Gotûbêj:Ermenistana rojava

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çavkaniyên vê gotarê di wîkiya îngilîzî de jî nîn in, lê ji ber ku bikarhênerên ermenî serdest in ev gotar heye. Bi ya min nehewceye li wîkiya kurdî. Berê keyaniya ermeniya li bakurê Kurdistanê hebû, lê navê wê di lîteraturê de nebûye Ermenistana Rojava. Tenê teoriyên ermeniyan hene.—Gomadapeyam 20:21, 13 berfanbar 2012 (UTC)

Gotar nabêje ku Ermenistana rojava dewletek e. Ji kerema xwe re, divê em nekevin polemîkan, ji be rku ger li gorî romiyan be, tisteke bi navê Kurdistan jî tine ye. Dîsa jî dewleteke ermeniyan hebûye ku dîroknas dibêjin keyaniya ermeniyan bûye. Lê rewsa hebûn û tinebûna Kurdistanê di cavkaniyên dîrokî de ji ya ermeniyan xetertir e. Lewra divê ermenistana rojava jî di Wîkîpediya kurdî de cih bigire. Ev nêrîna min e --Ferrus (gotûbêj) 20:33, 13 berfanbar 2012 (UTC)
Heval cavkaniyên navê Kurdistanê di dîrokê de hene. Û di dema Osmaniyan de (sala 1847) eyaleta Kurdistanê heye, ku tê de Eyaleta Diyarbekirê (sînorên wê yên dema Osmaniyan), Mêrdîn, Wan, Bedlîs, Mûs, Hekarî û Cizir hebûn. Lewma tu nikarî, Kurdistan û Ermenistaneke li hewayê bidî ber hev. Nexseya te niha kiriyê de jî, projeyeke û navê Ermenistana Rojava têde nîne. Ez ne li pey nêrîna siyasî me, ger cavkanî hebin, sercava, lê tistekî bi navê Ermenistana Rojava nîne. Tenê baweriya Ermenistana mezin heye, ger tu bixwazî gotareke wisa cêke. Spas.—Gomadapeyam 20:45, 13 berfanbar 2012 (UTC)