Gotûbêj:Melayê Cizirî (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Beralîkirin[biguherîne]

Silav @Xwedêda:, te çima beralîkirinên wisa kirine? Heke ev gotar ne baş e, wisa binîvîse an jî jêbibe. Beralîkirin li vir nabe. Dîsa jî em dikarin gotara orîjînal sererast bikin, ewqas ne xirab e. jkx guherandinên xwe betal bike.@Ghybu:--Balyozxane (gotûbêj) 14:05, 21 adar 2020 (UTC)

Erê, şablona {{jêbirin}} li ser gotarê tevlî bike. Herwiha Xwedêda rast dibêje ([1]): hemû pirtûkên ku hatine çapkirin ensîklopedîk nînin...--Ghybu (gotûbêj) 14:13, 21 adar 2020 (UTC)

Slav bira Welleh ew ne ansîklopedîk in. Ji boyê Xwedê ez ricayê we dikim wikipediya kurdî nekin gemarxane!. Pirtûkên Nivîskaran hemî mejbûr ninin ku wikipediya wan were çêkirin. Pirtûkên Abdusamet Yîgît hemmî hatine çêkirin ka çi lazime ?. Ez bi xwe Pirtûkên ku girîng û pir werin naz kirin dûre wikipediya wan çê dikim. Li çêkirinên min binêre ez pirtûkên ku wikipediya wan çêdikim ên girîng çê dikim. Mesela Mele Mehmûdê Bazîdî min pirtûkên wî çê kir ji ber ji bo dîroka Kurdan piiir girîng in.Xwedêda (gotûbêj) 14:23, 21 adar 2020 (UTC)

Hinek pirtûkên nivîskarên kurd û hinek kilamên Şakiro wana hene ez dixwazim ku wikipediya wan çê bikim lê ne ansîklopedîk in ji ber wê çê nakim.Xwedêda (gotûbêj) 14:31, 21 adar 2020 (UTC)

