Here naverokê

Gotûbêj:Mîr Muhemmed Paşa

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Mijarekê lê zêde bike
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şiroveya dawî: berî 3 mehan ji aliyê Germany091 ve di mijara Neverokên neyînî yên li dijî mîrên kurd de

Neverokên neyînî yên li dijî mîrên kurd

[çavkaniyê biguhêre]

Silav Germany091 mixabin li ser Wîkîpediya îngilîzî gelek kes hene ku di derbarê rêberê an birêveberên kurd gelek naverokên neyînî hene. Dibe ku di dema şer an şerên navxweyî kuştî çêbûne li bi awayekî balkêş ev naverokan li ser Wîkîpediya îngilîzî ji aliyê hinek kesan yekser hatine zêdekirin. Gelek kes hene ku bi eslê xwe kurd in dijkurdîdî dikin. Wek mînak hinek zaza û hinek kesên ku xwedî baweriya êzîdîtî ku xwe kurd nabînin û li dijî Kurdan di nav propagandayên neyînî de ne. Ez wiha difikirim ku ev naverok yekser ji aliyê van kesan ve li ser Wîkîpediya îngilîzî hatine zêdekirin. Bi rastî min hêj bi awayeke temam biryat nedaye ku van naverokan derxim an na. Ji kerema dema ku te naverokan ji Wîkîpediya îngilîzî kişand hay ji van propagandayên neyînî hebe. Penaber49 (gotûbêj) 16:48, 8 çiriya pêşîn 2025 (UTC)Bersiv bide

Silava hêja @Penaber49, ez jî tole tê me. Di pêşerojê ezê xebatên xwe bixwe jî kontrol bikim, yanî çav li ser nivîsên çavkaniyan û ne bê çav zêdekirina agahiyên wîkîpediya inglîzê an yê elmanî. Sipas ji bo hişyarkirina tê. Germany091 (gotûbêj) 16:40, 9 çiriya pêşîn 2025 (UTC)Bersiv bide