Gotûbêj:Hrant Dînk

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Hrant Dink hat beralîkirin)

Ez difikirime û bawer dikime ku, em divê ku di van babetan de bêalî, bêhisî û realîst bibinî. Belê bi dîrokî û erdnîgarî meletî li Kurdistan dikeve. Erê belkî xeyalê hin Kurdan de tiştekî wiha jî he ye. Lê, ku mîrov li realîte binehere meletî li xakên Kurdistan be jî, îroj li sînorên Tirkiye de ye. Ji vê sedemê ew Malatya, Tirkiye an Malatya, Kurdistan,Tirkiye be yê bi min hîn rast be.

Cyrus the virus

Rast e divê em realîst û bêalî bin.

Werin ha werin realîzmê[çavkaniyê biguhêre]

1- Li Dersîmê hejmara leşker, karmend û kujerên dewleta Tirk ji yê gel zêdetir e. De were em Dersîmê bavêjin, ma çi dibe..

2- Li Dîlokê tê gotin hejmara Kurdan 50 % bûye û rojberoj kêm dibe. De wê jî bavêjin lo, ma ji xwe navê wê ne xweşik bû. Dîl, kole dianî bîra mirov..

3- Tê gotin li Bakurê Kurdistanê bajarê ku herî pirr lê Tirkî tê axavtin, navenda Amedê ye. Paytext, maytext ji xwe Ehmed, Mihemed dianî bîra mirov. Wê jî bidin Tirkan ne mişkile ye.

4- Ji salên 40´î şûnde li Elezîz, Erdêxan, Îdir, Mareş, kismen Erzerom û Qers, Sêwas û Erzinganê polîtîkaya assîmîlasyonê ya dewletê biserket û ev deveran bi radeyeke bilind hatin "Tûrkîzekirin". Ango ev deveran tixûbên Kurdistanê de bûn. Lo de bila tîxûbê me hinde din jî berî bi hundir ve were no problemo..

Eman ha Kurdên li Derya Spî bila bimirin. Kurdên Anatoliya Navîn bila werin kuştin. Ên li Stenbol, Mersîn, Edene, Îzmîrê bila werin firotin.

Ji xwe partî, kom û dezgeyên Kurdan bi tiştinên beredayî ve bilî dibin. Hêj nexşeyeke Kurdistanê ya standart jî nîne. Serokên me di kêf û karên beredayî de ne. ma çi bi me hatiye.

Bi ya min jî em hemî Kurdistanê bavêjin. Ma çi bûye, merdî miriye.. Ma em û Tirk ne kardeş in. Ma xatirê wan nîne?

Heya salên 40-50'î li tevahiya Bakurê Kurdistanê hejmara Kurdan 90 % berjortir bû. Herwekî li Meletiyê jî. Ê bavo camêran dewlet in, dijmin in. Dikevin nav gel wekî dêleguran bela-wela dikin. Ên mayîn jî dikin Tirk. Tê gotin wekî parêzgeh, hejmara Kurdan li Meletiyê hêj jî serdestir e. Belgeyên cidî hene.

Off, lo de bavêjin Meletiyê. 10 sal berê min ji keçikek Meletiyê hezkir, lê wê ez red kirim. Ew kul di dilê min da her û her ma...

Realîstno de hûn jî werin realîzmê. Realîzma dagirkeran. Realîzma xweşik û ciwan. Erdêxan di hîç nexşeyeka Kurdistanê de cihnagire. 80 % gelê Erdêxanê, dîroka wêm navê wê, hertiştê wê Kurd e lê bo xatirê kardeşan ne pirsgirêk e. Kê Erdêxan girt hema bila...

Ez ê jî rojek bibim realîst, hindik maye.. Serkeftin û rêz. --Bablekan 17:44, 22 Rêbendan 2007 (UTC)


Silav.. Min nivisara xweya pêşin de gotî bû; Dîrokî û erdnigarî biniherî, belê meletî li Kurdistan ê ye. Ji alîya gel de jî bineherî jî çiqas ez na bi tunî bawerim jî bi gumanî zêdetir e. Lê, temam em wusa bêjin, ê lê ma em çiqas bêjin, binivîsînin jî ma ew li wir tê guhertin. Ku eger armanca ma ansîklopedî ye bi min, ku çi ye em wê binivisînîn. Dîsa jî tuyî bi kêfî xwe yî.

Qawet be.

Cyrus the virus