2015 (UTC)

Xuyakirina mobîl

  • Xuyakirina mobîl vitira rind e ? Pêşniyarên we heye?
  • Hemû peyamên sîstemê ji bo mobîlê: [6]
--Ghybu (gotûbêj) 08:52, 10 avrêl 2015 (UTC)
PS: Potala kurdî ser tranalatewiki.net: Partal:Ku--Ghybu (gotûbêj) 09:00, 10 avrêl 2015 (UTC)

Kurdi wikipedia

Pleas write article about Kurdish Wikipedia here like this: https://tr.wikipedia.org/wiki/K%C3%BCrt%C3%A7e_Vikipedi And template like this: https://fa.wikipedia.org/wiki/%D8%A7%D9%84%DA%AF%D9%88:%D9%88%DB%8C%DA%A9%DB%8C%E2%80%8C%D9%BE%D8%AF%DB%8C%D8%A7%D9%87%D8%A7%DB%8C_%D8%A7%DB%8C%D8%B1%D8%A7%D9%86%DB%8C%E2%80%8C%D8%B2%D8%A8%D8%A7%D9%86 --Kaiyr (gotûbêj) 16:39, 6 reşemî 2016 (UTC)

Update: I wrote article Wîkîpediyaya kurdî--Kaiyr (gotûbêj) 16:46, 6 reşemî 2016 (UTC)

Tim eynî ye

Çima gotara hefteyê tim eynîye. Tew nêye guhertine?* Mehk63 peyam 14:31, 9 pûşper 2016 (UTC)

Category:Kurdisches Volkstanzfestival - Mîhrîcana Gevendên Kurdıstan 2018 - Hannover

FYI: c:Category:Kurdisches Volkstanzfestival - Mîhrîcana Gevendên Kurdıstan 2018 - Hannover --C.Suthorn (gotûbêj) 10:57, 20 gulan 2018 (UTC)

Wargeha mexmur +mahmur kampi

Merhaba.Hevalên heja iro emê di derbarê wargeha mexmurêde agahiyan bidin

Gelê wargehê kurdin piraniya xwe ji bakurê kurdistanê koçberî vê axê bune jiber zilma dewletê 

Jiber ku dewleta faşist ya tirkiyê dixwast wan bide dibin xizmeta xwede le gelê kurdê bakur ve yekê qebul nekir,dema ku gel ve yekê qebul nekir dewleta dagirker ev gelê kurd bi topan topbarandikir jiboku ev gel bikeve bin qonteola wande lê belê gelê kurdê bakur ve yekê qebul ne kir û koçberi herderê bun di s sala 1999'an de hatin mexmure u heta nihaji li wirin u penaberin

DİLŞAT TUNĞ

Gund

Qerçûr

Qerçûr(tr: oluklu), bi wextê, ber Çemê Firat, gundek gelek navdar a Kolika Semsûrê bû. Navenda gundên cînar bû gelek kes li wir dijîn. Wexta baraj çê bû erdên ajoyî pirrê di bin avê da man. Gelek kesî mal barkir û her çû gund tenha bû. Siyamendadilgerm (gotûbêj) 20:10, 17 nîsan 2020 (UTC)

Gotûbêja Destpêk ê

Silav @Ghybu:, @MikaelF:, Di Gotûbêja Destpêkê da ev naverokê jêrê hene. rast e ku meriv wan jê bibe? Ev gotar nînin. ev der jî cihê ceribandinê nîne.

"36 Hamza Komu; Erenler/Karaçoban 37 TARİH 38 COĞRAFYA 39 EKONOMİ 40 Gund"

15 Gulan Roja Cejna Zimanê Kurdî

5'ê Gulanê ji sala 2006'an virde wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. 15'ê Gulanê roja despêka weşana kovara Hawarê ye. Kovara Hawarê di dîrokan Kurdan de cîhekî taybet digre. Hawar; kovara yekemîn ya bi Kurdîya bi tîpên Latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê Kurdî.

Kovara Hawarê 15'ê meha Gulanê di sala 1932'yan ji alîyê Celadet Elî Bedirxan li Sûrîyê li bajarê Şamê hatîbû weşandin û hetanî 15'ê Gelawêja 1943'yan berdewam kiribû.

Zimanê me dîroka me ye. Zimanê me rûmeta me ye. Çanda me di zimanê me de ye. Werin em bi zimanê xwe biaxifin. Werin em bi Kurdî bifikirin. Bi Kurdî ji hev hez bikin. Ji Kurdî hez bikin.

"Piştî me ji bir kir ziman, ka emê çi bikin ji Kurdîstan."

Em wekî Ciwanen Netewî cejna zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz dikin.

Çavkanî

https://www.nerinaazad.org/tr/news/life/culture/ro-15-gulan-roja-cejna-ziman-kurd-ye

TEL ZIWAN

Gundeke kurdan le derdora bajarê Şablon:Qamişlo ye Loran22 (gotûbêj) 10:11, 16 îlon 2020 (UTC)

@Balyozxane: Çend guherandinên biçûk: wisa (bê logo û serenav mezin) an jî wisa (guhertoya berê)?--Ghybu (gotûbêj) 04:40, 23 kanûna pêşîn 2020 (UTC)

@Ghybu: Guhertoya berê rindtir dixuye. Bila ev logo hebe --Balyozxane (gotûbêj) 04:44, 23 kanûna pêşîn 2020 (UTC)