Gotûbêj:Norolojî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Neurologî hat beralîkirin)

Neurologî bi Kurdî tûrenasî , biriknasî an jî norolojî tê gotin. Bi helwesta min tûrenasî wek sernav daha rind e.

https://ku.m.wiktionary.org/wiki/tûrenasî Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 23:07, 11 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Serhishk: @Gomada: Avestaboy (gotûbêj) 15:14, 23 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Hejmara herî zêde ya kesên bi kurmancî diaxivin, li bakurê Kurdistanê ye. Kurdên li bakur gelek peyvên wisa teknîkî bi riya tirkî hîn dibin, û ev nayê wê wateyê ku şaş e. Jixwe ziman zindî ne, li gor dem û rewşê guhertin çêdibin. Bi heman awayî di demên dawiyê de li başûr bandora îngilîzî li ser devokan heye, li Rojava ya erebî û li Rojhilat jî ya farsî. Bi kurt û kurmancî, ez dixwazim bêjim ku divê sernav weke norolojî bê guhertin ji ber ku ev nav di nav kurmancan de berbelav e. Ez bawer nakim ku tûrenasî di nav gel de bê naskirin. Mirov dikare li ser neurolojî û noroljiyê gotûbêjan bike, lê yên din peyvên çêkirîne ku demeke dirêj ji bo wan pêwîst e ku gel wan fêhm bike. Qewet be ji were!—Gomadapeyam 09:51, 25 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Gomada: Ew peyvên ku min nivîsand di ferhengan de jî he ne. Ango neurolojî çewt e û bi rasî norolojî tê gotin. Avestaboy 16:24, 26 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]