Gotûbêj:Wêjeya kurdî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Xeyala kevnareyê[çavkaniyê biguhêre]

Zanyariyên li vir hatine komkirin ne tu qala wêje ye, li ser îdayên nijada kurdan nivîsandine. Bi ya min ev gotar bê jêbirin ji her tiştî baştir e. ji ber girtina terrîka "xeyala kevnareyê"; 250-300 salên dawîn a wêjeya kurdî a ku şibhek li ser wê tune ye, di vê gotarê de di hikma tunebûnê de ye. eyf e, eyb e. Jiju (gotûbêj) 20:43, 10 adar 2018 (UTC)[bersiv bide]

Ji bo nivîsandina gotarê çend pêşniyaz[çavkaniyê biguhêre]

xuya ye, ji bo nivîsandina vê gotarê divê li ber me planekî hebe ku em zanibin ka em ê ji ku dest bi berhemandina wê bikin. Mixabin min gotareke akademîk an jî pirtûkekî zanyarî yên ku li ser wêjeya kurdî ya giştî nedît. ên hene, mixabin tenê li ser beşekî wêjeyê hûr bûne û ji wan min nedît ku gihiştine taybetmendiyên giştî yên wê demê. bi kurtasî, ên hene jî li ser helbestvan û nivîskaran sekinîne û bi vê rewşên xwe jî bûne yek ji antolojiyên wêjeyî. helbet ev tesbîta min ne sabit e û dibe ku gelek berhem hene ku min neditiye. tiştên din jî hene. di serî de famkirina me ya têgeha "wêje" ye. me wêjeya devkî/gelêrî/~folklorî ji wêjeyê nehesibandine. (ji xeynî pirtûkên rasterast li ser "gelêrî/~folklor"). ez ê di demekî dirêj de li ser vê gotarê bixebitim û ji bo destpêkê jî ez ê sûdê ji çend çavkaniyên(geh pirtûk geh gotar) ku di destên min de ne, werbigrin û yên bixwazin dikarin sûd ji wan werbigrin. ji bo wêjeya nivîskî:

  • tarîxa edebiyata kurdî, qanatê kurdo
  • dîroka wêjeya kurdî, feqî huseyn sagniç
  • hemû berhemên nûbihar ên li ser helbestvanên klasîk
  • antolojiya edebiyata kurdî - mehmet uzun.
  • kurdistan'da milliyetçilik ve dil - amir hassanpour

ji bo wêjeya gelêrî:

  • inatçi bir bahar - vecdi erbay
  • mehmet bayrak:
  1. horosan
  2. kurt muzigi, danslari ve şarkilari
  3. iç-toroslar'da oda kulturu ve kurtçe edebiyat.

a li vir jî gotarên ji zanîngehên bakur derketine, hene.

ez ê ji beşa gelêrî dest pê bikim. lê meseleyeke heye belkî ji vê senifandinê tevlihevtir e. Em qala kîjan wêjeya kurdî dikin? kurmancî, soranî, zazakî an hewremanî? ji bo gotarekî zanyarî divê ev her beşên wêjeya kurdî ji hev du bê veqetandin. an na tevliheviyekî/barekî bê dawî derdikeve. helbet navê gotarê bi xwe jî bê gotûbêjkirin dê baş bibe: wêje an edebiyat? bo min wêje. heke bê xwestin dikarim sebebên xwe bibêjim, lê kesên edebiyat dibêjin jî bi min dispêrin argumanên heq. Jiju (gotûbêj) 09:51, 11 adar 2018 (UTC)[bersiv bide]

Ez ê berdewama gotarê binivîsînim lê li bin çar beşan wekî Wêjeya Kurdî Goranî --> (2) Kurmancî --> (3)Soranî --> (4)Dimilî. Pêşniyaz hene ya na? Jiju (gotûbêj) 16:13, 11 adar 2018 (UTC)[bersiv bide]

Çavkaniyekê giştî li ser wêjeyên kurdî[çavkaniyê biguhêre]

Min do, bi tesadufî li gotara kurd-kurdî-hwd a ensîklopediya îslam a tirkî hatim. heta niha min gotareke li ser wêjeya kurd a nivîskî bi vî şiklî serkeftin nedîtibû. helbet kêmasiyên wê hebin jî ji serî heta dawî bi tabloyeke temamkirî/zincîrî li wêjeyê hûr bûye û vegotiye ku li vir divê em sûd jê bigirin. beşa wêjeyê ya vê gotarê wekî pdf li vir heye. Jiju (gotûbêj) 08:10, 12 adar 2018 (UTC)[bersiv bide]

