Gotûbêj:Pêjgeha asûrî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gebola Mêrdînê xwarina asûriyan e? Ya pêşî li Mêrdînê jê re tenê Gebol tê gotin. Ya didoyan, gelo mirov çawa dikare orjîna xwarinan bibîne? Ev gengaz e? Ya sêyem, ger di vê gotarê de mebest ji pêjgeha asûrî ew be ku, Gebol û xwarinên din rasterast xweserî çanda asûrî ne, birastî wê baş be ger em bizanibin, gelo kî, çawa ew vedîtiye? Çavkaniya me ji kû ye? Herwiha ez dixwazim bêjim, li Mêrdînê ji bo tiştên tevlîhev re peyva gebolê tê bikaranîn. Mînak, dema kesek tiştan li nav hev bixe, tê gotin; bû Gebol an te kire Gebol, bi tirkî wergera wê çorba oldu ye.—Gomadapeyam 23:44, 23 rêbendan 2013 (UTC)