Gotûbêj:Ristemgêdûk

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ristemgêdûk, navê gundê min e. Gundekî bajarokê Kopê ye û Kop jî dikeve navbera Mûş û Melazgirê. Dewletê navê wî guhert, kir „Rustemgedik.“ Jixwe neguherta ez ê ecêbmayî bimama! Dîsa şikir ji xweda ra ku navên „Turkgedik“ yan jî elewatek din lê nekiriye. Kop jî tê da hemû navên gundên wî yan ji binî ve hatine guhertin yan jî mîna Rustemgêdûka min hin tîpên wî hetine herifandin.

Mîna welatê qedîm.

Ristemgêdûk kengê avabûye, nizanim. Lê dîroka navçeya kopê digihîje 3000 sal berê Îsa. Belkî jî hîn kevintir! Kî dizane? Gelek qewmên biyanî hatinê, lê bi cî bûne û çûne. Evên dawî jî dê biçin.. Kop û bi tevê gundên xwe êşîyane, nalîyane di bin darên dagirkeran da, li jiyanê şa bûne di nav deryaya hêviyên xwe da. Lê baqî mane.

Mîna warê mezin.

Ez berê pêncî û çar sal li Ristemgêdûkê hatime dinyayê. Ristemgêdûka li qeraxê çemê Mûradê. Mûrada ku hêz dide Ferêd. Çemên biçûk nebin, ên mezin nikarin xwe bigihînin deryayê. Ev qanûna tebîetê ye.

Ez ji çemên biçûk hez dikim.

Apê min ê mela Cemal melayê gund bû. Bavê min ê Remezan jî mela bû, lê melatî nedikir. Ez 5-6 salî bûm, bavê min mala me bar kir anî Kopê. Paşê apê min jî mala xwe bar kir çû bajarekî dûr ê Enedolê. Ez heta xortaniya xwe li Kopê mam.

Mûrad û Ristemgêdûk min dikişandin ber bi xwe ve… Heta ku mala apê min ji wir derketibû jî, diçûm û dihatimê. Riya heşt kîlomitroyên di navbera Kop û Ristemgêdûkê de li bayekî diçûm. Carnan bi hevalên xwe re, carnan bitenê. Îcar min di rê da çiqas sping û kereng dixwarin, nayên bîra min. Tiştê ku tê bîra min hema min bi lez silavekî dida rûspiyên gund, mala apê hecî Resûl, xalê hecî Xelîl ku ev her du mal jî dema ku meriv ji Kopê dihat li milê çepê bûn. Bi rê da kê rastê min dihat me silav dida hev, hev hembêz dikir. Mîna bav û kur, xal û xarzî. Em hemû ehlê hev bûn, xelkê hev bûn.

Mîna miletê mezin.

Bi wê lezê min xwe dirêjê Mûradê dikir. Di ciyê tenik ku bihor dida de diketim avê. Ciyê kûr? Ne karê her bavegîdê ye!

Kûr û gerînekên çemên me, mirazê gelek qîz û bûkan di bîbikên wan de qerisandine. Bûne stran li ser zimanan

Mîna her du rûbarên me yên pîroz ku av û heyatê didin Mezrabotan.

Hema yek ji vana strana Hesenîko û Asê ye, ku dibêje: „Hesenîko heyran vî Mûradê Lemeleme…“

Serûwena dapîr û bapîrên min ji ciyên din ên welatê qedîm dest pê kiribû, hatibû Ristemgêdûkê. Ya min ji vir dest pê kir. Rehê min ji xweliya Ristemgêdûkê bişkivî. Lewma jî bîhna wê xweliyê hîna jî li ber pozê min e, lemelema çemê Mûradê di guhên min bi xwe da ye. Siya ewrên li ser çiyayê Bilêcanê, belekiyên berfa serê Sîpanê li ber çavên min e. Çêja bostanên wî di bin zimanê min da ye. Bîhn, deng, dîmen û çêj.. Nayên jibîrkirin. Bi taybet ên ciyê ji dayîkbûnê.

Di zemanê min da dibistan tine bûn li gundên Kopê. Li Kopê sê dibistanên seretayî û dibistana navîn hebûn. Di salên heftêyan da jî lîse vebû. Dewletê li gundan jî, lez dida vekirina dibistanan. Jibo bişavtina xelkê min. Xelkê di bin darê zorê da zarên xwe dişandin dibistanên dagirkeran û navê wê jî danîbûn: „Bila bixwîne bibe meriv..!“ Wan ez jî bi van sedeman şandim wan dibistanan.

7 salî bûm. Roja ewil bû, dengên zimanekî biyanî, nenas û sar ketin guhên min. Mielimekî dibistanê yê bi navê Camisab hebû. Ew zebaniyekî kemalîst ê bêînsaf bû. Min yek gotinek jî ji devê wî fêm nedikir. Bi kabloyên badayî ya di destê xwe de ku mîna cop bi kar dianî, li serê min da û dindoqekî di serê min de werimand. Got „Ulan kani bozuk türkçe konuş!" (Kuro xwîn heram tirkî bipeyive!) Xwîn ji pozê min hat. Ez li dij qêriyam û min xwe li berfê da ji ber reviyam. Heta hatim malê sermaya Kopê rondikên çavên min û xwîna ber pozê min qerisandibû jî… Yekem tirs, serhildêrî, rev û qerisîn wiha dest pê kir, di zartiya min da…

Tirs û serhildêriyên zartiyê nayên jibîrkirin!

