Gotûbêj:Giştpirsiya Serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 2017an

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

@Mohajeer: Pirsa fermî ser serxwebûna Başûrê Kurdistanê çi ye? Bi soranî? Bi kurmancî? An jî bi herdu ziman?--Ghybu (gotûbêj) 14:02, 23 rezber 2017 (UTC)

Pirs bi soranî, bi erebî, bi tirkî û bi suryanî ye. @MikaelF: [1] Tu dikarî nivîsa jêr kontrol bikî (min rind xwendiye?):
‌ ئایا ده‌ته‌وێ هه‌رێمی کوردستان و ناوچه‌ کوردستانییه‌کانی ده‌ره‌وه‌ی هه‌رێم ببێته‌ ده‌وڵه‌تێکی سه‌ربه‌خۆ ؟
(?Aya detewê herêmî Kurdistan u nawçe Kurdistaniyekanî derewey herêm bibête dewlletêkî serbexo)
--Ghybu (gotûbêj) 17:32, 24 rezber 2017 (UTC)
@Ghybu: Tu bi soranî baş dixwînî :) bi kurmancî wisa ye: Gelo tu dixwazî herêma Kurdistanê û navçeya (navçeyên?) kurdistaniyên derveyî herêmê bibe dewleteke serbixwe? Bi silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 18:29, 24 rezber 2017 (UTC)
Hevalên hêja ji bo encaman divê bajar bajar şablonek were çêkirin, slav û rêz Mohajeer (gotûbêj) 18:03, 25 rezber 2017 (UTC)
@Mohajeer: Vitira?--Ghybu (gotûbêj) 19:21, 25 rezber 2017 (UTC)
@Ghybu: duriste bra, spas Mohajeer (gotûbêj) 19:42, 25 rezber 2017 (UTC)

Encamên fermî[çavkaniyê biguhêre]

Ser malpera Rûdawê "170 hezar û 611 deng hatine dûrxistin, 40 hezar û 11 deng hatine betalkirin û 9 hezar 368 deng jî spî bûne" hatiye nivîsandin. 'Dengên dûrxistin' çi ye?--Ghybu (gotûbêj) 16:12, 27 rezber 2017 (UTC)

Dengên spî?? Yan dengên vala? --MikaelF (gotûbêj) 07:38, 28 rezber 2017 (UTC)
Bawer dikim bi gotina dengên spî qesta dengên vala (bêmohr) dikin, lê ew dengên ku dûrxistine çi ne, yan jî çima ne di nav dengên betalkirî de ne, tiştekî ne diyar e.—Gomadapeyam 09:24, 28 rezber 2017 (UTC)
@MikaelF: bnr. es:Voto en blanco--Ghybu (gotûbêj) 09:57, 28 rezber 2017 (UTC)
@Ghybu: Bi îngilîzî "blank ballots" dibêjin, "white ballots" nabêjin, bi swêdî jî "blanka röster", ne "vita röster". Wate hindek cuda ye. Lê min niha dît ku peyva "raya spî" jî tê bikaranîn. Silav --MikaelF (gotûbêj) 07:48, 29 rezber 2017 (UTC)

@Mohajeer: Pirraniya gotarê li gorî malpera Rûdawê (hindik jî li gorî Basnews û K24) hatiye nivîsandin. Rûdaw û yên din rojnameyên nêzîkî partiya M. Barzanî KDPê ye... Bi min çavkanyên notir pêwîst in!--Ghybu (gotûbêj) 17:33, 18 kewçêr 2017 (UTC)

@Ghybu: Hindî ji destê min hatî, min çavkanîyên fermî nivîsine(eger tu baş binêrî lê baş binêre tu dê çavkaniyên din jî bibînî) lê ji taqîpkirina giştpirsiyê tenê Rûdawê kareke baş kiribe çi sûcê min e? dema giştpirsiyê de min li hemû medyayên fraksîyonên cûrbecûr dinêrî lê mîsal di ANF de yek nûçe têkildarî giştpirsiyê tune bû. Di NRT de beşa Kurmanciya Latinî tune bû, Di PUKMEDİA de her çend min hinek çavkanî dabin jî(lê te ew jî neditiye) rojanekirina PUKMEDİAya kurmancî zeîf bû. Her wisa Basnews û K24 jî hebûn lê tu jî dizanî ew jî nêzîkî PDKê ne.Min ew jî lêzêdekiriban te dê gotiba ev jî pdk ne. Her wisa min xwest karekî zanyarî bikim ne hizbî. Agahiyên derbarî partiyan de min hessasiyet kir li gor medyaya wan nîşan bidim, ne li gor reqîbên wan.Min ev gotar jî bi çavê partizanîyekî nenivisiye.Lê ev tiştek normal e ku pdkê serkêşiya giştpirsiyê kiribe û ji bo wan bibe reklam lê nîyeta min reklama wan nîne, statûya Kurdan e. Rûdaw kareke profesyonel kir li her derê agahî gehandine me. Li medyayên Îranî, Tirkî jî min gelek çavkanî dan(lê çavê te ew jî neditiye) Niha li vir min ewqas xebat kir,3 meh e, her roj min ev gotar rojane dikir, di vê wikipediyaya Kurdî de gotarek wiha berfireh ev deh sale we çênekiriye lê axiftina te ji bo min ev e tenê bra? Mohajeer (gotûbêj) 17:55, 18 kewçêr 2017 (UTC)