@Xwedêda: law malnexirabo, kesek hat, tiştekî kin be jî li wîkîpediyayê zêde kiriye. Çi eleqe heye "pirtûkên giring"? Em jî hinek sererast bikin, bila bimîne. @Ghybu, Bikarhêner, Pispor, û MikaelF: hûn çi dibêjin li ser vê mijarê?--Balyozxane (gotûbêj) 16:11, 21 adar 2020 (UTC)
Niha rûpela Bassamê Kurdî jî kin e lê ji helbestvanê herî pêşînane ji ber wê girînge û pêvûste ku wikipediya wî hebe. Mesela pirtûka Eliyê Teremaxî pirtûka wî a Serfa Kurmancî kin e lê piir girîng e û ansîklopedîk e, Her wiha El-Qanûn fî el-tib, Bêvaciya fîlozofan (pirtûk), Pirtûka Optîkê, Nehc-ul Enam, Tiba Melayê Erwasî, Organon, Adetên kurdan (pirtûk), Ensab el-Ekrad, Tarîxî Meşahirî Kurd û hwd van berheman gellekî wî min çêkir ji ber ku piir ansîklopedîk in, Girîng in û naskirî ne. Lê hinek pirtûk hene ansîklopedîk nînin ez wikipediya wan çê nakim . Bi Tirkî dibêjin Kayda deger degil. Ên Abdusamet Yîgît pirraniya pirtûkên wî ne ansîklopedîk in. Ka pirtûkên abdusamet Yigit ji bo çi hemmî hatine çêkirin???. Slogana min ev e:
Wîkîpediya Kurdî nekin gemarxane. Xwedêda (gotûbêj) 18:11, 21 adar 2020 (UTC)
Li gor çi tu dibêjî ew ne giring in? Kesekî van pirtûkan xwendin û gotarek nivisiye. Gelek pirtûk li ser wîkîpediyayê înglizî hene li gor hin kesan ne giring in. Lê ew li vê derê dimînin ji ber ku gotar ansîklopedîk e. Divê em jî wisa bikin.!--Balyozxane (gotûbêj) 18:34, 21 adar 2020 (UTC)
slogana min " Kurdî be, tenê peyvek jî be girîng e." ji ber vê yekê gotûbêjê zêde dirêj mekin. Beriya 50 salan kî dikaribû behsa Kurdî bike, tiştên wisa re zehf gotûbêj nekin. Hejmara serenavên zimanên din sed caran ji me zehftir in. Em çima behsa kêmbûna hejmara serenavên Kurdî nakin û hejmara serenavên zimanê xwe roj bi roj zêde nakin? Bargiranewe (gotûbêj) 18:47, 21 adar 2020 (UTC)
Pirtûkek giring an ne girîng be li ser Googleê xwe dide nîşandin. Pirtûkek Girîng û ansîklopedîk be an nebe li ser googlêde de xwe dide nîşandin. Ger pirtûk Girîng an ne ansîklopedîk be jî xwe di weşanxaneyên kurdî de xwe dide nîşandin. Malik ava maden wisa ye em hemî pirtûkên Dînewerî, Mele Xelîlê Sêrtî jî çê bikin ku ê Mele Xelîlê Sêrtî hêjmara wan 25 heb in ??. Me di nav hemmmî wêjevan û nivîskarê kurd de tenê bi temamî berhemên Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî çê kiriye ji ber ku berhemên van wêjevanan bi tevahî giring û piir ansîklopedîk in û ji bo Ehmedê Xanî ji bo berhemên wî şablon jî heye. {{Ehmedê Xanî}} Xwedêda (gotûbêj) 18:56, 21 adar 2020 (UTC)
Tu dibêjî ev ne ansîklopedik e. Lê cem te ev pirtûk heye? Te xwendiye? Islam Ansiklopedîsî ev pirtûk wek çavkanî bi kar anîye https://islamansiklopedisi.org.tr/faki-yi-teyran Ez dikim vê gotarê sererast bikim û dîsa biweşînim.--Balyozxane (gotûbêj) 19:05, 21 adar 2020 (UTC)
Bikarhêner @Xwedêda: divê tu xebatên kesên din wek "gemar" bi nav nekî. Berî nîqaşê rasterast danîna beralîkirinê jî şaş e. @Ghybu: Ji bo tiştên bi eşkeretî çewt be em rasterast jê dibin an hişyariya jêbirinê datînin. Berî gotûbêjeke wisa divê tu rasterast wisa nekî. Sererastkirina Wîkîpediya & Wîkîferhengê û muhafezekirina kalîteya wan armanca me ye jî. Vê gavê min xwest ku li gotarê binêrim lê ji ber ku we rasterast beralîkirin daniye gotarê nabînim. Lewma ez ê beralîkirinê jê bibim. Herwiha krîterên taybet yê ji bo kitêban hêj nû ji we dibihîsim. Li cihekî din nehatiye diyarkirin. Ger qaîdeyeke wisa hebe, -ku vê gavê tine- divê li cihekî eşkere ev qaîde bêne diyarkirin. Ragihandin: @Balyozxane, MikaelF, Mohajeer, û Gomada: -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:14, 21 adar 2020 (UTC)
Qelîteya wikipediya kurdî berjêr nexin. Wikipediya kurdî bila nebe gemarxane. Bila Wikipediya kurdî bêalî, ansîklopedîk û wikipediyakî berfireh û zelal be.
Ez wisa difikirim. Ma Ez nabêjim ku pirtûkên Abdusamet Yîgît bi temamî ne ansîklopedîk in, Ez dibêjim ku hinekî ji wan ne ansîklopedîk in û hinek jî ansîklopedîk in. Xwedêda (gotûbêj) 19:23, 21 adar 2020 (UTC)
Yaw em jî dibêjin bila gotar ansîklopedîk be ne pirtûk. Quran ne pirtûkeke ansîklopedîk e. lê dîsa jî gotara wê hene ji ber ku pirtûkeke ye û gotara wê ansîklopedîk e. Em naveroka pirtûkê nenêrin têne gotarên xwe baş binivîsîn bes e.--Balyozxane (gotûbêj) 19:29, 21 adar 2020 (UTC)

