Gotûbêj:Soran (gel)

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Cîhê tunne gotaran li hev zêde nekin, ji xwe gotara Soran heye û a Soranî jî heye, ne hewceye ku nizam (gel) nizam (Ziman). bi xêr be bes e 😊. Xwedêda (gotûbêj)

@Mohajeer: Erê :) Zaza / Zazakî, ...--Ghybu (gotûbêj) 00:27, 29 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Xwedêda û Ghybu: hevalên hêja hinekî sebrê bikin, ez ê hemû gotaran bikim yek. Gelek tevlîhevî di gotaran de heye. Ji bo tasnîfekê bila niha wisa bimînin heta ku herkes dizane. Ji bo mînak bi navê Soran hem gelek heye, hem navçeyek heye, hem jî mîrektiyek heye. Divê em li vir pêşiya van xelet têgehiştinan bigirin. Xelkê Soran li Mahabad ji xwe dibêjin Xelkê Mukrî, li Sîneyê ji xwe re Xelkê Erdelan dibêjin. Fikrek we hebe bêjin. Divê hûn alternatîfekê biafirînin. Ji bo gotaran jî ez ê gotara Soran û Soran (gel) beşdarî hev bikim. Ji kerema xwe re li van rûpelan binêrin, çi ferqa wan heye ? kî li ser dixebite ? >> Hewramî (zarava),Hewramî (kurdî). Divê em li vir bi yekdeng gotaran binivîsin, Min li gotûbêjan de jî fikrên we pirsî kesê bersiv neda mixabin. Ez dixwazim li gor pîvanên gelnasî û zimannasî van gotaran hêdî hêdî çêbikim. We din mereq nekin, haya min ji gotarên din jî heye 😊 Mohajeer (gotûbêj) 11:44, 29 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Wek din Kelhûr wek navê eşîrekê gotara me hatiye çêkirin, lê Kelhûrî wek zaravayek hatiye nivîsîn. Hevalên hêja, gotarên me gelek kêm û bêbingeh in. Ew zaravayê em jê re dibêjin Kelhûrî devoka eşîra Kelhûran e. Her wisa jêrzaraveyeke Kurdiya başûr (ziman)e. Ji bo ku em van tevlîheviyan ji holê rakin, destpêkeke nû şert e. Mohajeer (gotûbêj) 12:13, 29 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Kak @MikaelF: merheba, çawanî ? Mamoste te çima ev rûpel jêbir ? Bi fikra te ji kesên soranî diaxivin em çi bibêjin ? Eger zimanê soranî hebe, divê kesên soranîaxêv jî hebin, ma ne wisa? Li vir [1] navekê temsîla xelkê soranîaxêv bike tine ye. Bi fikra min divê ev rûpel dîsa were çêkirin. Li vir hem kurmanc heye hem jî kurmancî. Ji bo yekstandardê danasîna Soranan şert e, tu çi dibêjî ? Mohajeer (gotûbêj) 21:28, 5 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav Mohajeer mamoste, dembaş, spas ez baş im, tu çawan î, baş î? Bi hizra min, gel û kesên bi navê "soran" tune ne, Soran herêmek e, û gelê herêma Soran, kurd in û kurdî xeber didin. Anku, kurdên herêma Soran, kurdên Silêmaniyê, kurdên silêmanî û mukrî, kurdên soranîaxiv û hwd in, ne wilo? Bi silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 07:07, 6 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ew kesên ku kurmanc dibêjin soran an soranîaxêv ji xwe re dibêjin kurd. Gelek ji wan naxwazin weke soran bên binavkirin. Jixwe ev nav jî ji mîrektiya Soran tê. Li ser jêderka nêv agahiyên piştrast di destê me de nînin, lê dibe ku weke birêz Mikael gotiye, navê herêmê be. Loma ne hewce ye, kurmanc wan bi zorê bikin soran.—Gomadapeyam 07:46, 6 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Gomada û MikaelF: Hêjayên delal li herêma ma(hekarî), ti kes ji xwe ra nabêje kurmanc.Ji xwe re dibêjin kurd. Peyva kirmanc heye ku ji kesên hejar re tê gotin. Min ji bo danaasîna kesÊn soranîaxêv xelkê soran nivîsî ku em bikarin tesnîfa kurdan bi awayeke asanî bikin. Niha nebe jî dê li paşerojê de ev tesnîf her were kirin. Eger hûn wisa dibêjin bila bimîne heta ku kesek tesnîfa kurdan dike Mohajeer (gotûbêj) 11:15, 6 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]