Gotûbêj:Ellah

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di zimanê kurdî de "Xwedê" "Ellah" ye? God bi kurdî çi ye? Êzidok?--Ghybu (nîqaş) 14:27, 20 adar 2012 (UTC)[bersiv bide]

Kekê Gybu, Xwedê yan Xweda (herwiha Xuda dibêjin faris) û God, Gott, Goda, Gudha ji heman koka îndogermanî ne (ji ghuto, guda). Li Kurdistanê ti evdekê Xwedê (ji xeynî hin deverên Bîngolê, xelkê me yê kirdîaxêv) di jiyana rojane de Ellah bikarnayne. Heger tu ji zarokek biçûk bipirsî dikare qet nizanibe çiye jî. Xwedê, Xweda, Xuda li hin deverên Bingol û Siwêrekê Homa (ev jî ji dema olên Mazda maye) tên bikaranîn. Dêrsimî gorî Rayê Haq, Heq jî bikartînin. Ji ber ku tradîsyon wisa hatiye. Ellah di ayetan û îbadetê de derbas dibe. Lê misilmanên radîkal û fanatîk heya ji wan hatiye, nirx û têgînên kurdî erebîze dikin. Viya bi armanca teblîxê dikin. Ango teblîx ew e ku kê propagandaya îslamê bike, ew xêrê dike. Ji bo xêra xwe zêde bikin, herin bihuştê (cinnetê) ji destên wan were hemî zimanan qedexe dikin, ziman dikin erebî. Misilmanên tirkan jî ji ber ku tirk-îslamîst in, ji xwe hez ji kurdî nakin. Bi kurtî ev gitara Xwedê qet nebûye, min muhra kêm lê da, daku li ser xebat bibe. Gotarên me yên ola îslamê ji serî heya binî nabin, yekalî, alîgir in. Teblîx in. Lê ensîklopedî ne cihê teblîxê ye. --Bablekan (nîqaş) 15:38, 20 adar 2012 (UTC)[bersiv bide]
Ez wisa dibînim ku gotar wek "Ellah" were binavkirin çêtir e. Çiqas kêm be jî ev peyv bi kurdî tê bikaranîn. Ku em lê binihêrrin peyvên xwedawend, êzidok, ol û gellek peyvên ku gotar li ser vebûne di nav kurdan da bi gelemperî nahên gotin. Ji alîkî va, herçî ji ber sebebên baweriyê û herçî di klasîkên kurdî da ji ber sebebên wêjeyî ev navê Ellah bi kurdî jî hatiye bikaranîn. Bnr: Sernameê name namê Ellah, bê namê wî name natemam e wellah (Ehmedê Xanî), Ellah çi zatek ehsen e... (Feqiyê Teyran). Ji aliyê din va, ev gotara hema hema di hemû zimanan da wek Allah (û bilêvkirinên gorî wan zimanan) hatiye binavkirin. Ew derbarê peyva Ellah (ji erebî) û ciyê wê di dînê Îslamê da ye. --Sêfkarî (gotûbêj) 19:55, 9 reşemî 2014 (UTC)

Xweda, Xwedawend, Yezdan, Ellah[çavkaniyê biguhêre]

Di wîkîpediyayê da, di her zimanî da, peyva ku di wî zimanî da bo "Xweda" bikar tînin wek gotar heye. Ew bi kurdî divê "Xweda" be (herwiha: Xuda, Xudê, Xwedê varyantên vê peyvê gorî deveran û devokan e). Ji bilî vê, gotarên cuda jî hene, bona ku tevlihevî çênebe ez ê navê wan bi îngilîzî bidim: God, Deity, Allah û God in Islam.

Pêşniyara min ev e ku em bi kurdî van wiha binav bikin: God: Xweda, Deity: Xwedawend, Allah: Ellah û ya dawîn jî gotarek derbarê mefhûma Xwedayetiyê di Îslamê da û Esma-ul Husna çêbikin. Vê gotara dawîn jî, em dikarin wek "Xweda di Îslamê da" yan jî "Xweda (Îslam)" binav bikin. Ev gotara dawîn vê gavê dikare bisekine û eger hewce hebe em wê çêbikin. Eger gotar derbarê mefhûm/konsepta Xwedayetiyê di dînên din da jî hebe em dikarin wan jî bi heman awayî wergerînin.

Hûn çi dibêjin? --Sêfkarî (gotûbêj) 19:55, 9 reşemî 2014 (UTC)