Gotûbêj:Pan

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav @MikaelF: û @Ahmetbeg: Hûn çawanin baş in ? Guhertoyên cûda li ser dêûbavên Pan hene. Lê min li tu derê nexwendiye ku Penelopê diya wî ye. Wîkîpediya Almanî wiha dibêje: Gelek guhertoyan li ser eslê Pan hene: Li gorî guhertoya herî baş tê zanîn, Pan kurê Hermês û keça Dryops an Dryope bû. Dema diya wî piştî zayînê pê hesiya ku kurê wê lingên bizinê hene, strûhên wê û rihên wê hene, ew qas tirsiya ku ji ber wî reviya, lê Hermês ew bir li Çiyayê Olîmpê. Lê ji ber ku Pan li Olîmpê cih negirt, Hermês ew li girava Krîtê dîsa anî ser erdê. Li gorî çavkaniyên din, Pan kurê Zeûs û Kallisto an jî Zeûs û nîmfê Hybris bû. Li gorî çîrokek din, Pan kurê Kronos û Amaltheia , ango nîvbirayê Zeûs e. Amaltheia jî dadiya Zeûs bû. Aither û nîmfê Oinoe jî wekî dêûbavên Pan têne binav kirin. Avestaboy (gotûbêj) 14:16, 24 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Baş im mamoste , lê du çavkaniyên min de jî Penelope hatiye nivîsandin. Yekî jixwe di beşa çavkaniyê de hatiye nivîsandin yên din jî li ser rûpela oread(îngîlîzî)'ê min dît. Mamoste te bivê wan agahiyên xwe gotarê zêde bike. Ahmetbeg (gotûbêj) 08:28, 25 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]