Gotûbêja bikarhêner:Avestaboy
Mijarekê lê zêde bikeVebijêrk
[çavkaniyê biguhêre]Birayê ezîz, "vebijêrk" navdêr e nabe ku wekî sifet bi kar bînî, hem jî tê maneya opsiyon, di nav çend opsiyonan de tiştekî hildibijêrî. Loma Dîroka_li vir tiştekî dinivîsim ji bo ku nekeve netîceyên Googlê_vebijêrk nabe li ser Googlê "Dîroka alternatîf" gelek netîce dide. Ji kerema xwe vê xeletiyê rast bike. Wikihez (gotûbêj) 19:01, 12 hezîran 2026 (UTC)
- @Wikihez Heval tu jî Heqên însanan an jî Artîst û ne Mafên mirovan an jî Hunermend dinivîsî .Dema min peyva Nederlenda wek Holenda bi sedem guherandibû ew ji bo te problem bû û te nivîsandibû ku heqê kesî tune peyvên kesekî din biguhêrîn e . Her wiha peyva vêbijêrk di gelek ferhengên nûjen de tomarkirî ye .
- https://ferhengkurdi.org/peyv/vebij%C3%AArk-m Avestaboy (gotûbêj) 19:11, 12 hezîran 2026 (UTC)
- Binêre https://ferhengkurdi.org/peyv/vebij%C3%AArk-m dibêje "vebijêrk (m)" yanî îsmê ku bi cinsiyeta "mê" ye yanî îsm/navdêr e. Ne rengdêr/sifet e. Ji kerema xwe ji kesekî ewle pirs bike ka ferqa îsm û sifet çi ye, û çawa tên bikaranîn. Wikihez (gotûbêj) 19:21, 12 hezîran 2026 (UTC)
- @Wikihez Wîkîferheng bi almanî Alternative û
- alternativ dinivîs e. Alternative Navdêr û hemû navdêr bi almanî mezin tên nivîsandin û alternativ rengdêr e û lewma bi almanî biçûk tê nivîsandin. Bi zimanê tirkî alternatif dikare hem rengdêr û hem jî navdêr be - li gorî ka di hevokê de çawa tê bikar anîn. Ev dişibihe zimanên almanî an îngilîzî.
- https://ku.wiktionary.org/wiki/vebij%C3%AArk Avestaboy (gotûbêj) 19:47, 12 hezîran 2026 (UTC)
- Li ser wikt:vebijêrk ?alternativ dibêje yanî ev tercime gumanbar e bi botê hatiye îlawekirin. Maalesef hin kes gelek kelîme û sayfe (wekî wikt:alternativ) bi botê li ser Wîkîferhengê çêkirine, problema mezintir jî bi bikaranîna botê kelîmeyên kurdî, îngilîzî, tirkî, almanî hatine miqayesekirin û li gorî netîceya ku nehatiye kontrolkirin gelek tercime li qismê Wergerê hatiye dayîn. Loma gereg gelek dîqet bikî wextê Wîkîferhengê bi kar tînî. Alternativ dikare sifet be lê vebijêrk tercimeya "seçenek" a tirkî ya ve + bijêr(bijartin)+ -k Wikihez (gotûbêj) 20:02, 12 hezîran 2026 (UTC)
- @Wikihez ez şer naxwazim. Min vêbijêrk hildabû ji ber ku bi kurdî du rastnivîs hene alternatîv û alternatîf. Nivîsandina îf
- bi bandora zimanê tirkî çê bûyê .Wîkîpediyaya bi kurdî -îv tercîh dike . Lewma heke tu dixwazî em dikarin sernav wek Dîroka alternatîv biguhêrîn in. Baş bûya em bizanin ger dîroka vêbijêrk wek hemwate derbasdar an çewt e . Lê ez ne zimannas im û ez texmîn ku tu jî ne zimannas î. Helwesta pisporan li vir pêwîst e Avestaboy (gotûbêj) 20:36, 12 hezîran 2026 (UTC)
- Belkî dîplomaya min a ji yek ji unîversîteyên herî mezin ên Tirkiyeyê nabêje zimannas lê min beşeke gelek nêzîkî zimannasiya îngilîzî xwendiye, dersên me gişt li ser zimannasiyê bûn. Loma ez li ser xisûsên zimanî zêdetir bala xwe didim. Wikihez (gotûbêj) 20:47, 12 hezîran 2026 (UTC)
- Silav @Wikihez ji bo te aniha rastnivîsa kroatî wek xirwat / xirwatî ji bo te sensûr e ? Her wiha te berê bi xwe gotibû ku Xirwat û Xirwatistan rastnivîsa derbasdar e . Te xwe sernavê Kroatya wek Xirwatistan guherandibû . Li gorî mentiqa te tu jî sensûrkarî ? Avestaboy (gotûbêj) 13:00, 15 hezîran 2026 (UTC)
- @Avestaboy Rastnivîs û hemmane cuda ne. Min zanebûnî dest neda bikaranînên kroatya di vê maddeyê de lê tu çûyî gî kiriye xirwat. Wikihez (gotûbêj) 13:06, 15 hezîran 2026 (UTC)
- @Wikihez tu xwe di sernavan de peyva kitêb û wek roman diguherin î .Yanî ez nabêjim ku ew guhertin baş an xirab e . Heta te peyvên îcadkirî wek Nederlenda betal kir . Dema tu tiştî diguherînî temam e . Ema heke kesek din vê dike ew paşê dibe sensûr, tiştê wisa durûtî ye. Ez nabêjim ku ez bê çewtî xeletî me. Li ser Wîkîpediyayê pêwîst e ku mirov bi hev re û ne li dijê hev bixebitin. Û aniha min dît ku ew mixabin ew wisa nebûye .
