Gotûbêj:Yosîf Stalîn

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Josef Stalin hat beralîkirin)

1929-1953

Vandalîzm? Sansur?[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalno, bikarhêner @Jiyanekenu hemû nivîsên rexnegir ên li ser Yosîf Stalîn jê dibe, dixwaze bila li ser gotarê Stalîn tenê ji aliyê erênî ve behsa wî bê kirin... Her ku ez lê dikim, ew jê dike. Ev sansur e, vandalîzm e nizanim. Min li ser malpera gotûbêja wî sererastkirinên xwe da fehmkirin, lê ew hê jî parêzeriyê Stalînê dike, li sûna ku bihêle em gotarek ansîklopedîk û serbixwe li ser Yosîf Stalîn cêkin (kerem kin, dîroka gotûbêja me herduyan). Kes di nav we de (@Avestaboy, @Penaber49, @MikaelF, ... ?) heye pirsgirêka me ya bicûk careser bike? Ji neha ve spas. Ferrus (gotûbêj) 17:11, 20 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Merheba, ji ber ku tu belge û çavkanîyên objektîv di nivîsê de nebû min jî sererast kir. Tu kes ne mecbûr e bi derew û reşkirinên dîrokî bawer bike û wan qebûl dike. Hemû tişt bêyî çavkanî û wekî ku rast in dinivîsin, heqê mirov jî heye ku sererast bike. Agahîyên we sansûr in. Hûn dibêjin ku çi kes nikare fikrên xwe binivîse û bi belgeyan bibêje, tiştên wilo ne xweş in û nerast in. Dema we bi xêr. Jiyanekenu (gotûbêj) 17:24, 20 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav Jiyanekenu, li wîkîpediyê hemî naverok li gorî çavkaniya tê nivîsandin yan jî tê jêbirin. Ji kerema beriya sererastkirinên mezin divê fikrê bikarhênerên Wîkîpediyayê kurdî hildî û bi birayek hevpar bê guhertin yan jî bê zêdekirin. Penaber49 (gotûbêj) 17:16, 20 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav, min tu çavkanî di nivîsê de nedît, ma ev der ne kursîyeke azad e, hemû kes nikare fikr û belgeyên xwe binivîse? Ez jî fikrên xwe dinivîsim. Hemû mijar ev e. Ger mirov nehêle ku em fikr û belgeyên xwe binivîsin, vandalîzm û sansûr ev e, vê yekê jî ne tiştekî xweş û qenc e. Jiyanekenu (gotûbêj) 17:48, 20 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Jiyanekenu: , @Ferrus: , @Penaber49: Wîkîpediya zanistname ( ansîklopedî ) û ne meydana bangeşeyê ye . Em hewil didin ku li ser Wîkîpediyayê bi qasî ku gengaz be bêalî zanîn bidin mirovan.Mixabin gelek kes di Wîkîpediya de bêalî namînin û hewl didin dîtinên xwe bikin zorandin . Avestaboy (gotûbêj) 12:21, 21 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav, li jorê jî min got, dîse dibêjim min tu çavkanî di nivîsê de nedît û ji ber vê yekê min guherand. Dema te bi xêr. Jiyanekenu (gotûbêj) 21:06, 21 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav birêz @MikaelF çawayî baş î? Te navê rûpelê guhartiye lê bi qasî ku dibînim [1] te ev nav çêkiriye. Gelo çavkaniyeke te heye ji bo vî navî? --Balyozxane (gotûbêj). 07:00, 21 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Gelek spas, ez baş im, tu çawan î birêz @Balyozxane? Derbarê nave Yosîf/Iosîf Stalîn de, bi dîtina min, çavkanî ne hewce ye, zanîna transkrîpsiyona alfabeya kîrîlî hewce ye. Ez li kovarên Hawar û Ronahî digeryam, lê bi têne behsa "Stalîn" dikin. Transkrîpsyona navê wî yê rûsî Yosîf/Iosîf Stalîn e. Navê Josef ji kû derê ye, ez fehm nakim. Dibe ku navê Joseph ê inglîziyan be, lê Stalîn ne inglîz bû. Ji bo vê yekê ez pêşniyaz dikim ku sernavê gotarê yan Yosîf Stalîn, Iosîf Stalîn bimîne yan jî bi têne Stalîn be. Tu çi dibêjî? Bi silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 14:00, 21 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Ez jî baş im, mala te ava. Bi ya min ya herî baş em li pey çavkaniyên heyî herin. Ji transkrîpsiyonê peyvên nû çêkin ne baş e, li dijî qaîdeyên wîkîpediyayê ne. Em li vir nikarin lêkolîneke serbixwe bikin, divê di çavkaniyan de çi hatibe gotin bila ew be. Di kîtaba Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv a bi navê Kurd Dîrok û Dema Nû de beşek heye li vir navê stalîn wek Î.V.Stalîn derbas dibe. Heta ku em çavkaniyên baştir nebînin, bi ya min Josef Stalîn be ji ber ku navê herî zêde bikaranîn ew e. Dembaş! --Balyozxane (gotûbêj). 