Gotûbêja bikarhêner:Kurê Acemî
Mijarekê lê zêde bikeTu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!
[çavkaniyê biguhêre]Wîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Dema ku tu di gotarekê de tiştekî biguherînî, divê tu bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîsî. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 91.854 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
Penaber49 (gotûbêj) 15:01, 24 tebax 2025 (UTC)
Di derbarê formata Wîkîpediyaya kurdî de
[çavkaniyê biguhêre]Silav @Kurê Acemî ez kevxweş bûm ku ji bo Wîkîpediyaya kurdî jî dixebitî. Ez dixwazim di derbarê format û naverokên Wîkîpediyaya kurdî hinek agahî ji te re binivîsim. Em wek bikarhêner û dilxwazên Wîkîpediya kurdî hewl didin ku ensîklopediyeke rastîn û ji bandora çavkaniyên fermî ya dewletan dûr pêş bixin. Wek ku tu dizanî çavkaniyên fermî yên ku di bin bandorên dewletên Rojhilata Navîn de hatine nivîsandin mixabin rast nînin û hemî bi naverokên ku li gorî berjewendiyên wanin hatine guhartin. Mixabin agahiyên di derbarê kurdan de jî ji aliyê van dewletan ve yan hatine tunekirin yan jî hatine guhertin. Wîkîpediya tirkî û farisî bi awayeke berfireh di bin bandora van çavkaniyan de maye.
Di vê rewşê de em dikarin çibikin?
- Divê em bi taybetî bi awayekî baldar li ser dîroka gelên Rojhilata Navîn, dîroka kurdan û dîroka Kurdistanê bisekinin. Di derheqê naverokên dîrokî de çavkaniyên ku eleqeya wan bi saziyên van dewletan re tuneye bikar bînin (mixabin ji bo rastî ya naverokan ev yek pêwîst e)
- Bi taybetî nav û erdnîgariya Kurdistanê ji ber ku ji aliyê van dewletan ve hatiye înkarkirin divê em çavkaniyên bê alî jî xwe re esas bigirin.
- Di derbarê gelên ereb, tirk û azerî de divê em çavkaniyên ku ji saziyên van dûr in bikar bînin.
- Wek mînak çavkaniyên fermî yên Tirkiyeyê û sazîyên Tirkiye gelek navên erdnîgarî yên Kurdistanê guhertine. Wek mînak li Mereşê Navçeya Kurdoğlu yan jî Kürtoğlu wekî Türkoğlu guhertine. Li heman herêmê mizgefta bi navê Kürtler Camii wekî Türkler Camii guhertine. Mînakek din jî di van rojên dawî de li Efrîn Rojavayê Kurdistanê navê Çiyayê Kurmênc wekê Türkmen Dağı di çavkaniyên xwe de bikar tînin. Mînakên bi vê rengê gelek hene. Divê em hay ji van rastiyan he bin û nehêlin rastî bi çavkaniyên nerastên dewletan winda bibin. Bi silav û rêz.
Penaber49 (gotûbêj) 15:23, 24 tebax 2025 (UTC)
- Silav @Penaber49! Gelek spas ji bo hewildanên te! Şirove û xalên te bi piranî ji bo min têne fêmkirin. Ez her tim hewl didim ku xebata xwe bi awayekî bêalî bimeşînim û eleqeyek mezin nîşanî min tê ku dîroka kurdî, tirkî û farisî ji bo axaftvanên kurmancî gihîştî û agahdar bikim. Ez her tim di xebata xwe de ji bîr nakim ku sansurkirina têgehên wekî kurd û Kurdistanê nayê piştgirîkirin û her tim hewl didim ku li dijî civaka kurd ti propagandayê nekim. Ez bi xwe li Kurdistanê mezin bûm û tiştekî kurdî li ser min heye. Lêbelê ez girîng dibînim ku gotarên li ser vê mijarê berfireh bikim, bêyî ku ew rasterast li ser kurdan bin an jî li ser gelên din ên di dîrokê de ku bandorek mezin li ser gelê kurd kirine. Kurê Acemî (gotûbêj) 08:45, 25 tebax 2025 (UTC)
- Spas ji bo bersiva te. Serkevtin. Penaber49 (gotûbêj) 10:39, 25 tebax 2025 (UTC)
