Gotûbêj:Turîzm

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Geştyarî hat beralîkirin)

Standartkirin[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalno @MikaelF: , @Balyozxane: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Penaber49: @Gomada: , @Ferrus: , @Biyolojiyabikurdi: @Xwedêda:, @Mehk63: Tûrîzm an geştyarî ? Herdu peyv derbas in. Aniha sernavê gotarê geştyarî ema sernavê kategoriyan bi peyva tûrîzm in . Werin bi hev re biryar bidin ka kîjan hevwate bikar bînin. Silav û rez Avestaboy (gotûbêj) 09:40, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Turîzm bi îngilîzî ye geştiyarî bimîne êdî çêtir e Penaber49 (gotûbêj) 09:46, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Geştyarî bi min zêde nayê fêmkirin. Rêjeya wan a bikaranînê nêzîkî hev in loma wek tûrîzm navê rûpelê were guhartin baştir e.
--Balyozxane (gotûbêj). 11:21, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Penaber49: Na ji zimanê fransî tê . Herdu peyv derbas in . Em ema dikarin navên kategoriyan biguherînin û beralî bikin . Avestaboy (gotûbêj) 11:29, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: , @Penaber49: Di peyva geştyarî de peyva geşt ya kurdî jî heye. Min aniha dît ku ew peyv televîzyonê de jî tê bikaranîn. Lewma ez jî peyva geştyarî tercîh dikim. Em ema dikarin navên kategoriyan biguherînin û beralî bikin . https://m.youtube.com/watch?v=dICK6li6s1o https://m.youtube.com/watch?v=fvkP_ej0xog Avestaboy (gotûbêj) 11:53, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane, Avestaboy, û Penaber49: Awayê rastnivîsî yê peyva "Tûrîzm"ê wek "Turîzm" e. Lewra gav wek "tûrîzmê" lê were gerîn, kêmtir netîce derdikevin. Bi dîtina min, peyva "Turîzm" çêtir tê zanîn, lewma bila sernavê gotarê bibe "Turîzm". -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:12, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Êvar baş @Balyozxane, Bikarhêner, û Penaber49: Geştyarî peyveke derbasdar e , tûrîzm jî peyveke derbasdar e. Min YouTube kontrol kir û her du peyv di nûçeyan de têne bikar anîn. Kes tu gotinan qedexe nake. Her çend gotar û kategorî geştyarî bin jî, hûn dikarin di hevokan de hevwateyê dewam bi kar bînin. Lewm ez geştyarî çêtir dibînim. Beralîkirin a herdu peyvan dê çêtir be. Avestaboy (gotûbêj) 18:44, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Gotina tûrîzm/turîzm ji hema bêje ḧemû kesî tê fêmkirin. Wextê ku mi vê gotina "geştyarî" dît min hîç fêm nekir ma çi ye. Ez jî dibêjim bere tûrîzm/turîzm be. Guherto (gotûbêj) 17:17, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]