Gotûbêj:Sefera xaçperestan a duyem

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Eco mirov wan çawa nav bike? Ew eşkereya ku va navî niha neyî rast e. Sefera Xaçperestan ya duyem(yekem, sêyem hwd..) an jî Sefera duyem ya Xaçperestan?--Cyrus the virus 20:50, 11 avrêl 2008 (UTC)

Li gorî dîtina min, weke ku te jî pêşnîyar kir, "Sefera Xaçperestan ya duyem" binavkirinek başe. Mirov ji şerên cihanê jî dibêjê "Şerê cîhanî yê yekemîn", duêmîn...Mirov nabêyê "şerê yekemîn yê cihanê" û hwd. Dembash --Kurdodino 21:45, 11 avrêl 2008 (UTC)
Duyemîn/Sêyemîn/yekemîn Sefera Xaçparêzan.. Li vir kîjaniya seferê tê dubarekirin, ango ji nava ewçend seferan a duyemîn/sêyemîn.. Heger mirov wekî ya we bihêle bal li seferan tê kişandin lê ne ku kîjan sefer e.. Xaçperest jî rast e, lê ji bo parastina Xrîstiyaniya li xakên pîroz (orşelîm, wargehên Îsa lê bûye) û seranser parastina Mesîhiyê (li dijî biserketina global a Îslamê) hatine kirin. Parastin bêhtir lê tê. Perest û parêz jî ji xwe ji heman kokê ye. Pêşniyarek e. Helbet wekî ya we bimîne jî rast e, ne şaş e. --Bablekan 11:54, 22 berfanbar 2008 (UTC)
Wekî te gotî belku jî hîn baştir be. Lê qasî ku ez dizanim parastin û perestin ne ji eynî kokî ne. Welew ku ji eynî kokî bin jî îro, di awayî bikaranînê de bitemamî ji hev dûr ketine. Di sebeba wan sefernan de jî hesta parastinê ji perestinê zêdetir bû. Wê lomê mîrov dikare wekî te gotî wek xaçparêzan biguhere. Lê hewceyiya dûpatkirina kîjaniya seferê tune. Çimkî sefera çenda bibe bila bibe, armanc li ber wê ye û armanc jî xaçparêzî bû. --Cyrus the virus 21:07, 22 berfanbar 2008 (UTC)