Gotûbêja kategoriyê:Siyasetmedarên îsraêlî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sernavê kategoriyê[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalê @Balyozxane: Bi helwesta min Siyasetmedarên îsraêlî ji Siyasetmedarên îsraêlê çêtir e . Filistînî jî li Îsraêlê dijîn û xwe wek Îsraêlî nabînin.Lê ev kategorî li ser siyasetmedarên ku Îsraêlî ne. Silav û rez Avestaboy (gotûbêj) 11:41, 26 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Avestaboy. Bi rastî nizanim em çawa bikin. Gelek kategorî hem bi navê milletê hem jî bi navê dewletê hatine çêkirin. Bo nimûne, em ê Kategorî:Siyasetmedarên Tirkiyeyê û Kategorî:Siyasetmedarên tirk çawa bikin? --Balyozxane (gotûbêj). 11:54, 26 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Bi dîtina min, em ne neçar in ku piştgirî bidin dîskrîmînasyona û cihêkariya Wîkîpediyayên din. Selahattin Demirtaş di Wîkîpediya Almanî de di kategoriyên Kurd û Tirk de hatiye tomarkirin. Mehmûd Ebas tenê di kategoriya Filistînî de (lê ne di kategoriya Îsraêlî de). Wîkîpediya Ketelanî her gav behsa wê dike ku kesek bi eslê xwe ketelanî ye. Ji bo Wîkîpediya Kurdî Siyasetmedarên Tirkiyeyê wek sernav çêtir e. Avestaboy (gotûbêj) 12:19, 26 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy Filîsin dewleteke serbixwe ye en:State of Palestine loma ew wisa dikin. Lê kurd li Tirkiyeyê dijîn. Loma bi ya min em tenê ji bo kurdan kateoriyên wekî kategorî:Siyasetmedarên kurd çêkin yên din bila wekî Kategorî:Siyasetmedarên Îsraelê bin. --Balyozxane (gotûbêj). 13:00, 26 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane:Statûya Dewleta Filistînê pir nakok e. Hin dewletên mîna Almanyayê bi Filistînê re têkiliyên dîplomatîk dimeşînin lê dewletê qebûl nakin. Li ser nexşeyên dewletan ên bi zimanên almanî û îngilîzî min dewleta Filistînê nedît. Wîkîpediya bi almanî wisa dinivîse; Dewletbûna Filistînê ji 193 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî 138 ji wan niha tê naskirin. Di nav pisporên hiqûqa navneteweyî de gelo dewleta Filistînê pîvanên dewletekê pêk tîne (ji sala 2015an ve) nakokî ye. Avestaboy (gotûbêj) 13:51, 26 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Em kategoriya Kategorî:Siyasetmedarên Tirkiyeyê bikin Kategorî:Siyasetmedarên tirkiyeyî? Bişirîn --Balyozxane (gotûbêj). 14:40, 26 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy? --Balyozxane (gotûbêj). 14:40, 26 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Ew jî dibe . Her wiha pirsek min he ye. Min kategoriya Kîprosî çêkirî bû. Di hin Wîkîpediyayan de wek binkategorî di navbera Kîprosî ên Tirk û Yewnan de cuda tê kirin. Ma em jî heman tiştî bikin an jî Kîprosiyan wek yek netewe bihêlin? Avestaboy (gotûbêj) 15:48, 26 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy Bi min yek bes e. --Balyozxane (gotûbêj). 15:50, 26 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]