Gotûbêj:Quşxane

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Beroş tenê cureyekê wê ye. Ya normal quşxane ye. Beroş ya hinekê kûr û mezin e. Ji wê mezintir (navê wê nehat bîra min) û ya herî mezin jî sîtil e. Cureyên wê di çerxa demê de bûna nav. Li herêma Tolhildanê (Meledî, Dîlok ûêd) ji her cureyê re navek heye. Amanên kelînê bo kategoriyê baş e, lewra rûnbirêşk ûêd pirranî ne ji bo kelînê ne. Mirov di beroşan de pirranî xwarinê dikelîne, bo mînak naqelîne, qijilîne yan pijîne. Hûn çi dibêjin? --Bablekan 13:23, 9 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Slav hevalê Bablekan, rast e wekî te gotiye , lê bi ya min ne hewcebû tu nav biguherînî. Te dikarîbû gotareke nû ji bo quşxaneyê çêkiribana. Ji ber ku , mirov dikarin gotara beroşê jî çêkin.—Gomadapeyam 16:54, 10 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]
Ez ê yeko yeko cureyên wê jî bixebitim. Ango dê beroşê jî binivîsînim. Nav guhertin bo standardiyê û pêşîlêgirtina tevlîheviyan bû. Li Bakur pirranî quşxane tê bikaranîn. Beroş quşxaneyeke taybet e, cureyek e. Bo mînak yekê sîtil, dist, kilince jî dikaribû bo tevahiyê binivîsanda. Lê dema min tevahiya cureyan nivîsî, dê sererast bibe. Xebat xweş.. --Bablekan 07:50, 11 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]
Ne zimanzan im lê zimanê kurdî deng, dîtbarî, kêrbariyên xwezayê teqlît dikin: Qirik, qijik, fîq, şirik ûêd. Bi ya min pirr berê kuşxane yan xuşxane bûye. Dike kuşekuş an xuşexuş. Osmaniyan jî bikaranine lê wan ji ber ku +xane jî pê ve ye, ji cihê wê ger gotine kuşhane. Elaqeya viya bi balindeyan (bi tirkî kuş) nîne. Osmanî ji xwe eklektîk in, tiştekê wan orjînal nîne. Bi tesira erebî deng, tîpên kurdî gelek hatine guhertin, erebîze bûne. Ev jî dihate payîn lewra 1500 sal in kûltûra erebî xwe li ser be di bin sîwana ol de desteser xwedîkir. Ji quşxaneyê kuşekuş, xuşexuş tê, lewra xwarin dikele, dûkel hildikişe.. --Bablekan 11:50, 22 rezber 2011 (UTC)