Gotûbêj:Kurd

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bikaranîna virgulan[çavkaniyê biguhêre]

Silav @Penaber49. Bira, tu her daîm piştî sernavê gotarê virgul bi kar tînî lê belê bikaranîneke wisa tine ye. Pir xelet xuya dike. Tu çima wisa bi kar tînî? --Balyozxane (gotûbêj). 17:47, 4 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]

Silav bira, bikaranîna bêhnokan ji ber ku nav ji hevokê bê cudakirin bikartînim. Wisa êdî çêtir nîne? Penaber49 (gotûbêj) 18:02, 4 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 Na bira. Min ti kitêba rêzimanê de tiştekî wisa nedîtiye. Armanca virgulê ne ew e. Tu jî dibêjî "bêhnok" yanî divê li vir bêhn bigrî lê ne hewce ye ji ber ku tiştekî din tine piştî wê wekî "Kurd, tirk û ereb" --Balyozxane (gotûbêj). 18:04, 4 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Min fem kir bira. Bi rastî di vî warî de hişê min jî tevlê hev e. Mînak li wîkîpediya îngilîzî û tirkî gelek gotar hene ku piştê nav bêhnok tê bikaranîn. Divê li ser vê yekê hinek lêkolîn bikim. Penaber49 (gotûbêj) 18:09, 4 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 Em jî carinan bi kar tînin lê belê li vir nabe. en:Peninsula virgul nîne ji ber ku piştî wê bi parantezê derdê xwe dibêjin. en:Anatolia vigul heye ji ber ku di îngilîzî de formata "Tiştek, cimleyeke ku tam ne cimle ye, berdewama cimleyê..." heye. --Balyozxane (gotûbêj). 18:13, 4 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Raste bira. Bi rastî ez hinek caran çewt bikar tînim. Jiber efora zêde mirov hinek tiştan ji bîr dike. Ezê ha jê hebim bira. Penaber49 (gotûbêj) 18:58, 4 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 Mala te ava, bira! Qewet be! --Balyozxane (gotûbêj). 19:02, 4 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 Bira ez dibêjim ev gotin hinek alîgir e. Êdî em hay ji gotinên alîgir bin baştir dibe. Bi zimanekî ensîklopedîk divê binivîsin. Xisûsen behsa "bê veşartin" dikim. Tu dikarî bibêjî "di hejmartinên nifûsê de nayên behskirin" an jî tiştekî din. Dikarî biguherînî? --Balyozxane (gotûbêj). 22:09, 11 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav bira, belê rast e peyvek alîgir bû lê rast e. Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê hêjmara nifûsê bi çi awayî tê hêjmartin nizanim lê dewletên din ên ku li beşên Kurdistanê serwerî dikin nifûsa Kurdan diyar nakin (vedişêrin). Min naverokê wek te got guhert bira. Penaber49 (gotûbêj) 03:28, 12 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]