- Berî ku ez gelek saeten jiyana xwe li vir bêwate winda bikim, ez tercîh dikim ku pirtûkek baş bixwînim an rêzefîlmek an fîlmek temaşe bikim. @MikaelF, @Penaber49, @Kurê Acemî, @Ghybu ,@Biyolojiyabikurdi û @VikiAzad ez guneh xwe nakim, hincet nakim ema piştî 8 salan ez dixwazim xatirê xwe ji we bixwazim . Silav û rêz
- @Avestaboy Avestaboy (gotûbêj) 13:39, 15 hezîran 2026 (UTC)
- Silav, ne hewceye ko tu ji ber kiryarên wîkîhez, dev ji xebatên xwe berdî. Heval Wîkîhez hewl dide li dewsa kurdî, kurd peyvên bi tirkî û erebî bi kar bînin da ko hêdî hêdî kurdî nêzîkê wan zimanan bibe û di nav wan de bihele. Wîkîhez di peyamên vê rûpelê de van peyvan bikar aniye.
- “sifet, mane, netîce, îsm, cinsîyet, ferq, îlawekirin, kelîme, sayfe, miqayese, xisûs “ Gelo zimanê kurdî ji bo van peyvan têr nakê ? Mirov çima li dewsa van peyvan peyvên kurdî bi kar naîne?
- -- rengdêr, wate, encam, nav, zayend, cudahî, lê zêdekirin, peyv, rûpel, berhevdanîn, mijar- babet -- Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 18:19, 15 hezîran 2026 (UTC)
- @Biyolojiyabikurdi Êvar baş . Ez nabêjim ku min berê çewtî û xeletî ne kiriye. Lê aniha ez li ser guhertinan gotûbêj dikim . Da ku zêde şer der nekeve . Berê min vê jî zêde nekir . Ew jî çewt û xelet bû. Aniha ew lîste çê dike bi tiştên ku ew wek sensûr bi nav dike. Yanî ew guhertin bêdeng nake her tim navê min îşaret dike . Eşkere ye ku ew kesek e ku dixwaze min aciz bike an jî provoke bike. Ez jî dikarim lîstek bi guhertinên wî çê bikim û navê wî îşaret bikim. Lê ez wê nakim. Ne hewce ye ku her kes ji her kesê din hez bike, lê li Wîkîpediyaya Kurdî gelek kêm nivîskar û rêveber hene. Eger em ji hev nefret bikin, em ê nikaribin bi hev re bixebitin. Ez vê yekê xebat ne ji bo xwe dikim, lê ji bo ku ziman û çanda kurdî nemirin. Avestaboy (gotûbêj) 19:57, 15 hezîran 2026 (UTC)
- @Avestaboy sansûra te ya kelîmeyeke min û yên herî nû
Wikihez (gotûbêj) 20:34, 15 hezîran 2026 (UTC)
- @Wikihez Qiral, Qral, Qiralîçe an Qralîçe ?
- Min kêmasiyên van peyvan bi hevalê @Penaber49 re gotûbêj kiribû. Avestaboy (gotûbêj) 21:10, 15 hezîran 2026 (UTC)
- @Avestaboy sansûra te ya kelîmeyeke min û yên herî nû
- Silav ji her kesê re. Di vî warî de ez hê jî li ser fikrê xwe yê berê me. Mixabin di warên xebatên ziman de hemî saziyên kurdî bi kêmasî ne. Fikreke min ê ji bo projeyeke nû yê rêzimana Wîkîpediya kurdî heye an jî ji bo berfirehkirina Rupela Wîkîpediya şêwaz. Wekê ku hûn dizanin zimanê kurdî şaxeke ji zimanên îranî ye. Ji bo parastina reseniya kurmancî divê em tenê li ser van zimanan lêkolîn bikin ger peyvek deyn bigirin divê ji van zimanan deyn bigirin ne ji zimanên semîtîk an jî altayî. Di heman demê de mirov dikare ji xeynî soranî (ji ber ku gelek peyvên soranî têne bikaranîn) lêkolîn li ser zaravayên din ên kurdî jî bike. Di heman demê de divê ev peyv li gorî xwezaya zimanê kurmancî be. Wek mînak di van demên dawî de ez li cihê peyva lûtke peya bilinde bikar tînim. Ev peyv li gorî peyva lûtke êdî li gorî xwezaya kurmancî ye. Mirov dikare van mînakan zêde bike. Penaber49 (gotûbêj) 20:16, 15 hezîran 2026 (UTC)