Bikarabîna şablona nifûsê
[çavkaniyê biguhêre]Silav @Kurê Acemî ji kerema van herdû şablonên "Nifûsa tarîxî/wd" û "Çepê paqij bike" bi hev re li gotaran zêde bike. Dema ku tenê şablona "Nifûsa tarîxî/wd" li gotarê hate zêde kirin, gotar li ser gohertoya komputorê xira dibe. Penaber49 (gotûbêj) 12:43, 30 kanûna paşîn 2026 (UTC)
- Baş e. Sipas ji bo wê agahiyê. Kurê Acemî (gotûbêj) 16:56, 31 kanûna paşîn 2026 (UTC)
Guhertina navan û girênada nav zimanî
[çavkaniyê biguhêre]Silav @Kurê Acemî dema ku te navê gotarekî guhert ew gotar ji lîsteya nav zimanî jî derdikeve. Divê li ser Wîkîpediya înglîzî heman gotarê vekî û li wir li beşa serarastkirina ku listeya zimanan tê sererast kirin, herî wîkîdatayê û li wir navê gotarê biguherînî. Rêya duyem jî ev e: ji bo ku bot bi awayeke otomatîk gotarê beşdaerê lîsteyê bike li herî jêra gotarê di nava van [[..]] naberokan de en:navêgotarê bi îngîlîzî binivîsî û li jêr zêde bikî. Penaber49 (gotûbêj) 18:13, 4 sibat 2026 (UTC)
- Temam. Sipas dikim. Ez hişyar nebûm ku giredana wîkî-datayê winda bûye. Kurê Acemî (gotûbêj) 09:35, 5 sibat 2026 (UTC)
Ji bo Agahîdanka bajarên Başûrê Kurdistanê
[çavkaniyê biguhêre]Silav @Kurê Acemî ji ber ku kêmasiyên hinek parametreyan di Agahîdanka Wîkîdaneyê de hene ez dibêjim ku Agahîdanka bajarên herêma Kurdistana neyê guhertin êdî çêtir e. Wek mînak li başurê Kurdistanê rêveberiyeke xweser heye ev di nav Agahîdankê de tuneye.Penaber49 (gotûbêj) 12:25, 11 sibat 2026 (UTC)
Navê Dêrsimê
[çavkaniyê biguhêre]Silav @Kurê Acemî Dêrsim navê herêmê ye lê ji aliyê gel ve ji bo navê bajêr tê bikaranîn. Derxistina navê Dêrsimê dibe sedema tevliheviyê. Penaber49 (gotûbêj) 05:56, 4 adar 2026 (UTC)
- Silav @Penaber49, Dêrsim gorî zanîbûna min navê parêzgeh yê berê û navê herêmê Dêrsim yê îro û hinek perçeyên derûdora xwe ye. Bajar, yanî navenda wê herêmê di dîrokê de ji aliyê kurmancan wekî Mamekî û ji aliyê zazayan wekî Mamekiye hatiye binavkirin. Gelo ma çavkaniyekî hebe ji bo navê Dêrsim ji bo navendê ê gelek baş be, bêr vê ez ne temanî memnûn im bi vê. Kurê Acemî (gotûbêj) 06:25, 4 adar 2026 (UTC)
- @Penaber49
- Kurê Acemî (gotûbêj) 06:29, 4 adar 2026 (UTC)
- Rast e. Dêrsim navê herêmê ye. Lê îro her çiqas hinek bikaranîna lokal a navê Mamekî hebe jî ji aliyê gel ve bi gelemperî navenda bajêr wekê Dêrsimê binav dikin. Ji ber ku bajêr bi gelemperî wekê Dêrsim tê zanin dema ku em navê Dêrsimê ji gotarê derxin ew dibe sedema tevliheviyê. Penaber49 (gotûbêj) 06:30, 4 adar 2026 (UTC)
- @Penaber49, dibe ku gotina tê rast e. Bila bisekine. Kurê Acemî (gotûbêj) 06:32, 4 adar 2026 (UTC)
- Spas ji bo hewlên te yên hêja. Hêvî dikim ku tu di pêşerojê de di warê zimanê kurdî de bibî bikarhênereke gelek serkevtî. Penaber49 (gotûbêj) 06:47, 4 adar 2026 (UTC)
- Gelek sipas ji bo piştgiriya tê. Mala tê ava! Kurê Acemî (gotûbêj) 08:01, 4 adar 2026 (UTC)
- Spas ji bo hewlên te yên hêja. Hêvî dikim ku tu di pêşerojê de di warê zimanê kurdî de bibî bikarhênereke gelek serkevtî. Penaber49 (gotûbêj) 06:47, 4 adar 2026 (UTC)
- @Penaber49, dibe ku gotina tê rast e. Bila bisekine. Kurê Acemî (gotûbêj) 06:32, 4 adar 2026 (UTC)
Tû ji kû dêr î?
