Gotûbêj:Kubaba

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ev ne mêr e, jin e. Herwiha xweda ye. Ango bûye xweda.

Viya bar bikin: Yekem kaybanûya di dîroka mirovahiyê de tê zanîn Kubaba, keça bav-kalên Kurdan, Gûtiyan, mîrê bajarê Qerqamiş /Cerablûs/ Cerabîsê, Mîro bû. Jineka gelek rind, zana, dadperwer û majîk bû. Wekî dayikek li gel xwedî derdiket, alîkariya xizanan dikir. 3000 sal B.Z. jiyaye. Ji hezkirinan gel wê wekî ewliya, xwedayî dizanîn û rêza wê digirtin. Piştre navê wê ket nava xwedayiyan û her wisa li nava Horiyan, Xaldiyan (Hattî, Hîtît), Lûviyan, Frîgan, Lîdiyan û gelên din ên Aryayî belav bû. Hin deveran navê wê bû Kîbele, hin deveran jî Matar Kîbela, Ma Kîbebe, Mama Kuba, Mader Kûbilya, Mama Kubar, Ma Kûbîleya. Di şiklên dîwaran de ew bi henar û simbilê dihate nexşkirin. Henar her di nava Kurdan de pîroz bûye û hê jî di şeva Yeldayê û pîrozbahiyan de henar tê ser destexaneyan. Bajarê Qerqamişê di sala 2011an de ji aliyê dewlete Tirk ve wekî herêma eskerî û qedexe hat îlankirin û gelek ji bermahiyên dîrokî jî hatin talankirin. Qerqamiş dikeve sînorê Bakurê Kurdistanê û Rojava. Li rojava Cerablûs dibêjin û bermahiyên li wir jî ji aliyê DAÎŞ, çeteyên Tirkan û arteşa Tirkan ve hatin talankirin, xerabkirin. Kêm bermahî li mûzexaneyan tên pêşkirin.