- @Biyolojiyabikurdi Êvar baş . Ez nabêjim ku min berê çewtî û xeletî ne kiriye. Lê aniha ez li ser guhertinan gotûbêj dikim . Da ku zêde şer der nekeve . Berê min vê jî zêde nekir . Ew jî çewt û xelet bû. Aniha ew lîste çê dike bi tiştên ku ew wek sensûr bi nav dike. Yanî ew guhertin bêdeng nake her tim navê min îşaret dike . Eşkere ye ku ew kesek e ku dixwaze min aciz bike an jî provoke bike. Ez jî dikarim lîstek bi guhertinên wî çê bikim û navê wî îşaret bikim. Lê ez wê nakim. Ne hewce ye ku her kes ji her kesê din hez bike, lê li Wîkîpediyaya Kurdî gelek kêm nivîskar û rêveber hene. Eger em ji hev nefret bikin, em ê nikaribin bi hev re bixebitin. Ez vê yekê xebat ne ji bo xwe dikim, lê ji bo ku ziman û çanda kurdî nemirin. Avestaboy (gotûbêj) 19:57, 15 hezîran 2026 (UTC)
- @Avestaboy, tu yek ji xebatkarên herî newestanbar ê Wîkîpediya Kurdî yî... û ez hêvîdar im ku tu bi awayekî bêtirs û bi sebrî karê xwe yê tê de berdewam bikî. Hertim wêrek bî! Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 22:10, 15 hezîran 2026 (UTC)
- @Wikihez: Belkî tu ferq nakî feqet tu atmosferek xirab û nebaş di Wîkîpediyayê de çêdikî... Her ku diçe difikirim ku tu nikanî bi yên din re di komê de bişuxilî. Bo mînak, te hemû parametreyên şablonan bi botê û li gorî daxwaza xwe guherandiye; feqet te qet di nav rupela gotûbêjê de tiştek li ser vê xebatê nenivîsiye: te "nexşeya_ciyan" kiriye "nexşeya_reptiyeyê", problem nîne feqet te nêrînên bikaranên din pirs kir? Tevgera te ne tiştekî nû ye (gelek kesan berê jî te re gotine): . Ghybu (gotûbêj) 03:53, 16 hezîran 2026 (UTC)
- @MikaelF weleh ez jî bi rastî naxwazim dev jî nivîsandinê ber dim .Bi vî awayî ema nikare bidome. Berê betalkirinên wî hîn mafdar bûn. Ema aniha betalkirinên wî ne normal in. Berê bi xwe gotibû ku peyvên Kroat û Kroatya di ferhengê de tune .
- Gotûbêja kategoriyê:Xirwat
- Niha wî lîsteyek amade kiriye ku navê min jî tê de ye û bêguman navê min jî destnîşan kiriye. @Penaber49 berê jî pêşniyar kiribû ku navê gotara Kîpros were guhartin û bibe Qibris û me jî ew pejirand. Min jî paşê di gotarên xwe de nivîsa Kîpros guhart û kir Qibris.
- Di her Wîkîpedyayekê de mirov li gorî standardeke rastnivîsê tevdigere. Ez li dijî rexneya avaker û konstruktîv nînim, lê tiştê ku @Wikihez dike ne rexne ye; ew zêdetir biçûkxistin û kêmnirxkirina kesekî ye. Dibe ku ew bi xwe jî vê yekê fam neke.
- Bi rastî, ez êdî tu hewesê vê yekê nînim. Avestaboy (gotûbêj) 09:51, 16 hezîran 2026 (UTC)
- @Ghybu/@Gomada bi dîtina min, eve kampanyayeke mobîng û biçûkkirina xebatkarekî Wîkîpediyê ya jimêjveyî ye. Rêbazên Wikipedia li ser çi dibêjin? Hûn wek rêveberên projeya me çi dibêjin û çi dikarin bikin? Nehêlin van êrişên ser @Avestaboy berdewam bikin û piştguh nexin. Gelek spas, silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 10:26, 16 hezîran 2026 (UTC)
- @MikaelF Min got ez ê cewabê nedim ji ber ku ez çi bibêjim hûn dibêjin usliba te xirab e tevî ku gelek bala xwe didim. Gotinên min yên herî normal bi navê tinaz û îronî tên tarîfkirin.