[çavkaniyê biguhêre]Silav @Kurê Acemî, dikarim zanîbem ku tu ji kîçar bajarê Bakurê Kurdistanê î? ~2026-16023-59 (talk) 04:47, 13 adar 2026 (UTC)
- Silav! Ez ji herêma Wanê me. Kurê Acemî (gotûbêj) 04:48, 13 adar 2026 (UTC)
Pêşniyarî
[çavkaniyê biguhêre]Silav @Kurê Acemî gelek spas dikim ji bo hewl û xwesteka te yê ji bo pêşvebirina Wîkîpediya kurdî. Ger ku di warê peyvên bi kurdî zehmetiyê dikişînî, du aplîkasyonên bi navê WQFerhen û WîkîFerheng hene tu dikarî van her dû aplîkasyonan daxînê telefona xwe jê sûdê werbigrî. Ev her dû aplîkasyonan hem li ser Androîdê û hem jî li ser IOSê (iPhone) hene. Penaber49 (gotûbêj) 17:37, 19 nîsan 2026 (UTC)
- Silav @Penaber49. Gelek sipas ji bo pêşniyara tê. Evê gelek alîkariya min ba. Kurê Acemî (gotûbêj) 19:41, 19 nîsan 2026 (UTC)
Pêşketina rêzimana kurdî (gramera kurdî)
[çavkaniyê biguhêre]Silav @Kurê Acemî di demên dawî de rêzimana te qels bûye. Rewşa û astengiya zimanê kurdî li bakur ji xwe diyar e. Em hewl didin ku bibin alîkar ku hemî bikarhênerên Wîkîpediya kurdî di asta herî bilind de kurdî ya xwe pêş bixin. Ev jî bi xwendin û lêkolîn kirina li ser zimanê kurdî pêk tê. Malpera Rudawê Nûçe û naverokên xwe bi rêya Jîriya çêkirî (AI) dixwîne. Deme ku mirov nûçeyan vekir li jêra malperê nîşana guhdarî kirinê heye. Ez bawer dikim ku ev dikare ji te re bibe alîkar. Ji bo xwesteka xebatên te yê li ser Wîkîpediya kurdî gelek spas dikim. Hêvîdar im ku tu di warê zimanê kurdî de bibî bikarhênerekî serkevtî. Lînka nûçeyekî Rudawê li vir e Penaber49 (gotûbêj) 13:14, 22 nîsan 2026 (UTC)
- Silav @Penaber49, gelek sipas. Min niha bi 2 ferhengan daxwaz ku pêşketin bim di grameriya kurdî de. Lê mixabin, her du ferhengan gelek nêrînên bi cuda ne. Lê ev lînk jî ku te şandiye alîkariya min dike. Ez kurdiya Wanê bi zikmakî diaxivim, mixabin, ev kurdî gelek ne mîna yê standard e. Ji ber ve ez ji bo hinek sebir jî pirs dikim di derbarê xebatên min, lê heman demê de dikarim bibêjim ku ez gelek peşketim bi kurdî re, û li gorî min kurdiya min ne di astake ye ku xirab e. Ezê di pêşerojê bêtir bala xwe li ser bidim.
- Pirsek ji min ji bo tê heye: Çima di nûçe an medyayên kurdî de, bi mînak di ve lînke ku te şand jî, “zimanê Kurdî, yanî peyva Kurdî tê gir nivîsandin, lê li vir em biçûk wekî “zimanê kurdî“ dinîvîsin? Kurê Acemî (gotûbêj) 08:17, 23 nîsan 2026 (UTC)
- Silav @Kurê Acemî Medyaya kurdî li gorî standarda perwerdehiya zimanê tirkî dinivisîn. Wîkîpediya kurdî jî li gorî standardên zimanên ewropî hatiye nivîsandin. Li gorî vê standardê tenê navên taybet dikare bi tîpên gir were destpêkirin. Wek mînak Kurdistan naveke taybet e lê kurd peyv e. Kurdistan bi tîpên mezin destpêdike kurd, fransî, alman û hwd bi tîpên biçûk destpêdikin. Penaber49 (gotûbêj) 09:59, 23 nîsan 2026 (UTC)
Di derbarê pêwendiyên bi kesên nû re
[çavkaniyê biguhêre]Silav @Kurê Acemî ji bo ku mirovên nu hatine li ser Wîkîpediyayê ku û ku niyeteke wan ê xirab tunebe ji bo ku Wîkîpediyayê sar nebin divê mirov li hemberê wan hesas tevbigere. Heta ku dikarî bi bibe alîkar û rê bide nişanê wan. Wîkîpadiya bi vê awayê edîtor û dilxwaz tov dike. Penaber49 (gotûbêj) 13:39, 7 gulan 2026 (UTC)
- Rast e. Dibe ku ez di pêşerojê bala xwe ser bidim. Kurê Acemî (gotûbêj) 06:41, 8 gulan 2026 (UTC)