23:38, 21 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Silav @MikaelF heke te çavkaniyek nedîtibe, ez ê navê rûpelê bikime "Josef Stalîn". Dembaş! --Balyozxane (gotûbêj). 21:38, 23 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu, Guherto, Avestaboy, Gomada, û Bikarhêner:--MikaelF (gotûbêj) 12:54, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)@Jiju, Mohajeer, Penaber49, KelêÛxelfetî, Biyolojiyabikurdi, û Ferrus:--MikaelF (gotûbêj) 12:54, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC) @GPinkerton, Pispor, Bibliophile, û Rewiye tine:--MikaelF (gotûbêj) 12:54, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav Balyozxane, min jêder ji bo "Stalîn", "Hev. Stalîn", "Hevalê Stalîn" hene, lê ji kerema xwe re vê rûpelê meke "Josef Stalîn"(*Жосеф Сталин); ew şaş e, ne transkrîpsyona dirust a navê Stalîn e. Î.V. Stalîn, Îosîf Stalîn an jî Stalîn çêtir in. Jixwe meriv dikare navên rûs, ereb, ermenî û hwd bê çavkanî transkrîpsiyon bike, ne lêkolîneke serbixwe ye. Jêder ji bo agahdariya gotaran e, ji ber ku bêalî û ensîklopedîk bin û bi awayekî zanîstî werin nivîsîn. Di warê bi hezaran gotarên bêçavkanî yê Wîkîpediyê de, weke rêveberê nû, meraqa min heye tu dixwazî çi çare lê bikî? Tu çi pêşniyaz dikî? Hertim serkeftin. --MikaelF (gotûbêj) 12:54, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Birêz MikaelF, bi vî tevgera xwe tu wek rêveberekî berê min matmayî dihêlî. Hejmara çavkaniyên Josef Stalîn ji yên din gelektir in. Loma pêwîst e Josef Stalîn were bikaranîn. Dema tu navên gundên başûrê transkrîbe dikî, ma kes ji te re tiştek dibêje? Na, ji ber ku li ser navê wan ti çavkanî tune ne loma pêwîst e em transkrîbe bikin. Lê belê çavkaniyên Josef Stalîn hene, ne tine ne. Heke qet çavkanî tinebû min ê bigota çawa dixwazî transkrîbe bike. Di lîteratûra kurdî ya kêm çavkanî de ger yek jî çavkanî hebe, divê em wê bi kar bînin ji ber ku Wikipedia:NOORIGINALRESEARCH. Dembaş! --Balyozxane (gotûbêj). 17:26, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Birêz @Balyozxane: min karê xwe li Wîkîpediya kurdî ji bo pêşveçûna zimanê kurdî kiriye û bi wêrekbûna xwe alîkariya zimanê kurdî û çanda wîkîpedîst dikir. Piraniya gotarên min bi jêder in, navên gundên Bakurê Kurdistanê hemû bi çavkanî ne, mixabin te nedîtiye, ne "nooriginalresearch" in. Bi rastî, ez rexneyên te xweş nabînim û di nêzîkî de ez ê ji Wîkîpediya kurdî derkevim. Bimîne di xweşiyê de. MikaelF (gotûbêj) 19:01, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu Ka xêra xwe bêje min çi xelet gotiye? @MikaelF Bi xatirê te MikaekF! --Balyozxane (gotûbêj). 19:09, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Birêz @Balyozxane ez qet ne alîgirê zimanê te yê tûj im! Karê te ne herimandina bikarhêneran e, ne qewitandina wan e jî. Te bi têra xwe sedemên rexneyên xwe anî ziman ew bash e, lê aniha tu êrîshî bikarhêneran dikî û ev ne qenc e. Werhasil, tu jî ne bêkêmasî yi, tishtên ku tu jî fêr bibî gelek in, wek me hemiyan. Heke tu bi vê zimantûjiya xwe beedewam bikî ezê dengê xwe yê bo rêveberiya tê vekisînim. Silav û rêz. Ferrus (gotûbêj) 20:22, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Silav Birêz Ferrus, Xêra dê û bavê xwe, min çi xelet gotiye û kîjan perçeya xeberdana min di vê gotûbêjê de tûj e dikarî nîşanî min bidî da ku ez hîn bibim divê çawa xeber bidim? --Balyozxane (gotûbêj). 20:24, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Ne hewce ye ez yek bi yek bijimêrim. Carinan lêborînek ji hezar peyvan çêtir e. Kêmasiyên me gelek in, leema divê em hêza xwe bo xebatên erênî bikarbînin. Daxwaza min bo Wîkiya kurdî ev e: Lets keep calm, stay constructive and be nice to each other. Ferrus (gotûbêj) 20:43, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Ferrus Xebera te ye. Ez lêborîna xwe ji birêz MikaelF dixwazim. Înşela min efû bike. --Balyozxane (gotûbêj). 21:24, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]