- Avestaboy bi dehan caran hatibû hişyarkirin ku kelîmeyên kesên din neguherîne lê dîsa jî diçe kelîmeyên min diguherîne ew ne li dijî min êrîş e lê betalkirinên min ên Avestaboyî mobîng e. Helal be ji we re. Min ev sayfeya sansûrên Avestaboyî di 2024an de çêkiribû, ji ber ku bi hezaran guhartinên wî yên kêfî hene, diviyabû ez tiştekî wisa çêkim. Wî cara pêşî bi xwe guhartina min a kelîmeyeke wî bi navê "sensûr" tarîf kiribû. Li vir ti problem nîne. Ez ti car kelîmeyên te naguherînim, tu jî yên min naguherînî çi heqê Avestaboy heye kelîmeyên min diguherîne bi behaneya rastnivîsînê? Eger qiral an qral xelet be, însan yek ji wan tercîh dike, naçe kelîmeyeke din naxe sayfeyê. Me li ser vê yekê gî gotibûn bila ti kes kelîmeyên kesên din neguherîne, Avestaboyî hîn jî diguhere, ez vî tiştî fêm nakim hûn çima piştgîrî didin wî tevî ku xeletiya mezin wî dike? Wikihez (gotûbêj) 11:12, 16 hezîran 2026 (UTC)
- @MikaelF@Ghybu , , , Vana ne êrîşên li ser zimanê min e? Wikihez (gotûbêj) 11:19, 16 hezîran 2026 (UTC)
- @MikaelF @Ghybu Wikihez (gotûbêj) 11:22, 16 hezîran 2026 (UTC)
- , , Wikihez (gotûbêj) 11:24, 16 hezîran 2026 (UTC)
- Wikihez (gotûbêj) 11:25, 16 hezîran 2026 (UTC)
- Ma ez mecbûr im her daîm li paşiya xwe binêrim ka tiştekî ku min nivisiye hatibe sansûrkirin an na? Wikihez (gotûbêj) 11:27, 16 hezîran 2026 (UTC)
- Min di 2024an de sansûra wî betal kiriye dîsa çûye qraliyet kiriye keyanî. Ma ev tiştekî normal e? Wextê ez butona "betal bike" bi kar tînim jî, dibêje "Yanî ew guhertin bêdeng nake her tim navê min îşaret dike." Ez ê tabî kî navê wî etîket bikim da ku bibîne, bi dizî guhartin xelettir e. Wikihez (gotûbêj) 11:57, 16 hezîran 2026 (UTC)
- Wikihez (gotûbêj) 11:25, 16 hezîran 2026 (UTC)
- , , Wikihez (gotûbêj) 11:24, 16 hezîran 2026 (UTC)
- @MikaelF @Ghybu Wikihez (gotûbêj) 11:22, 16 hezîran 2026 (UTC)
- @Wikihez ez di hin tiştan de maf didim te . Pirr caran te ema li Wîkîdaneyê (Wikidata) bê kontrol kopî û bê dil çewtî parve kiribû . Li gorî danasîna te Împeratoriya Osmanî Qiraliyet û ne Împeratorî û Siltanat bû . Li gorî te Împeratoriya Rûsî Qraliyetek li Ewropayê bû û ne Împeratoriyek li Ewropa, Asya û Amerîkaya Bakur bû. Her wiha te di gelek danasînên xwe de dewletên ewropî bi Copypaste wek dewlet an Qiraliyetên xiristiyanî bi nav kiribû. Şirovekirinên û danasînên te wisa nîşan dide ku hemû wan dewletên olî bûn, mîna Vatîkanê.
- Li ser 1000 gotaran li ser Wiķîdane (Wikidata)
- bê dil hatiye Şaîr , Şairê/a an Nivîskarê / a hatine nivîsandin. Dema ku ew kêmasî tên guhertin paşê ew li gorî te dibe sensûr ? Me ne gotûbû ku em qet neguherînin. Me gotibû ku em bê gotûbêj ne guherînin .Lê heke em durist bin, ne tu û ne jî ez her dem bi tevahî li gorî vê yekê tevdigeriyan. Hin caran ji bo hin guhertinan ji min re destûr hatiye dayîn, her çend tu wê demê li ser malperê ne çalak bûyî. Her weha, gelek nivîskar û rêveberên Wîkîpediya kurdî bi rêkûpêk ne çalak in, ji ber vê yekê ez gelek caran neçar dimînim ku demeke dirêj li benda bersivê bimînim.
- Wek ku @Ghybu jî li jorê ji got, te jî bê destûr hin guhertin kir. Li gorî mantiqa te, ez jî dikarim bi heman awayî wek te lîsteyekê amade bikim û sernavê wê bikim “Sensûra Wikihez” û paşê navê te îşaret bikim ? Avestaboy (gotûbêj) 12:15, 16 hezîran 2026 (UTC)
- @Avestaboy Na, me got ti kelîme neyê guhartin ji xeynî sernavê made û kategoriyan. Dîsa jî, piştî wê gotûbêjê, ji xeynî Gelhe/Gelhenasî ku navên beşên vala ne, te li ku derê dîtiye min kelîmeyeke kesekî din guhartiye? Xêra xwe wana yek bi yek li vir rêz bike, ez ê bixwe li ser wan binivîsim "min sansûra xwe vegerand".
- Sererastkirinên te yên Împeratoriya Rûsî, Împeratoriya Osmanî baş in, wextê bi niyeteke baş diguherînî ez wana betal nakim, tu dibêjî "dewleta tarîxî" tenê ne bes e, wê demê gereg tu jî tenê "dewleta dîrokî" nenivîsî. Ez bi copy-paste naxebitim, lîsteya madeyan li gorî kategoriyan derdixim û bi riya quickstatements wana carekê de dinivîsim. Ne tiştekî zor e tu jî dikarî vê yekê hîn bibî. Wikihez (gotûbêj) 12:30, 16 hezîran 2026 (UTC)
- li vir tenê dibêje helbestvan, ez herim niha "şairê kurd" serarast bikim, ma ev nabe sansûrkirin? ez tiştek wisa nakim lê tu her tim dikî. Wikihez (gotûbêj) 12:35, 16 hezîran 2026 (UTC)
- Kanî "Li ser 1000 gotaran li ser Wiķîdane (Wikidata) bê dil hatiye Şaîr , Şairê/a an Nivîskarê / a" ??