Li ser kurdîbûna "zimanê" lûrî[çavkaniyê biguhêre]

Ez ê ji vê gotarê, hevoka ku min çend keliyê berê tevlî kiribû, jê bibim:

"Berhema ku Edebiyata Kurdî ya Îslamî dest pê kiriye, “Dubeytî”ya Baba Tahir (ss. 11.) e ku bi dîyalekta lorî hatiye nivîsîn. Ji ber vê egerê, divê ku em serdema edebiyata klasîk a kurdî, piştî vê berhemê bidin dest pê kirin."

Nîşe li ser jêbirekî din[çavkaniyê biguhêre]

  • Her wiha min ji ber heman sebebê hevokên jêr ên li bin beşa Kilamên yarsanî jî jêbir:

Di nav mezinên yarsanan ên di nav Defterên yarsan û gotaran de cî girtine navê herî kêm 16 jin û keçan derbas dibe.  Hin ji van saz lê didan, hin beytên Yarsan digotin, wekî mînak Celale Xanim Loristanî (Hicrî 406-468), Rihane Xan Loristanî (Hicrî 570), Fatma Lorî Goran (dora 1000a mîladî) û hwd. (Çavkaniyên 1 û 2)

  1. Felekeddîn Kakayî (Wer. Mesud Tek), Ola Kakayî (Yarsanî), amidakurd.net (ji Kovara Deng hejmar: 85.) http://www.amidakurd.net/ku/nuce/YARSANÎ
  2. Ji bo nêrîna rexneyî bnr. rudaw.net: Ji Harvardê: Zimanên Kurdan 5 in ( 11-7-2016).Dr. Amr Taher Ahmed: "Îcar kesê ku neteweperest be, dê wê axiftinê wekî rastiyeke vebir werbigire, bipejirîne û gelek pê dilxweş jî bibe ku edebiyata me kurdan ew qas kevnar e. Lê di nivîsîna Borekeyî de ji aliyê akademîk û zanistî ve gelek gotinên şaş û berguman hene ku ti bihayekî ji bo nivîsîna wî nahêlin." Heman hevpeyivîn: Mem Wêranî, Zimanên Kurdan, Kanîzar, hejmar 7, 8 – 9/2016. https://zimannas.files.wordpress.com/2016/07/hejmar7.pdf

  • Abdurrahman Adak, "Kürtler Dil ve Edb. Maddesi" , Îslam Ansk. wiha dibêje:

Hasanveyhîler doneminde de ilk Kürtçe edebî ürünler ortaya konmuştur. Bu dönemdeki Kürtçe edebî ürünler Lor Kürtçesi ile olduğundan, Lorca kendisiyle edebî eserlerin verildiği Kürtçe’nin ilk kolu olmuştur. Di heman gotarê de Lûrî (Kelhûrî devoka wê ye) wekî yek ji beşa kurdî tê nîşandan lê wekî jêgirtina fikrên Şerefxan û Ziya Gokalp. Bi ser de fikr û nêrînên zanyarên rojavayî yên nûjen nedaye. Ji ber wê bi serê xwe em nikarin wekî çavkaniyekî qebûlkirî bihesibînin. Lê ji bo piştrastkirina nêrînên li ser pirsgirêka "kurdbûna lûrî" bira li vir bimîne.Jiju (gotûbêj) 14:19, 14 adar 2018 (UTC)[bersiv bide]

Zanyarîkirina Çavkaniyan[çavkaniyê biguhêre]

Heta niha min çend qûnciknivîs û hevpeyivînên kovar û rojnameyan an jî kenalên nûçeyan bi kar anîm. lê ji ber zanyarîbûnê divê van çavkaniyan jê derkevin. Lêji ber ku wekî mînak hevpeyivînekî ya abdurrahman adak e ku ev cenab kurdologekî naskirî û qebûlkirî ye gelo ji bo asta yekemîn em nikarin wan bikin "nîşe"? (mîna dipnotên tirkî û notes-ên îngilîzî)Jiju (gotûbêj) 20:01, 15 adar 2018 (UTC)[bersiv bide]

Çîrok an Kurteçîrok?[çavkaniyê biguhêre]

