Gotûbêja bikarhêner:Brahim Shexo

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Brahim Shexo[çavkaniyê biguhêre]

Brahim Shexo anku Brahîm Şêxo, mûzîkvaneke kurd e.

Brahîm Şêxo di sala 1981an de li bajarê Gunbadê Kawûs li Îranê ji dayik dibe. Bavê wî hunermendê kurd Mihemed Şêxo 1948-1989 ku bi xwe ji Qamişlê ye, Rojavayê Kurdistanê, tevlî şoreşa Îlona sala 1974an li Başûrê Kurdistanê dibe û piştî ku şoreş têk diçe, berê xwe dide Îranê û li wira dimîne heyanî ku di sala 1983an qedexebûna li ser wî radibe, ku dikare vegere Qamişlê.

1983 Mihemed Şêxo bi hevjîn û zarokên xwe re vedigere Qamişlê. Temenê Brahîm 8 e gava ku bavê wî dimre.

Brahîm Şêxo li mal û bi peydabûna amûrên li ber dest, hezkirina xwe ji mûzîkê re dide xuyanîkirin. Tu dersên mûzîkê nastîne. Apê wî Beha Şêxo, ku ew jî dengbêj e, piştgiriya talênta Brahîm dike û jê re tembûran dikire.

2000 instîtûyek mûzîkê bi rêvebirya Dr. Mihemed Ezîz Zaza li Qamişlê vedibe, Brahîm dire wê derê û dixwaze dersên kemanê bistîne.

2003 - 2004 berê xwe dide Almaniya bajarê Kiel û dersên mûzîkê dide zarokan û bi wan jî komekê mûzîkê ava dike. Di wan salan de bi orkêstra bajarê Kielê re li kemanê dixîne, herweha 2007 berê xwe dide zankoyê ku dersên mûzîkolociyê bistîne.

2010 li akadêmiya mûzîkê a bajarê Detmoldê Hochschule für Musik-Detmold weke şagirtekî têkildar dersên mûzîkê distîne di têorî de Musiktheorie.

2011 li instîtûya mûzîkê ya zanîngeha Osnabrückê Institut für Musik der Hochschule Osnabrück, kompozîsyon dixwîne û 2016 diqedîne.


Berhem

2014 CD ya wî ya bi navê Dilopên Siyekê (A Shadow of a Drops) derdikeve û ji hêla JPC tête weşan.


Shadow of drops - Solo Piano (2006) – dedicated to Shin Heae Kang

Nema/ Not more - Solo Piano (2007)

Vokalîz - String quintet (originally composed 2010, transcription for strings 2015)

Vokalîz - Mezzosopran and Electric Piano (originally composed 2010, transcription for Mezzosopran and E-Piano 2015)

Ne ew bû ... ne ew bû / it was not that...it was not that – Solo Piano (2010)

Second Part – Solo Piano (2011)

Ne ew bû ... ne ew bû / it was not that...it was not that – Strings (2012)

Love – Choir and orchestra (2012)

Nema/ Not More – Strings and Solo Piano (2012)

Way/ Rê - Solo Violin with orchestra (2013)

Danse du Phrygien – Wind Quintet (2013)

Prelude in F / Fa - (2007)

And yet / Tevi Wilo – Solo Piano (2008)

Hêvron – Solo Guitar (2013)

Gulek ji du bexcayan / Flower of two gardens – Solo Harp (2014)

Nîgar – Solo Piano with Violin (2014) - dedicated to Martyr Nîgar Huseynî

Saraband in g-minor – Solo Piano (2014)

Kurdish Rhapsody – Violin and Piano (2014)

Ta a din / Up to the other – Violin and Piano (2014)

Pantomime – Vibraphone, Clarinet in B, Accordion (2014)

Une soirée avec Julie - (2014) – dedicated to Julia Parusch

Spiel im Krieg – Solo Bassoon and Piano (2014)

Kahîn – Solo Piano (2015)

Frammento - Solo Viola and Piano (2016) dedicated to Alena Gschwandtner

A piece for two Harps/Passacaglia (2016)


Berhevokek ji stranên zarokan jibo deng û piyano, Weşanxaneya Xanî, 2009, Almaniya.

Nivîsandin û belavkirina gotarên derbarê Mûzîk û Sîkolocî, di malpera Kurd-On de, 2012.