- tenê 171 nivîskarê/a hene, yek şairê/a tine ye. Wikihez (gotûbêj) 12:41, 16 hezîran 2026 (UTC)
- @Wikihez mala te ew wek îronî bû . Wek mînak X him tîp him jî wek tiştên nenas e . 171 jî pirr in. Lê gorî min ew sîstemek ne rind e û bê dil û çêkirî ye . Her wiha te pir cara @Wikihez di gotara E. E. Cummings de te li ser Wikidatayê şaîr/a amerîkî nivîsandibû . Paşê min jî peyvên helbestvan, wênesaz û şanonîvsekî amerîkî ji gotara bingehîn tomar kir. Ji ber ku ew ne tenê helbestvan bû. Ew jî çewt e . Te jî danasînê wek şaîrê û nivîskarê guherand Avestaboy (gotûbêj) 13:18, 16 hezîran 2026 (UTC)
- li vir tenê dibêje helbestvan, ez herim niha "şairê kurd" serarast bikim, ma ev nabe sansûrkirin? ez tiştek wisa nakim lê tu her tim dikî. Wikihez (gotûbêj) 12:35, 16 hezîran 2026 (UTC)
- Ez fêm nakim hûn çawa îdia dikin @Wikihez mobîngê dike. Wikihez yek ji endamên herî baş e û gelek ji wextê xwe bi betalkirina vandalismên @Avestaboy xerc kiriye. Min jî gelek wextê bi wê xerc kiriye. Û hê jî têra xwe guhertinên bêheq mane. Wextê ko wiqas salan wî ewqas tişt vandalîze dikirin dengê we dernediket.
- Va, berî hinek salan me wiqasî li serê minaqeşe kir jî ev şexs fêm nake û bi guhertinên xwe dewam dike ev çawa dibe sûcê Wikihez? Heke Avestaboy dev ji bêhurmetiya xwe berdabane me hew tiştekî digot û hûn vêce sûc dixine sukra Wikihez? Li vir mobîngek hatibe kirin, ji aliyê Avestaboy ve li ser timamê wîkîpediyayê hatiye kirin, ew e ê ko bêhurmet bi deh hezaran kelîme guhertine û zimanê xelkê sansûr kiriye. Guherto (gotûbêj) 13:27, 17 hezîran 2026 (UTC)
- Na, me gelekî tolerans nîşanî wî daye. Bi botê pirr gotaran bê gotûbejê guherandiye! Me destûra botê ji bo vê yekê da? Hemû kategorî bi peyva "dîrok" hatine çêkirin ew jî bi peyva "tarîx" çêdike: dizanî ku şaş e dîsa jî çêdike (bersiva wî: Avestaboy witra diki ez jî dikim...).
- Li ser Wîkîferhengê û translatewiki.net jî witira dike, bnr. wikt:Gotûbêj:wate û wikt:Gotûbêj:helbest. Peyamên ku li ser translatewiki.net (an Wikidata) hatine nivîsîn li vira jî tên dîtin, çima pirs nake?
- Xeletên Avestaboy jî hene feqet rûpela gotûbêjê bikar tîne (piranî kes bersiv nade), heqeret nake û bi botan rûpelan li gor dixwaza xwe naguherîne. Guherandinên bi destan û bi botê yek ninin! Wîkîpediya projeyeke hevkarî ye; bi min hûn nizanîn di nav projeyeke komê de bişuxilin, bi dîtina min daxwaza we ew jî nîne. Malperek vekin û her tişt li gor dixwaza xwe bikin, jixwe te malperek vekiriye, ew projeyê ji bo alternatîvê mezin bikin. Ghybu (gotûbêj) 14:48, 17 hezîran 2026 (UTC)
- @Ghybu Wîkîpediya ya her kesî ye heqê te nîne tu berdî me. Te çiqasî zû min jî tevlî kir û dest pê kir bêjî "we", "hûn". Ma qey min Avestaboy û te xistiye yek? Ev çi bû? Ez ne kefîlê her emelê Wikihez im, lê çi kiribe nekiribe ti carî nagihe zerara ko Avestaboy daye wîkîpediyayê. Her delîlê me jî heye, bi hezaran guhertinên bêsebeb kiriye û wextê me bi edilandina wan derbas bû û wê derbas bibe. Heqê wî nînbû û nîne jî. Çima dewam dike? Guherto (gotûbêj) 14:56, 17 hezîran 2026 (UTC)
- Ez ne naîf im û mixabin ez difikirim ku hûn ê li vir ne bextewar bin ji ber ku pirsgirêk di rastiyê de Avestaboy nîne. Ez bawer im ku ev "şer" bi Avestaboy be an bê Avestaboy, qet nakeve dawiyê. Ghybu (gotûbêj) 15:10, 17 hezîran 2026 (UTC)