Birayê Ghybu ma ez ji pirtûkên wî re nabêjim gemar, Ez dibêjim em wikipediya kurdî nexin gemarxane. Yaw pirtûkên Abdusamet Yîgît bi temamî ansîklopedîk nînin xêncî bi % 50. Hûn çima qebûl nakin ?. Ên ku ansîklopedîkbin ser çavê min lê hinek ansîklopedîk nînin. Yaw Feqiyê Teyran 1 2 3 4 yanê ew çine ? Yek bese di hundirê gotarê de bêjin ku 4 heb hene, çima ji her Pirtûkên re gotar vedikin ?. Navê pirtûkek wî Êlî Herîrî ye ka Êlê çiye ? A rast Elî ye îjar Êlê ji ku derket ??? Pirtûkên wî % 50 ansîklopedîkin lê %50 ne ansîklopedîk in. Xwedêda (gotûbêj) 19:35, 21 adar 2020 (UTC)



Îjar nizam fizîknas, fîlozof sosyolog, dîrokzan e ev şaş e!. Meriv pirtûka yekî a li ser fizîkê wergerîne zimanek dinê nabe fizîknas ,😊. A. Yîgît 42 saliye ka çewa bûye fîlozof fizîknas dîrokzan û sosyolog ? . Tenê pirtûk wergerandiye . Kes bi Wergera pirtûka nabe fîlozof!Xwedêda (gotûbêj) 19:42, 21 adar 2020 (UTC)

Qe mumkune meriv 42 salîbe Nivîskar, Fîlozof, Civaknas, Zimannas, Dîrokzan, Fizîknas û Wêjevan be ?😆😂 Îcar di wikipediya Xwe de gotiye Ji ber ku kurd bû, weke demeke jî di zîndanê ma. Ji 1994'an haya 2004'an di zîndanê de ma. Li zindana Erzîromê, Êlihê û Giresunê de ma. ewqas demek dirêj jî di girtîgehê de maye çawa buye Fîlozof, Civaknas, Zimannas, Dîrokzan, Fizîknas û Wêjevan ???Xwedêda (gotûbêj) 19:48, 21 adar 2020 (UTC)

@Xwedêda:BILA GOTAR ANSÎKLOPEDÎK BIBE NE JIYANA NIVÎSKÊR--Balyozxane (gotûbêj) 19:51, 21 adar 2020 (UTC)
@Xwedêda: Ew slogana te ji te re sed pîroz û bimbarek be lê di çarçoveya Wîkîpediyayê ya giştî de ti wateya wê tune ye. Tu ji binî heya serê Çiyayê Araratê neheq, şaş û çewt î. Li ti derên Wîkîpediyayê (yên hemû zimanan) nabêje divê mijar bi xwe ansîklopedîk bin. Lê ji ber formata Wîkîpediyayê divê gotar bi ziman û awayekî ansîklopedîk bên nivîsandin. Me vê hel kir? Îja tu bi çi heqî gotaran li gor kêfa xwe beralî dikî ser gotarên bêeleqe? Qey tu li gor xwe henek menekan an îroniyê dikî? Bi vê hereketa li dijî qaîdeyên Wîkîpediyayê tu bixwe dibî sebebê GEMAReke mezin. Ew beralîkirin divê zû were jêbirin û sererastkirin. Ev ne ti helwest û ne tevger e. —Pispor (gotûbêj) 19:57, 21 adar 2020 (UTC)
Bikarhêner @Xwedêda: hişyariya zimanê didim te. Jixwe min negot te li nivîskar heqaret kiriye. Lê tu li me û li xebatên me bêrêziyê dikî. Li vir tu mecbûr î ku bi zimanekî hurmetgir mijûl bibî. Naveroka tiştên ku te gotiye nemuhîm in lê awayê xeberdana te girîng e. Herwiha tiştên binîqaş divê pêşî bêne nîqaşkirin. Destûra te nîn e ji bo rasterast pêkanîna kiryarê. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:59, 21 adar 2020 (UTC)

Min hesab kir û hesab hevdû nagre û mumkûn nine ka Abdusamet Yîgît çawa bûye Fîlozof, Civaknas, Zimannas, Dîrokzan, Fizîknas û Wêjevan ka ew mumkune ??? Çunkî Bi xwe 42 saliye Tam 10-11 sal di girtîgehê de maye . Li wir sal hindik dimînin! ? Ji boy Xwedê însaf bikin

