Gotûbêj:Peyam

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Peyxam an peyam ?[çavkaniyê biguhêre]

Silav@MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Mehk63: @Gomada: @Penaber49: @Bablekan: bi dîtina min peyam ji peyxam çêtir e . Mesela peyva peyamber jî bi kurdî he ye ( peyam + ber ). Heta ez niha dizanim bi farisî پیام payām û payāmbar = پیامبر tê gotin. Avestaboy (gotûbêj) 20:01, 21 hezîran 2022 (UTC)[bersiv bide]

Ya rastî Peyam e Penaber49 (gotûbêj) 05:18, 22 hezîran 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy:, @Ghybu:, @Xwedêda:, @Gomada: @Penaber49: @Bikarhêner: hûn çawan in, baş in? Ez baş tênagihem, çima "peyam" ji "peyxam" çêtir e? Silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 09:00, 24 hezîran 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav@MikaelF: , @Penaber49: Bi dîtina min rastnivîsa ku ji aliyê saziyên zimanî, medya û berheman herî zêde tê bikaranîn rast e . Standardkirina rastinvîsê ji bo komunîkasyona mirovan pir girîng e. Lewma gotûbêj jî pêwîst e . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 21:31, 24 hezîran 2022 (UTC)[bersiv bide]

Mirov dikarîbû ji bo mijarên dînî bibêje peyxam (yan pêxem/peyxem: binêre pêxember) û ji bo jiyana rojane peyam. Lê mixabin saziyeke ku biryarê ji bo me bide nîne, loma em li gorî dilê xwe dibêjin kîjan çêtir e. Qewet be!—Gomadapeyam 08:51, 27 hezîran 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy, MikaelF, û Ghybu:, @Xwedêda, Gomada, û Penaber49:, @Xwedêda û Balyozxane: Merheba hevalino. Belkî wergera peyva "Wehy" ya kurdî rasterast "Peyam" be, lê belê mijara vê gotarê ne ew peyam e ku em wek "Peyam"eke şexsî an "peyam"eke ku em di heyata xwe ya rojane de bi kar tînin, lê mijara vê gotarê ew peyam e ku "Peyam"a Pêxemberê dînê Îslamê aniye, yanî Peyama dînî yê dînê Îslamê ye. Û maneya "Peyama dînî yê dînê Îslamê" jî herî baş peyva "Wehy" dide, lewma ez dibêjim divê navê vê gotarê bibe "Wehy" ku mijar jî çêtir were famkirin û ji mijarên din (ji "Peyam"ên din) were cihêkirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 23:21, 17 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Bi rastî jî ti kes wehy wekî peyam lê nagere. Ji bîr nekin ku xelkê me bi gelemperî misilman in loma têgihên erebî ji bo têgihên îslamî bi kar tînin û divê em xwe ji xelkê dûr nexin. Divê sernavê gotarê wek Wehy were guhartin. --Balyozxane (gotûbêj). 23:48, 17 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav hevalê @Balyozxane: . Tu çawanî ? Başî ? Bi dîtina min ne pêwist e ku sernav wek Wehî were guhertin. Gotar ne temam e û bi rastî jî mijar ne tenê Îslamê lê olên din jî têkildar dike.Mesela Kurdên ji hemû olan hemû bi zimanê dayikê dibêjin Xwedê ne Ellah/ Allah. Em hurmeta hemû olan digirin lê em ensîklopediyeke laîk û ne ensîklopediyeke olî ne. Bi dîtina min wê baş be ku em sernavê gotarê bikin Peyam (dîn). Avestaboy (gotûbêj) 11:09, 18 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]