- @Ghybu Çima ev şer bi kesên din re dernakave? Çima MikaelF carek jî be kelimeyeke min naguherîne lê Avestaboy hîn beriya çend rojan gelek tişt guhart wextê min ev mesaj şand te cewab neda? Guhartinên botên min gî yên min in eger xeletiyek hebe ez ê rast bikim. Feqat pêşî hûn mecbûr in ku Avestaboy jî îqna bikin ku Kategorî li gorî kategoriyên heyî çêke ka gotûbêja Kategorî:Pargîdaniyên jîriya çêkirî li ku derê ye? Piştî gotûbêja me min ti Kategorî çênekir û ji bo kategoriyên bi "tarîx" jî ez li hêviya we me. Ez ê wana jî "rast bikim" wextê ku em kategoriyên din rast kirin wekî Ajalnas û ajalnasî ku bi hezaran ji alîya Avestaboy ve hatiye çêkirin û te tiştek negot tenê wextê ku min kategoriyên ne ligor dilê te çêkir, te ev şert anî. Ji kerema xwe bêteref be, heqê te tine ye tu ti kesî defî wîkiyê bikî. Wikihez (gotûbêj) 15:18, 17 hezîran 2026 (UTC)
- @Wikihez Min pir carinan çewtî û xeletî kir . Min carek jî gotibû pir carinan betalkirinên te mafdar bûn. Carinan jî ema betalkirinên an jî sedemên te ne baş bûn. Te jî hin caran bê destûr gotûbêj guhertin kiribû. Ez hin wan guhertin piştgir dikim ema belkî hin kesên din vê nakin . Her wiha min te re gotibû ku te danasînên çewt belav kiribû. Wek mînak te çend Împeratorî kiribû Qiraliyet an jî dewletên ewropî kiriye dewletên xiristiyan. Li gorî min ew ji bo dewletên olï û dînî wek mînak Vatîkan an jî Keyaniya Orşelîmê temam e . Her wiha têr nake ku li ser Wiķîdaneyê bi botek
- pirr caran tenê resam , nivîskar/a hwd binivîsî . Min îro wan danasîna berfireh kir wek resamê spanî , resamê holendî hwd . Ji bo agahîdankên otomatîk ew temam e ku tê siyasetmedar ê/a binivîsî. Min bi hevalê @Penaber49 re li ser gumanên xwe li ser peyvên Padîşah û Qiral/Qral gotûbêj kiribû. Tu jî çend rojan li ser Wîkîpediyayê ne çalak bûyî. Weleh heke ez rast bêjim min texmîn kiribû ku te dev jî nivîsandinê berdabû . Tu bi gelemperî wek min pirr çalakî. Her wiha standartkirina rastnivîsê li gorî min ne sensûr e . @Ghybu rexnegirên min hene û rexnegirên @Wikihez jî hene. Û li gorî min di nav bikarhênerên din de tenê hevalê @MikaelF li ser vê bêalî û objektîv e . Ez hêvî dikim ku em di siberojê de pirsgirêkan bi gotûbêjan çareser bikin. Ez dixwazim ema paşê mafê xwe hildim ji bo pêşniyarên xwe . Bira hemû dengdan û gotûbêj bê asteng û bê zimanê tûj bin. Her mirov xwedî helwestên cuda ne.
- Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 17:24, 17 hezîran 2026 (UTC)
- @Ghybu Çima ev şer bi kesên din re dernakave? Çima MikaelF carek jî be kelimeyeke min naguherîne lê Avestaboy hîn beriya çend rojan gelek tişt guhart wextê min ev mesaj şand te cewab neda? Guhartinên botên min gî yên min in eger xeletiyek hebe ez ê rast bikim. Feqat pêşî hûn mecbûr in ku Avestaboy jî îqna bikin ku Kategorî li gorî kategoriyên heyî çêke ka gotûbêja Kategorî:Pargîdaniyên jîriya çêkirî li ku derê ye? Piştî gotûbêja me min ti Kategorî çênekir û ji bo kategoriyên bi "tarîx" jî ez li hêviya we me. Ez ê wana jî "rast bikim" wextê ku em kategoriyên din rast kirin wekî Ajalnas û ajalnasî ku bi hezaran ji alîya Avestaboy ve hatiye çêkirin û te tiştek negot tenê wextê ku min kategoriyên ne ligor dilê te çêkir, te ev şert anî. Ji kerema xwe bêteref be, heqê te tine ye tu ti kesî defî wîkiyê bikî. Wikihez (gotûbêj) 15:18, 17 hezîran 2026 (UTC)
- Ez ne naîf im û mixabin ez difikirim ku hûn ê li vir ne bextewar bin ji ber ku pirsgirêk di rastiyê de Avestaboy nîne. Ez bawer im ku ev "şer" bi Avestaboy be an bê Avestaboy, qet nakeve dawiyê. Ghybu (gotûbêj) 15:10, 17 hezîran 2026 (UTC)
- @Ghybu Wîkîpediya ya her kesî ye heqê te nîne tu berdî me. Te çiqasî zû min jî tevlî kir û dest pê kir bêjî "we", "hûn". Ma qey min Avestaboy û te xistiye yek? Ev çi bû? Ez ne kefîlê her emelê Wikihez im, lê çi kiribe nekiribe ti carî nagihe zerara ko Avestaboy daye wîkîpediyayê. Her delîlê me jî heye, bi hezaran guhertinên bêsebeb kiriye û wextê me bi edilandina wan derbas bû û wê derbas bibe. Heqê wî nînbû û nîne jî. Çima dewam dike? Guherto (gotûbêj) 14:56, 17 hezîran 2026 (UTC)
