Gotûbêj:Jacksonville, Florîda

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Jacksonville, Florida hat beralîkirin)

Gelhenasiya DYAyê[çavkaniyê biguhêre]

Silav Penaber49 (@Gomada, Mohajeer, Xwedêda, Avestaboy, û Ghybu:) tu çawan î? Li Wîkîpediya Kurdî tu karekî gelek qenc dikî, gelek spas! Di nivîsên te li ser cografya Amerîkayê de beşa etnîkî ya bajaran heye. Bi dîtina min, hindek sosret e (sîstema dabeşkirina amerîkî li gor nîjadan, sosret û ecêb e!), ji bo vê hingê li Wîkîpediya Kurdî divê em zelal bin. Li Kurdistanê etnosîteya kurdan ne "spî" ye, kurd e. Lê li Amerîkayê kesekî kurd dibe "spî". Gelo "spî" û "reş" etnosîte ne? Bi dîtina min, na. Reng in. Ez pêşniyaz dikim, ku em bi vî awayî "grûpên etnîkî" yên DYAyê binivîsin:

Gelhenasî...
  • Amerîkanên spîpêst:
  • Amerîkanên reşpêst yan afroamerîkî:
  • Amerîkanên hîspanî yan latînoamerîkî:
  • Amerîkanên asyayî:
  • Amerîkanên xwecih û kesên xwecih ên Alaskayê:
  • Amerîkanên giravên Pasîfîkê û Hawaiiyê:
  • Amerîkanên pirnîjadî:
  • Amerîkanên din:
Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 08:54, 25 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav birêz @MikaelF û hevalên din, bi rastî ez li ser vê telafûzê hinek fikirîm.. lê jêderka min bê agahî yê jê hildaye bi vê awayî anî ye ziman jibo ku çewtî min nêzîkê telafûza jêderkê nivîsî Penaber49 (gotûbêj) 09:10, 25 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]