Gotûbêj:Bacansork

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Firengî hat beralîkirin)
Ferqa di nava bacanan û fireng an de çi ye? Pirsa min:Fireng çi ne?//George Animal// 17:53, 25 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]
Bacanê reş (bacanreşk) bi tirkî patlican e. Bacanê sor jî bi tirkî domates e. Herdu ne yek in. Li ser navê bacanreşkê yan bacanê problem dernakevin, lê li hin herêma navê domatesê bacanê sor e, ew dibe sedem ku tevlîhevî derbikevin. Ji domates re şamik, tamatêz, tomatos, frengî jî dibêjin. Freng domates e. Li herêma me jî digotin freng, freng gelek tê bikaranîn. Dibe ku di wateya "ji Frankîstanê, Fransayê, ji Ewropayê" de be. Osmaniyan jî ji tiştên ji Ewropayê bên re frengî, ji Ewropayê re jî Frengîstan digotin. Frengîstan Fransa ye. Lewra wextekê palasa Osmaniyan di bin bandora kûltûra Fransiyan de bûn. Heya bigire komara Tirkiyeyê jî di damezirandinê de û Ataturk. Baştir e em bo domatesê freng an tomatos bikarbînin. Bila dilê xwe negirin lê Mêrdînî gelek navan wisa tevlîhev dikin. Ji lazûtê re garis, ji şorbeyê re tirşik, ji tomatosê re bacanê sor ûêd dibêjin:) Ev jî reng û dewlemendiya zimanê me ye. Ziman bi devok û zaraveyên xwe xweşik in, rindik in.. --Bablekan 06:57, 26 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas heval Bablekan.//George Animal// 19:09, 26 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]