Gotûbêj:Zerzûl

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav hevalê Cîran, birastî wêneyên tu dikişînî pir delal in. Pirseke min heye. Niha ev wêneyê te kişandî wekî Zerzûl hatiye binavkirin. Lê mînak li Mêrdînê cureyekî din ê vî çûkî heye û em jêre dibêjin Zerzûl . Herwiha binêre

Zerzûla ku ez dibêjim

Ev nav ji bo European starling ,Rosy starling û yê din jî tê bikaranîn. Naxwe ev nayê wê wateyê ku Zerzûl bixwe Starling e? Ez dixwazim nêrîna te û hevalên ku tiştekî di derbarê vê mijarê de zanin ramana xwe bi me re parve bikin.—Gomada 11:52, 09 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Slav Heval,Ez bi xwe jî bi eslê xwe Mêrdînî me û tiştê ku ez dizanim li derdora Mêrdînê ji van çûkên ku te di wêne de parve kiriye re çîq, Li aliyê Farqînê Reşçêlek dihê gotin.Zerzûl wek di wêneyê ku min barkiriye jî xuya dike,nava wî zere ye.Navê xwe jî ji vê zeriya bin zikê xwe distîne.Ew jî cûreyek çîqan in....Ev peyama bêîmze ya Cirano (gotûbêjbeşdarî) ye.
Spas, tê bîra min me li Mêrdînê Zerzûl girtibû. Tu jî zanê karê zarokan , hertim pey çûkan dikevin (: Tevlîheviya navan di derbarê gelek tiştan de heye. Lewma min xwest zanibim ka tu çi difikirê. Dîsa jî wekî min gotî em ji çûkê ku li ser wêne re dibêjin Zerzûl. Dibe ku me jî tevlîhev kiribe. Lê dê û bavan me wisa binav dikirin. Herwiha ez dixwazim tu tevlî nîqaşa Helîseyê bibê. Nîqaşa Tirşik û Helîseyê li wir e :D Dibe ku tu jî tiştnan ji me bêjê. —Gomada 12:19, 09 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]