Ji bo hikaye û xebroşkan tev li hev nebin em dikarin çi bikin? Di hin gotarên wêjeyî de min wekî çîrok ~ çîrvanok û hwd. (xebroşk) û kurteçîrok (hikaye) dîtin lê mixabin him min çavkaniyê ji bîr kir him jî bi ya min ev ne bikaranînekî/tercihekî giştî ye. bi we? Jiju (gotûbêj) 12:43, 20 adar 2018 (UTC)[bersiv bide]

Bnr gotûbêja rûpela çîrok--Ghybu (gotûbêj) 13:48, 20 adar 2018 (UTC)[bersiv bide]
Spas! lê rast e ku short story-yek heye ku ew ji "hikaye"yê jî kin e. Lê aniha min li vir(di jînenîgariya nivîskarê pirtûka Rewşa Romana Kurdî de) vê dabeşkirinê dît: kurteçîrok(hikaye) û çîrçîrok/xebroşk. (Ew bi xwe ev her du nav bi kar aniye) Jiju (gotûbêj) 13:58, 20 adar 2018 (UTC)[bersiv bide]

li ser "↵"[çavkaniyê biguhêre]

Piştî li bin beşan paragrafeke dinivîsînim, ev sembola "↵" derdikeve. û her carî berî xwe rêzeke vala [?~(+insert paragraph)] dihêle. gelo "xwedawendan qûrban dixwazin" an şablona "Gotara bingehîn:"?Jiju (gotûbêj) 14:32, 20 adar 2018 (UTC)[bersiv bide]

Bi min pirsgirêk va bû--Ghybu (gotûbêj) 15:42, 20 adar 2018 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu:Ew bi xwe xwe derdikevin û jor, li gelek deran jî (dema avakirinê) derdikevin. çima gelo... Her wiha ev du sê caran in, dema ez dixwazim nivîsên xwe biweşînim, pergala wîkiyê error dide. Piştî ez li guherandiên dawî dinerim ku te di heman çaxê de sererastkirinekî kiriye. hêviya min ji xwedê ew e ku di errorekî wiha de nivîsên ku ez ji gelek çavkaniyan derdixim, winda nebin. Bişirîn Jiju (gotûbêj) 15:49, 20 adar 2018 (UTC)[bersiv bide]

Berhemên dînî û wêje[çavkaniyê biguhêre]

Gelo hun çi difikirin: Kitêbên pîroz ên êzîdiyan Mishefa Reş û Kitêba Cilwe divê li bin vê gotarê bin an na? Di wikiya îngilîzî de min dît ku hene. lê ez nêrînên we û sebebên we jî hewce dikim.

  • Min ji serî de digot, divê li gotara zimanê kurdî bêne bi cihkirin; ji ber ku bi kurt û kurmancî wêje/edebiyat ji his û xeyalan û honakê pêk tê. Her wekî min Serencama yarsaniyan ji ber helbestbûna wê tevlî kir. lê wekî mînak qala pexşanên dînî û tarîxî û rêzimanî hwd nekir ku yên bi awayekî edebî nehatine nivîsîn... Silavên germ. Jiju (gotûbêj) 17:17, 20 adar 2018 (UTC)[bersiv bide]

Tevîhevkirina binbeşên "çeşnên wêjeyî"[çavkaniyê biguhêre]

bi hebûna binbeşên wêjeyî yên mîna destan, stran, tiştanok, biwêj, gotinên pêşiyan û hwd ên gelêrî û binbeşên cuda yên çîrok û roman ên beşên nûjen ên nivîskî dibûn seba dirêjiya naverokê. Min turk edebiyati ya wîkî-tirkî û english literature-a wîkî-îngilîzî neriya ku ew jî di van gotaran de beşên cureyên wêjeyî nekirine binbeş/sernivîs. li ser hev du sêwiranddine, vegotine. Ji bo kurdî jî ya xêr ew e ku tevîkirina wan in. Ji bo niha ez beşên "şano"yên her du zarava û "çeşnên din yên wêjeyî"ya kurmancî wekî binbeş/sernivîs hiştim. Jiju (gotûbêj) 19:56, 24 adar 2018 (UTC)[bersiv bide]

Guherandinên Avestaboy[çavkaniyê biguhêre]

Li gorî kêfa xwe guherandinan kiriye, wekî mînak folklor kiriye zargotin hwd. Lê tiştê ku newerqiliye ew e ku ew hemû peyv hema hema hemû- yek ji peyvên jêgiran (îqtibasan) bûn. Jiju (gotûbêj) 13:54, 2 sermawez 2018 (UTC)