- @MikaelF@Ghybu , , , Vana ne êrîşên li ser zimanê min e? Wikihez (gotûbêj) 11:19, 16 hezîran 2026 (UTC)
- @Wikihez: Belkî tu ferq nakî feqet tu atmosferek xirab û nebaş di Wîkîpediyayê de çêdikî... Her ku diçe difikirim ku tu nikanî bi yên din re di komê de bişuxilî. Bo mînak, te hemû parametreyên şablonan bi botê û li gorî daxwaza xwe guherandiye; feqet te qet di nav rupela gotûbêjê de tiştek li ser vê xebatê nenivîsiye: te "nexşeya_ciyan" kiriye "nexşeya_reptiyeyê", problem nîne feqet te nêrînên bikaranên din pirs kir? Tevgera te ne tiştekî nû ye (gelek kesan berê jî te re gotine): . Ghybu (gotûbêj) 03:53, 16 hezîran 2026 (UTC)
- @Avestaboy Rastnivîs û hemmane cuda ne. Min zanebûnî dest neda bikaranînên kroatya di vê maddeyê de lê tu çûyî gî kiriye xirwat. Wikihez (gotûbêj) 13:06, 15 hezîran 2026 (UTC)
- Silav @Wikihez ji bo te aniha rastnivîsa kroatî wek xirwat / xirwatî ji bo te sensûr e ? Her wiha te berê bi xwe gotibû ku Xirwat û Xirwatistan rastnivîsa derbasdar e . Te xwe sernavê Kroatya wek Xirwatistan guherandibû . Li gorî mentiqa te tu jî sensûrkarî ? Avestaboy (gotûbêj) 13:00, 15 hezîran 2026 (UTC)
- Belkî dîplomaya min a ji yek ji unîversîteyên herî mezin ên Tirkiyeyê nabêje zimannas lê min beşeke gelek nêzîkî zimannasiya îngilîzî xwendiye, dersên me gişt li ser zimannasiyê bûn. Loma ez li ser xisûsên zimanî zêdetir bala xwe didim. Wikihez (gotûbêj) 20:47, 12 hezîran 2026 (UTC)
- Li ser wikt:vebijêrk ?alternativ dibêje yanî ev tercime gumanbar e bi botê hatiye îlawekirin. Maalesef hin kes gelek kelîme û sayfe (wekî wikt:alternativ) bi botê li ser Wîkîferhengê çêkirine, problema mezintir jî bi bikaranîna botê kelîmeyên kurdî, îngilîzî, tirkî, almanî hatine miqayesekirin û li gorî netîceya ku nehatiye kontrolkirin gelek tercime li qismê Wergerê hatiye dayîn. Loma gereg gelek dîqet bikî wextê Wîkîferhengê bi kar tînî. Alternativ dikare sifet be lê vebijêrk tercimeya "seçenek" a tirkî ya ve + bijêr(bijartin)+ -k Wikihez (gotûbêj) 20:02, 12 hezîran 2026 (UTC)
- Binêre https://ferhengkurdi.org/peyv/vebij%C3%AArk-m dibêje "vebijêrk (m)" yanî îsmê ku bi cinsiyeta "mê" ye yanî îsm/navdêr e. Ne rengdêr/sifet e. Ji kerema xwe ji kesekî ewle pirs bike ka ferqa îsm û sifet çi ye, û çawa tên bikaranîn. Wikihez (gotûbêj) 19:21, 12 hezîran 2026 (UTC)
@Ghybu , , , Vana ne êrîşên li ser zimanê min e?
, , Wikihez (gotûbêj) 15:24, 17 hezîran 2026 (UTC)
- @Ghybu Not: ti ferq di navbera çêkirina +2000 kategorîyan bi destî û bi botê tîne ye. Her du jî yasax in. Lê tiştê ji yekî re helal nikare ji yekî din re bibe heram. Ez naxwazim dest bidim kategoriyên bi navê "xelet" yên ku Avestaboy çêkir ji ber ku ev ne tiştekî normal e. Wikihez (gotûbêj) 16:01, 17 hezîran 2026 (UTC)
- Merheba ji we hemûyan re, hêvîdar im hûn baş in. Bibexşin ev demek e ez ne çalak im. Berî ku ez bibêjim ev û ew nizanim çi dikin, mixabin divê ez bibêjim ku ev çend sal in wîkiya me bûye cihê nîqaşên ne xweş. Berê komeke li hev xwedî derdiket hebû, rêzgirtin hebû, birêz @MikaelF: û @Ghybu: şahidên wê demê ne. Bi rastî jî helal be ji sebra van herdu camêran re ku hê jî bênavber li vir kar dikin û hewl didin di navbera bikarhênerên din de çareyan bibînin. Lewma dibêjim: Ez we pîroz dikim û mala we ava ji bo karên we yên bi salan!
- Ji bo hevalên dî, bêyî ku ez navekî bibêjim bi xêra xwe li ser van çend xalan bifikirin:
- Wîkîpediya bi karê kolektîv pêk tê, lewre ya hemû kurdan e.
