Gotûbêj:Wêls
Mijarekê lê zêde bike| Ev rûpela gotûbêjê ji bo nîqaşên li ser pêşvexistina Wêls e. Ev ne forumek e ku li ser mijara gotarê nîqaşên gelemper li dar bixin. |
Polîtîkayên gotaran
|
| Çavkaniyê lê bigere: Google (kitêb · nûçe · zanyarî · wêneyên azad · WP çavk) · JSTOR · NYT · Kitêbxaneya WPyê |
| Ev gotar li gorî mîzana Wîkîpediyayê ya nirxandina naverokan wekî sinifa Şitil hatiye sinifandin. Ev têkildarî van Wîkîprojeyan e: |
||||||||
| ||||||||
Rastnivîs
[çavkaniyê biguhêre]Silav @MikaelF û @Penaber49, @Wikihez , @Ghybu, @Gomada, @Biyolojiyabikurdi, @Ehmedbeg, @Ferrus Belkî hûn dizanin ku rastnivîseke standardkirî ya zimanê kurdî tune ye . Bi zimanê îngilîzî navê welat wek Wales tê nivîsandin û wek Weyls tê telafûz û bi lêv kirin. Rastnivîsa zimanê kurdî ema rastnivîseke ku peyvan pirranî wek bi lêv kirinê tên nivîsandin. Mesela ketchup bi kurdî wek ketçap tê nivîsandin. Lewma gumanên min li ser rastnivîsa Wales bi kurdî heye . Wîkîferheng û rojnameya taybetî Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê rastnivîsa Wêls tercîh dikin . Lewma ez difikirim ku em sernavê gotarê wek Wêls biguherînin.
https://drive.google.com/file/d/1buoPJlUz0Ps_sFeAmfkdCrTLrf5OEbrJ/view
https://ku.m.wiktionary.org/wiki/W%C3%AAls Avestaboy (gotûbêj) 08:40, 30 nîsan 2025 (UTC)
- @Avestaboy, bi dîtina min, Wales û kesekî walesî/zimanê walesî baş e; an jî Cymru, zimanê cymraeg, mêrekî cymro, jineke cymraes.
- Heke Wêls be, çima ne Wêlz e? Navê rûniştvana çi ye? Navê zimên çi ye? Çawa tê bilêvkirin? Bi baweriya min, Wîkîpediya kurdî ji kovara Kurmancî serkeftî ye.
- Di warê peyva "ketchup/ketçup" de kê "ketçap" çêkiriye? Bi kurdî, herfa "a" herfeke dirêj e, ne kin e, ji ber vê yekê "ketçap" çewt e, divê ketçep be. Wekî din, keçap, yanî keça ap, tê bîra mirov! Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 14:32, 30 nîsan 2025 (UTC)
- Silav @MikaelF Navê Cymru ji zimanên keltî tê û ji bo kurdan xerîb e . Tirk mesela dibêjin Galler û ne Wales . Her wiha Wîkîferheng û rojnameya Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê rastnivîsa Wêls tercîh dikin. Heke Wales rast be , gelo bilêvkirina navê wê bi kurdî çawa ye ? Lewma ez difikirim ku baştir be ku em sernavê wek Wêls an jî Weyls biguherînin. Avestaboy (gotûbêj) 14:59, 30 nîsan 2025 (UTC)
- Silav birêz @Avestaboy, Cymru navê eslî yê welatê walesiyan e; ji bo min hem Cymru û Wales û hem jî *Galler xerîb in. Di vî warî de, ez ne bi te re me. Silav. MikaelF (gotûbêj) 21:12, 30 nîsan 2025 (UTC)
- @Avestaboy, di Büyük Atlas (2008) a Prof. Faik Sabri Duran de: Wales (Galler Ülkesi). Silav. MikaelF (gotûbêj) 07:23, 1 gulan 2025 (UTC)
- @MikaelF Min ji te re çavkaniyan tomar kir. Aniha helwest û dîtina me cuda ne. Silav @Ghybu, @Gomada, @Biyolojiyabikurdi, @Wikihez û @Penaber49 Gelo em dikarin dengdanek li dar bikin ? Avestaboy (gotûbêj) 07:54, 1 gulan 2025 (UTC)
- Silav @MikaelF Navê Cymru ji zimanên keltî tê û ji bo kurdan xerîb e . Tirk mesela dibêjin Galler û ne Wales . Her wiha Wîkîferheng û rojnameya Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê rastnivîsa Wêls tercîh dikin. Heke Wales rast be , gelo bilêvkirina navê wê bi kurdî çawa ye ? Lewma ez difikirim ku baştir be ku em sernavê wek Wêls an jî Weyls biguherînin. Avestaboy (gotûbêj) 14:59, 30 nîsan 2025 (UTC)
- @Avestaboy, navê ziman û xelkê Wêlsê, wêlsî ye yan welşî (Kovara Kurmancî 1, r. 1)? MikaelF (gotûbêj) 16:56, 1 gulan 2025 (UTC)