Tirs, serhildêrî, rev û qerisîn her berdewam in di jiyana min da. Ji ber ku ez meriv bûm min xwend. Lê ne merivê ku ew dixwestin. Paşê êşkence, zindan, mihacirî û hesret… Hemû li aliyekî lê ev hesret nayê kişandin. Ev şazdeh salên dawiyê jî, li Berlînê penaberî. Tev evqas? Na! Helbet kareyên vê fîlmê pir in. Lê dîsa, helbet di nava deryaya jiyanê da yên min biqasê misqalek jî nakin.

Zêde dirêj nekim. Serê we neêşînim. Li Berlînê di nav êş û hesretên xwe da digevizim. Heke Reso, Şakiro têr nekin ji bo hênikkirina pêt û kesera dilê min, berê xwe didim înternetê yeko yeko li bajarên weletê xwe digerim. Pêşî ciyên ku jê hatime… Navên wan li googlê dinivîsînim. „Bulanik Belediyesi“(Şaredariya Kopê), „Rüstemgedik Belediyesi“(Şaredariya Ristemgêdûkê) dertêne pêş min. Hemû malper bi tirkî ne! Diêşim. Li resiman digerim. Gelo çend dîmenên ku di serê min da mane, ez ê bibînim, di wan resiman da? Na! Ne çemê Mûradê, ne Avakor û ne jî riya Kop û Ristemgêdûkê…

Resim pir kêm in di malperan da. Bila be! Yên hene têra şabûna min dikin. Xwesma logoya malpera gundê min. Kalê tûr li milan, çend zarên bedew ên awir mezin. Pir kêfa min tê. Xwe di nava wan da dibînim. Mîna berê 54 salan. Jixwe dema ku min wan vîdeoyan vekir, ez firiyam. Keçeke gundê min li tembûrê dixe, xortekî pê ra distire. Xortekî din ê deng xweş strana şehîd ozan Serhed a „Sîpana Xelatê, bilindî çiqas li te tê“ dibêje. Çend xort govend girtine şemamê dilîzin. Stran bi kurdî ne. Ji şabûnan dikelim. Di resmekî din de jinên gundê min li salonekî rûniştine û di destê yekê da mîkrofon dipeyive. Diya xwe ya rehmetî di nav wan de xeyal dikim. Di bin resmê da daxuyaniya şaredarê gund heye. Dibêje; “em dixwezin perwerdeyiya tendirûstiya jin û zaran bi zimanê kurdî bidin jinên Ristemgêdûkê.“ Ji kêfan çavên min tije dibin. Ji qehran gewriya min dixitime, ku nikarim vegerim û jiyê min ê ku maye terxan bikim jibo perwerdeya kurdî li gundê zartiya xwe. Qenebe van çend pirtûkên kurdî bişînim wir! Zehmet e! Destên min nagihîjê, diqerimim. Di malperê da digerim. Diçim ser quncika dibistan û şagirtan. Ristemgêdûka ku navê mektebê nizanibû, niha mekteb lê vebûye. 18 û 20 keç û xortên Ristemgêdûkî li zanîngehan dixwînin. Yek ji van keçan di fakûlteya bijîşkiyê (tibê) a Stenbolê da dixwîne. Şabûneke tahl dilê min digivêşe. Şa dibim bi serketina zarên me, xwesma keçên me. Tahl dibim, dilê min teng dibe bi herîkîna wan a bi riyeke şaş da, bi dûrketina wan a ji zimanê dayîkê, ji kurdiya xweşik. Berê zaran dişandin li dibistanên bajarokan dibişavtin, niha di cî de, li gundan. Tehlûke mezin e, defa hewarê bi dengekî bilind lê dixe. Lê hêvî jî bilind e. Keç û xortên ku jibo daxwaza zimanê dayikê ji zanîngehan hatine avêtên ji min ra dibin teselî, hêvî. Yên ku bi hişmendiya xwezanînê jibo azadî û serxwebûna welatê xwe ditêkoşin dibin melhem û derman ji êş û birînên min ra.

Hêvî panzehîrê tehlûkeyê ye.

Hinek li jêra malperê di derbarê camêrê şaredar da nûçeyek heye, dibêje, “ji ber ku hewê aniye ser jina xwe ji partiya xwe hatiye derxistin. (îxrackirin)“ De îcar ev jî xwêya ser…

Bikenim, bigirîm nizanim..?

Derbas dibim. Agahdariyan dixwînim. Şêniya gundê min ji 700-800 kesan xwe gîhandiye 7 hezaran, mezin bûye. Kop ji 5 hezaran gihaye 17 hezeran, sê qat bilind bûye. Bi tevê hemû gundên xwe va şêniya herêmê ji sed hezaran dibore, ku di zemanê min da şêniya bajarê Mûşê bi hemû bajarok û gundên xwe va bi qasê Kopa îroyîn bû. Xweliya warê min bi bereket e, xwe diafirîne.

Mîna welatê min ê dilê rojhilatê.

Malpera Ristemgêdûk û Kopê digirim. Diçim ser ên din. Malperên me vedikim, pêşî yên bi xwerû kurdî, paşê yên bi kurdî – tirkî.. Tiştên balkêş, ku meriv bikare sûdê jê werbigire pir kêm in. Yan jî pir in zênkorên mîna min nikarin bibînin. Heman tişt dehbare dibin. Yan pesn û seneya serok û partiyan, ku meriv tê da gêj dibe. Yan keşifa cîhanê ji xwe dandestpêkirin, yan jî bi navê rexneyê tine kirin û aqildaneyiya ku meriv êdî jê têr bûye. Yên min tên bîra min xwêdan bi serê min dikeve.

Li malperên din digerim, nûçeyên cîhanê dixwînim; pêşketinên teknîkî û zanistiyê serî li min digerînên.

Ji şerma xwe di erdê ra diçim;

xwesma ku rastê nûçeyên miletên şêniya wan 60-70 hezar in û bûne dewlet, têm..

Ku ji Kopa min jî biçûktir in.