- Wîkîpediya bi çavkaniyan pêk tê, lewma eger çavkaniyeke we ya baş hebe hûn dikarin li gorî wê guhertinan bikin.
- Bikarhênerên ku kurmanciya we ne baş e, bila hewl bidin kurmanciya xwe bi pêş bixin û naverokên nivîsaran bi serê xwe neguherin.
- Divê xebatkar weke zimannasên dema vala nexebitin. Tu bi rastî zimannas î? Naxwe li gorî çavkaniyên xwe yên akademîk guhertinan bike. Ti gotin ji gotina din baştir nîne. Heke nivîsarek (bi sernavekî yan ji aliyê naverokê ve xwediyê filan gotinan be) pêk hatibe divê piştî nîqaşa beşdarên din guhertinên nû bên kirin.
- Bi xêra xwe gotinên nû bi xwe çênekin, hebe çavkanî çinînbin wan li wîkiyê zêde mekin.
- Wîkîpediya ne cihê êrîş û nîqaşên şexsî ye. Ne mecbûr e hûn hemû ji hev hez bikin, lê mecbûr e hûn bikaribin bi di gel yekdu bixebitin. Hevahengî pêwîst e.
- Bila gotûbêjên we bi "Te jî filan û bêvan kir" dest pê nekin. Her gotûbêjek mijareke nû ye, lewma divê hûn di nav çarçoveya wê mijarê de li çareyan bigerin.
- Bimînin di xweşiyê de! Serkeftin ji we re!—Gomadapeyam 11:01, 21 tîrmeh 2026 (UTC)
Illustrated û illustrator bi kurdî
[çavkaniyê biguhêre]Silav hevalno @MikaelF , @Wikihez, @Penaber49 , @Biyolojiyabikurdi aniha ez dixwazim gotara xwe berdewam binivîs im . Gelo peyvên xêzkirin û xêzkar ji bo peyvên illustrated û Avestaboy (gotûbêj) 12:56, 18 hezîran 2026 (UTC)
- @Avestaboy illustrated: biwêne, wênedar, kitêbeke biwêne/wênedar MikaelF (gotûbêj) 13:49, 18 hezîran 2026 (UTC)
- @Avestaboy, illustrator: îlustrator? wêneçêker? wênevan?? MikaelF (gotûbêj) 13:58, 18 hezîran 2026 (UTC)
- Min aniha ferhenga Salah Sadallah wek PDF daxist û li vir tê nivîsandin: Avestaboy (gotûbêj) 18:42, 18 hezîran 2026 (UTC)
- Silav @Avestaboy, tu çawan î, baş î? MikaelF (gotûbêj) 19:11, 23 tîrmeh 2026 (UTC)
- Min aniha ferhenga Salah Sadallah wek PDF daxist û li vir tê nivîsandin: Avestaboy (gotûbêj) 18:42, 18 hezîran 2026 (UTC)
Heq
[çavkaniyê biguhêre]Merheba Avestaboy, Te dev ji maf berda? Ez îro rabûm min ev guhartina te dît çiqas kêfxweş bûm nikarim bi ti kelîme û peyvan îfade bikim :) Wikihez (gotûbêj) 18:46, 9 tebax 2026 (UTC)
- @Wikihez min ne dev ji vê peyvê berda . Bi tirkî hak etmez tê gotin û min nizanbû ku maf nake rast e an jî baş tê fêmkirin. Peyva maf îro peyva serdestî ye û hêsan tê bilêvkirin. Ji ber vê yekê ez peyva maf tercîh dikim . Avestaboy (gotûbêj) 19:21, 9 tebax 2026 (UTC)
Wikihez (gotûbêj) 19:30, 9 tebax 2026 (UTC)
- @Wikihez her wiha min dît ku tu gelek caran peyva seyfe
- bi kar tînî . Ez jî vê peyvê bi mirovên nexwende bi kar tînim . Lê heke ez şaş nebim ev peyv Tirkmancî (sayfa) ye. Bi kurdî rûpel an sehîfe
- rast in .
- https://ferhengkurdi.org/peyv/seh%C3%AEfe-m Avestaboy (gotûbêj) 19:39, 9 tebax 2026 (UTC)
- sayfe xweş e, telafûza wê hêsan e. Tenê gotûbêjan de ez sayfe bi kar tînim, eger nav gotaran de bibînî ku min sayfe nivîsiye tu dikarî bikî rûpel. Wikihez (gotûbêj) 20:24, 9 tebax 2026 (UTC)
- @Wikihez: / Tu çi dikî? Tu li bikarhênerên din dikenî? Ji bîr meke tu ne li ser Twitterê yê û rûpela gotûbêjê ji bo wê nehatiye çêkirin. Ghybu (gotûbêj) 02:52, 10 tebax 2026 (UTC)
- @Ghybu Fikrê bikarhênerekî din pirs dikim. "dikenî" çi eleqe min fêm nekir? Ya pêşîn ji bo kêfxweşiyê ye ya diduyan ji bo huznê ye? Li cem te cuda "render" dikin nizanim... Tu çawa hatî vê qeneatê? Wikihez (gotûbêj) 07:47, 10 tebax 2026 (UTC)