Temam min biborînin ku min ne baş nivîsîne. Ez efû dixwazim. Lê hûn jî vê rastiyê qebûl bikin ku %50 ne ansîklopedîk inXwedêda (gotûbêj) 20:03, 21 adar 2020 (UTC)

@Xwedêda: Welle tu bêfêm î. Dev ji niqaşê berdidim. Here beralîkirinên xwe wek jêbirin biguherîne!--Balyozxane (gotûbêj) 20:10, 21 adar 2020 (UTC)
@Xwedêda: Em ji te re rave dikin lê tu bi zorê qebûl nakî. Wîkipediya (ya kîjan zimanî jî be) nabêje bila mijara te an naveroka tiştê tu yê li ser binivîsînî bila ansîklopedîk be. Heke mijareke wiha be ku dibe tenê mirovek wê meraq bike, dikare li ser were nivîsandin. Heke gotar bi zimanekî zelal û ansîklopedîkî hatibe nivîsandin pirsgirêk tune ye. Ji bo tu baş fêm bikî ez ê mînakekê bidim te. Yek ji gotarên herî berfireh û qelîte a li ser pirtûkekê be, li ser Wîkîpediyaya inglîzî "Harry Potter and the Philosopher's Stone" e. Hingî baş e nîşaneyekê danê. Heta şertê pêşlêkolînê danîne ji bo guhertinan. Îja ka tu bêje romaneke li ser fantazî û sêrbaziyê çiqas ansîklopedîk e? Tu şaş î. Ji xwe re ji serî de qaîdeyên Wîkîpediyayê bixwîne hîn be. De hadê şev baş. —Pispor (gotûbêj) 20:19, 21 adar 2020 (UTC)

Min li vir li ser xeletiya beralîkirinê çend tişt nivîsand. Haya we jê hebe, bi silametî û rojên bê-coronayê hêvî dikim bo we! --Jiju (gotûbêj) 20:14, 21 adar 2020 (UTC)

Min di wikipediya kurdî gotara herî kin wî dizanim Loma . Ma dema beralî dikin bi tîpek şaş gotar nayê beralîkirin gotara ço pir kin e ji bîr nakim. Ger ku pirsgirêk ew be Ez ji şaşiya xwe efû dixwazim û xemgîn im. lê bi niyetek xirab nine ., min berî jî gotibû çi şaşiyê min hebin ji min re bibêjin ez sererast bikim , lê hûn çima şaşiyê xwe qebûl nakin ?. Bêjin Welleh ew berhem % 50 ne ansîklopedîk in û mesele bila dirêj nebe. Disa dibêjim ger ku min li we neheqî kirine ez xemgîn im Xwedêda (gotûbêj) 20:26, 21 adar 2020 (UTC)

Hevalê hêja, di meseleyek wiha de wekî wîkîvanekî ez ê li bendê bûma ku tu ji serî de qala "Notability (Kayda degerlik)" bikiraya. Hesasiyeta te ji dil fêm dikim. Ji ber ku sebeba te ya jêbirin an ku beralîkirina gotarê rasterast ev e. Divê em berê li ser vê mijarê nîqaşan bikiraya ji ber ku di hemû wîkiyan da geh hindik geh zêde ferq hene, bi ya çi gotarek ne ensîklopedîk e bi ya çi divê gotarek ji ber vê were jêbirin, divê em ser wan serê xwe biêşînin. Lê te bi sloganan tev daye, bi ser de taybetmendiya beralîkirinê xelet bi kar aniye berevajiya sloganê, ji ber vê jî meseleya bingehîn bi robarê ji ber çavan winda bûye. Niha em divê meseleya xwe ji serî de vebêjin û nîqaş bikin, wê çêtir be. Em ê pevre, bi hevaltî û biratî wîkiya xwe xweş û geş bikin. Her hebî, daîm bî--Jiju (gotûbêj) 21:15, 21 adar 2020 (UTC)

Hevalê Jiju te piir xweş gotiye. Temam. Ez amade me. Ji bo kurdî û wikipediya kurdî û hesasiyetê jî Ez amade me. Xwedêda (gotûbêj) 21:47, 21 adar 2020 (UTC)