Gotûbêj:Miradxanê Bazîdî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Miradxan hat beralîkirin)

MIRAD-XAN

MIRAD-XAN – Me navê vî şahirî jî ne bihîstiye. Melayê Jaba qala wî dike û dibêje: »Şahirê heştê Mirad-Xan e ko di tarîxa hezar û sed û pênciyî da li Beyazîdê peyda bûye. Ewî jî miqderekî xezeliyat û eşharan bi zimanê kurmancî gotiye û di hezar û sed û nehê da merhûm bûye û di Beyazidê da medfûn e û paşî wî ji kurmancan êdî şair peyda ne bûne, heta niha« .

Herwekî me got di heqê Mirad-Xan de em tu tiştî nizanin. Li gora navê wî divêt ew jî ji mîrekên Kurdistanê be.

Melayê Jaba - em wî hergav bi vî navî bi nav dikin ji ber ko bi navê wî nizanin piştî ko heşt şairên jorîn hejmartine benda xwe bi gotinên jêrîn qedandiye:

»Berê zaf medaris di wilayetê di Kurdistanê de hebûn. Dikat, bajar, qeza û qesebe û gundan da ehlê islamê di Kurdislanê da elbete felabid medreseyek û dido û sisê û belko êdî zêde hebûn û bila derece diqet û ihtimam ji kenarê di hakim û ehaliyan der heqê emrê di medaris û islaman hebûn. Li nik mezin û piçûkê di Kurdistanê qedr û rifta ilm û ileman hebû.

Melayê di qewî û zûfinûn di Cizîr, Amedî, Soran û Sêrt û etrafan da zaf bûn. Lakin niha êdî medrese û ilema û xwendin di Kurdistanê de qewî kêm bûye, nadir peyda dibe. Elbetde elametê axirî ye ko ilm ilema niqsan dibin« .

Kitêba kurdîzanê ûris di sala 1860î de ketiye çapê. Li gora vê tarîxê melayê ko em bi navê wî nizanin beriya niho bi 80-90 salî şairên jorîn senifandine û di heqê ilm û zanînê de ev tişt bi dilekî kul gotine.

Ji "http://ku.wikipedia.org/wiki/Miradxan" hatiye standin.