Gotûbêj:Qirrik

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hevalê ‎Jobar.bouzan min fêhm nekir çima te wisa kir? Ger tu dixwazî gotareke rind çêbike, tu dikarî berfireh bike. Lê tu gotara pêşî vala dike û li gorî xwe yeke nû dinivîse. Bi vî awayî pêşketin çênabe. Tu heman tiştî dubare dikî. Bimîne di xweşiyê de.—Gomadapeyam 15:11, 2 pûşper 2012 (UTC)

silav havalo, gotara min li ser qirrikê ye (bi inglîzî larynax) û gotara we (beşa duyem piştî dev) gewrî ye (bi inglîzî:pharynx). ev herdu na wek hev in li gora anatomî.ez dikarim wan baş ji hev cuda bikim. ez bi xwe xwendekarê bijîşkî me li elmanya ye.li min bibore ,min nezanî ku meriv dikare şiroveya li ser rûpelê nîqaş binivîse.silav û rêz cobar—(Ev peyama bê îmze ya Jobar.bouzan (y)e • NîqaşBeşdarî)
Baş e, lê di gotara îngilîzî de dibêje Pharynx organekî ji laşê ajalan e. Li wîkîferhengê gewrî.—Gomadapeyam 18:40, 2 pûşper 2012 (UTC)
divê tu gotara (Human pharynx) bixwîne—(Ev peyama bê îmze ya Jobar.bouzan (y)e • NîqaşBeşdarî)
qirik firrinde ye û qirrik ( du rr) endamek di stuyê de ye. di alfabeya kurdî ya kevin (tîpên erebî) du cor r heye.ڕ =rr û ر=r. bo nimûne: firrîn=du rr ,kurdî = yek r —(Ev peyama bê îmze ya Jobar.bouzan (y)e • NîqaşBeşdarî)
Rast e peyva qirrikê bi du rr'yan tê nivîsandin. Herwiha gelek peyvên wisa hene lê bi giştî di nivîsandina kurmancî de ev taybetmendî hertim nayê bicihanîn.—Gomadapeyam 19:34, 2 pûşper 2012 (UTC)

heval we cudahiya larynx û pharynax ji hev derxist ,ji ber ku gotarek li ser wê jî binivîsim--Jobar.bouzan (gotûbêj) 19:51, 2 pûşper 2012 (UTC)

Hûn dikarin li ser Gewrî û Qirrikê guhertinên xwe bidomînin. Qewet be.—Gomadapeyam 20:09, 2 pûşper 2012 (UTC)